11 Temmuz 2025 Cuma

çekdanîn û hêsirên xezalekê

De îja…
madem şervanên PKKê çek danîn, êdî divê ez jî piçekî xwe ji vê sîyaseta kambax bikişînim û xwe li kar û xebatên xwe yên esasî anku xwe li huner û edebîyatê bişidînim.
Min go…
jixwe çilvirîbû, 
êdî tiştekî em li ser bipeyivin jî nema.
Lê ez li ber wan morîkan dikevim bê ew ben li ku derê qetîya û ew morîk bi ku de pengizîn!
Îşev…
min di çavên şervaneke jin de şewqa wan morîkan dît ku morîka çavên wî leylanî didît her der, her tişt, 
ji avpêketina wan mijankan.
Ax ax zemano…
bext jî nemaye, zeman jî xerab
û li ser xirbe û kavilên welatê min di rengê kundan de însan dixwînin;
çep û çepgir in, sosyalîst û komunîst in, lîberal û demokrat in, xwedanenas û dîndar in, 
lê ka kurd li ku derê ne li ser axa vî welatê bê nav?
Erê erê…
mixabin zarok bi firê ketin li ser baskên dêyên xwe, 
lê bilind firîyan û nizm ketin û pengizîn li ser axa (dê)welatê xwe.
Bi kin û kurdîya kurmancî…
xortên bi xewna welatekî azad û serbixwe şîyar bûn, dikin welatekî têxin xew.

Gotina Dawî
Mirî ji nû ve mirin, îşev!..