13 Nisan 2025 Pazar

enerjîya belasebeb

Carinan divê meriv xwe jî rexne bike, 
yan na…
di nav pêlên zemên de meriv wenda dibe, hayê meriv ji meriv çênabe.
Îroj, ez li xwe hayil bûm ku ez enerjîya xwe zêde zêde bi tehlîl û analîzên sîyasî/politîk xerc dikim, loma jî kar û xebatên min ên sereke dimînin.
Û bêguman…
jixwe li jor jî, li jêr jî Xweda hene û her tişt wek Xwedayan dibe.
Îja min xêr e?
Anku bi gotineke din,
kê nîyhaye min?
Ya baş…
ez rabim hazirîya xwe bikim û berê xwe bidim welêt. 
Ez ê herim xwe biavêjim bextê Seadetê û li ber sîya wê ya pîroz pal bidim;
û heger…
bi xêra gora mirîyên xwe parîyeke nan da min, ez ê bixwim û jê re dua bikim û rehmê li dê û bavê wê bibarînim; na heger neda jî tewkel bi Xwedê!
Dû re…
ez ê derkevim xanîyê jor, kompûtera xwe vekim û dest bi xebatên xwe yên kulturî bikim.
Ji huner û edebîyatê çêtir û xweştir tişt tune ye, ku ji meriv re biserife 
û ez dibêjim qey gavê ji min re diserife.
Du roman;
du romanên ku bi terz û kategorî û mijar ji hev cîhê…
Jixwe min dest bi her duyan kirîye, tenê maye bi xêra nan û duayên Seadetê lê germtir bibim.
Wekî din jî…
ji mêj de ye ji sînemayê dûr im, lê wek hûn jî dizanin sînema ne mîna edebîyatê ye, meriv lawê Şeytên anku Xwedê be jî, hewce ye butçeyek hebe,
lê…
carinan divê meriv hewl bide û ji nebûnê hebûnê biafirîne.
Ez ê wer bikim!..
De îja hûn jî ji min re dua dikin an nifiran li min dibarînin, hûn bi kêfa xwe ne.
Axir…
Erê weleh axir!

Gotina Dawî
Meriv ji ku dest pê bike baş e, lo çê lo xerab…