24 Nisan 2025 Perşembe

derûnîya min a îşev

Min go:
"Qîza qereçî nabe xatûn" tu carî, ji qewla pêşiyan...
Û "her teyr bi refê xwe re difire" jî xweş e.
Pêşî û paşî bi hev re nameşe îro.
Lê meriv hay ji paşîya xwe hebe û pêş ve bimeşe, ne xerab e;
zahmet e, lê ne zor e.
Heger meriv paş ji bîr bike, dê nikaribe xwe bigihîne pêş jî.
Û kesên di navbera paş û pêş de dimînin jî, karê wan her tim paşûpêş dimeşe; 
du gav pêş ve, du gav paş ve, her li cîhê xwe dimînin.
Û bi qasî heq dikin qedir û qîmet bidin însên; heger na, dê xwe jî, we jî bilewitînin.
Dîsa jî…
kî çawa bixwaze, dikare weha jî bike-bijî yan jî nejî!
Ciwamêrek an ciwanikek rabe li ber stranên Emînê Erbanî dil bigire û di roja xwe ya herî romantîk de li ber stranên Emînê Erbanî qedeha şerabê ji evînê re noş bike, heqê me lê tune ye, em jê re bibêjin, 
"Ma Emînê Erbanî û evîn?"
Belkî camêr an ciwanik dema evîndar dibe, tenê li reqsê difikire!!!
Hela! Hela! 
Ma nabe!
Axir…
jixwe nav nivînan jî cureyeke ji cureyên reqsê ye.
Û evîna kurdan a herî pêş jî reqs e.
Wa ye dîsa bû qal û behsa "pêş"ê. 
Le paş?
Haa…
berî hin ziman(ne)zan xwe aciz bikin û xwe li erdê xin, ez "le-lê" ji hevdu bidim veqetandin an bidim naskirin, da ku em hevdu li ber xin.
Yan jî…
ez vê nivîsê bi vê mijarê nequrmiçînim.
Bila dengê gilî û gazinên min here seyda Fewzî Bîlge; bibore, seyda Fewzî Bîlge-î, bila ew were serê xwe ji bo min û we bi "le-lê"yê re biêşîne.
Jixwe meseleya "î"yê jî derket.
Çû ji min de weleh!
Mesele kûr e, dahwe giran e, ev maç maça Wan û Tetwan e.
Û...
Û...
Xetimîm!
Xwedê (ez pê nebawer im) jor bixetimîne, lê jêr nexetimîne.
Lê...
Le...
Lo...
A ev ji me kêm bû haa!
Îja loo!!!