13 Temmuz 2025 Pazar

çerxa felekê û bêbextîya bêbextan

Ji qewla Abbas Ahmed, kenê kafiran bi halê me tê.
Û hejaroo!..
Leyla (Ne)Zana bi serbilindî got, “Sed sal in em şer dikin, ne me pişta wan danî, ne jî wan pişta me!”
Dû re…
Dogû Perînçek got, “Heyfa wan çek û selehan. Çima wan çek û selehan belasebeb dişewitînin? Ew çek û seleh jî ji me re hewce ne, şervanên çekên xwe datînin jî ji me re hewce ne. Bila teva çek û selehên xwe bên xizmetê ji dewletê re bikin.”
Û îro li Colemêrgê jî, 
ji bo xatirê gavavêtina doh, navê taxekê kirine taxa Devlet Bahçelî. 
Ka sibê navê kîjan sikak, park an qadê bibe “Îttîhat û Terakkî” nizanim, 
lê hêvî dikim, êdî navên me yên ku bi dagirkerîya îslamê bûne erebî, wek paşnavên me bi “Turk” dest pê nekin an neqedin.
Axir…
Mîrata entegrasyonê zû dest pê kir lê ditirsim em jî pê bigirin, 
lew mîrata entegrasyonê tenê bi serê me ketîye, mixabin; 
her tim em entegreyî netiştekbûnê dibin û kenê kafiran bi xwe tînin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
em entegreyî zimanê wan bûn û pê re pê re hêdî hêdî em bûn perçeyek ji zîhnîyeta wan.
Û talîya talî…
em ê wek wan bifikirin, em ê wek wan binerin, em ê wek wan bibînin, em ê wek wan hez bikin/hez nekin û em ê wek wan û belkî ji wan bêtir navê tirk û tirkîtîyê li seranserê dinyayê biqîrin.

Gotina Dawî
Lê wer xuyaye dîsa hin kes ê bixwin, hin kesê jî bifîkînin.

Gotina Herî Dawî
Ka îja em ê çîroka entegrasyonê çawa bigihînin wan gorbuhiştan, nizanim,
lê jixwe tiştê çû divê meriv nede dû…