6 Nisan 2025 Pazar

ziman û hêza wî

Ziman di devê bêzimanan de qarewar e, diqîre.
Poz ji nebûna xîretê hew dişewite.
Çav dibîne lê xwe li kwîrî datîne.
Guh bi şewbê ketîye, dilê wî bixwaze dibihîze, dilê wî nexwaze nabihîze.
Mejî ji serî teriqîye. 
Mentiq felc e.
Û karekterê ber avêtîye!..
De îja were xwebûnê li vê axê vegerîne!
Zehmet e, 
lê heger meriv bixwaze, meriv dikare pêşîyê li tiştinan bigire û li xwe vegerîne.
Îroj belkî dewleta te tune ye, lê sibê meriv nizane dê çi biqewime!
Îroj belkî dewleta te heye, lê sibê meriv nizane dê çi biqewime!
Lê…
heger îroj zimanê te tune be, sibê tu yê nikaribî dewleta xwe ava bikî, ku ava bibe jî ew dewlet, tu yê ne xwe bî êdî.
Heger îroj zimanê te hebe, metirse ku dewleteke te tune ye, ew ziman ê sibê ilhez dewletekê ji xwe û te re ava bike,
loma jî…
bê Xweda anku bê dewlet dibe, lê bê ziman nabe.
Xwe li zimanê xwe, zimanê xwe jî li xwe bipêçin û hêvîşikestî nebin.
Piştî her tevlihevîyê, piştî her kaosê, piştî her şerî hin tişt vedimirin, hin tişt jî vêdikevin.
Xwe ji bo piştî tevlihevî û kaos û şeran zindî bihêlin
û ya meriv zindî dihêle jî ziman bi xwe ye.

Gotina Dawî
Ziman, Xweda ye; dikare bikuje jî, dikare biafirîne jî…