Gotineke pêşîyan heye:
“Ji bo xatiran meriv dihere ser dînê kafiran.”
Erê, eynî tiştekî werê/wilo/wanî/halo/wisa ye, ya min jî…
Ez bûm çi û nebûm çi lê ka kê çi jê derxist, nizanim.
Min xwe kir şeytanê nahletulah û xwe da ber kevirên gunehkaran, lê ne ji kevirên wan, ji durûtîya wan veciniqîm, mixabin.
Jinan got, “Zimanê te seksîst e, tu jinan wek objeyeke seksê dibînî.”
Mêran got, “Tu tolaz, doxînsist û sapix î.”
Dîndaran got, “Tu kafir î, tu kufirbaz î, tu ne misilman î.”
Civakê got, “Tu bêehlaq û serserî yî.”
Hevalan got, “Tu xayîn î.”
Malbatê got, “Tu beradayî û qeşmer î.”
Merivan got, “Te qûna xwe ji derpî derxistîye, heyfa bavê te ku tu ji pişta wî yî.”
Dewletê got, “Tu terorîst î.”
Xoşewîst û dilketîyan got, “Tu çavnebar û têrnexwar î, kîrê te li ser milê te ye, kî bibêje ka, tu nabîjî na…”
Lê min çi kir û ez çi dikim, ji bo kurdî dikim ku kurdî nebe em ê jî nebin.
Axir…
Di vê rêya zor û dijwar de ku mirî jî hew xwe li kurdî dikin xwedî, tu carî min kiras li ser kirasan li xwe nekir û xwe veneşart/xwe nenixumand; her tazî gerîyam, bê tirs, bê fedî, bê kompleks lê…
ne poşman im û ez ê poşman jî nebim, lew min çi kir min ji bo xatirê kurdî kir û dikim.
Ji bo xatirê kurdî,
min jin, mêr, dîndar, civak, heval, malbat, meriv, dewlet, hezkirî/dilketî/xoşewîst,
bi kin û kurdîya kurmancî, min her kes kir neyarê xwe.
Min sînga xwe kir mertal ji durûtîya civakê re.
Ji bo kurdî nemire û kurd jî di nav neteweyên din de wek neteweyekê kifş bibin,
bi zimanê xwe yê seksîst min xwe li ber çavê jinan…
bi zimanê xwe yê qure min xwe li ber çavê kesên bikompleks…
bi zimanê xwe yê vekirî/erotîk min xwe li ber çavê civakê…
bi zimanê xwe yê tûj min xwe li ber çavê sîyasîyan…
bi zimanê xwe yê dijdînî min xwe li ber çavê dîndaran…
bi zimanê xwe yê qerfî/mîzahî min xwe li ber çavê mal û malbat û merivan…
û bi hemû şêwazên xwe yên kurdî min xwe li ber çavê dewletê reş kir,
lê kêm kesan ez fêhm kirim, mixabin.
Wek min got, ne xem e.
Qet nebe bi xwe re durûtîyê nakim û ji sekn û helwest û prensîbên xwe danakevim.
Ev jî stratejîyek e û min ev stratejî tercîh kir, loma jî ne poşman im, ez ê poşman jî nebim.
Gotina Dawî
Konfora herî mezin, tifaqa dil û mejî ye,
loma jî…
her tim min daye pey vê tifaqê û tev gerîyame.
Bi wêrekî fikra xwe tînim ziman û bê kompleks diajom ser daxwaz û arezûyên xwe.
Rast e, ez dizanim û hîs dikim li ber çav û dilê kesên xav anku kesên bikompleks beloq û xwîntehl xuya dibim, lê jixwe ez we nabînim, ji bo min hûn tune ne.
Axir…