4 Nisan 2025 Cuma

mirîdî û xwelî

Apoyê ku mal û malbat, êl û eşîra xwe azad nekirîye,
Apoyê ku mal û malbat, êl û eşîra xwe modern û medenî nekirîye,
Apoyê ku felsefeya “jin, jîyan, azadî”yê li nav mal û malbat, êl û eşîra xwe belav nekirîye, dê çawa civakekê, civakan, neteweyekê, neteweyan azad û modern û medenî bike?
Îja ka aqil!
Meheme Ocalanê ku piştî şêstsalîya xwe têgihîşt ji bilî Urfayê jî bajar û welat hene, rabûye pesnê nîvxwedatîya birayê xwe dide û dibêje:
-Rojbûna serok Apo ne rojbûneke ji rêzê ye anku rojbûna serok Apo ne mîna rojbûna min û we ye; rojbûna serok Apo rojbûna rojhilata navîn bi xwe ye.
Ya star û bêlome be!
Law Meheme, bi telaq ez gazinan ji te nakim, lewra ne sûcê te ye.
Sûc sûcê wan kesên kone û zexel ên berjewendperest ku te û yên mîna te belengaz ji xwe re dikin mertal û li ser nezanîya vî miletî diçêrin.
De îja…
ew kone û zexelên berjewendperest bi xwe jî li pişt te û birayê te, di nav wê konfora xwe de bi aqilkê te û birayê te dikenin û qoltixa difiroşin hev.
Erê, me pesnê xwe da, me got em ji axê çêbûne û bi qasî temenê vê axê em xwedan dîrok in, lê me negot herin wê axa ku tenê xwelîserîyê belav dike, bixwin!
Axir…

Gotina Dawî
Erê, belkî hûn têr nexwin û têr nebin, lê di demeke nêzîk de ev ax ê we û zîhnîyeta we daqurtîne.

Gotina Herî Dawî
Xwelîya heft gundan li wî gundî û xwelîya wî gundî jî li serê we be, mirîdino!