8 Nisan 2025 Salı

cemîlê aşiq û sîgmund freud

Çavkanî û nûçegîhanê min ê welêt Evdila ye; ew Evdilayê ku ne ji ometa Abdullahan.
Vê sibehê, tam di nav nivînan de min dikira bi xwe xweş bianîya, dîsa telefonî min kir û qederê nîvseetekê li ser rojeva welêt me dest bi civatekê kir û civat gerîya.
Peyv ji peyvê, mijar ji mijarê, mesele ji meseleyê zêde bû û ji nişka ve em çûn bîst û du sê sal berê.
Ji bo em derewçîn dernekevin û li hemberî dost û hevalan fedîkar nebin, divê ez vê kitekitê anku detayê jî bi we re par ve bikim. 
Ev bûyer hatîye serê hevalekî me yê mamoste. 
Axir…
Bîst û du sê sal berê, li qada Newrozê agir bi erdê ketîye, bi lîrelîr û gef û ford û halan û sloganan qada Newrozê heya dev tije bûye.
Stran û govend û dîlan… dê weledê xwe diavêje.
Piştî bi çend seetan çalakî bi dawî dibe û xelk ji qadê ber bi navenda bajêr ve diherike.
Cemîlê me yê aşiq jî daye pêşîya çalakvanan, zir marolek di nav kefa dest de û xurmexurma wî ye her carê pelekê ji wê marolê jê dike û diepişîne devê xwe, dixwe.
Rewşa Cemîlo pir bala hevalê me yê mamoste dikişîne, lê derfet çênabe here jê bipirse bê çima ne gêzer an xîyar lê marol!
Axir…
dem û zeman derbas dibe, piştî bîst û du sê salan ev hevalê me yê mamoste, rojekê Cemîlo li sûkê dibîne û bîra wî, wî ber bi wê çalakîya Newrozê ya bîst û du sê sal berê ve dibe.
Xwe li Cemîlê me yê aşiq digire û dihere li nig wî disekine. 
Cemîlo bi meraq û baldarî difitile li hevalê me yê mamoste dinere. 
Hevalê me yê mamoste dibêje:
-Xalê Cemîl, tê bîra te bîst û du sê sal berê di Newrozê de em ji qadê vedigerîyan û tu li pêşîya me dimeşîyayî. Gurzek marol di destê te de bû û xurmexurma te bû, te dixwar. Gelo di xwarina te ya wê marolê de peyameke sublîmînal hebû? Çima te ew marol dixwar?
Cemîlê me yê aşiq di bin wî simbêlê reş ê dibiriqîne di dikene û dibêje:
-Lo lawo, çi peyam û çi sublîkirê te! Ez di ber dikana hevalekî çîkoftecî re derbas bûm, ciwamêr jî ji ciwamêrîya xwe hema bang min kir, got, “Cemîl abê kerem bike tiştekî bixwe!” min jî hema çavê xwe li ser dezge gerand û rahişt gurzek marolê û ez meşîyam.

Piştî sohbeta min û Evdilayê ne ji ometa Abdullahan qedîya, min telefona xwe danî ber bahlîfa ber serê xwe û min serî avêt xewê…
Req! Req! Req! 
Derî lê ket…
Ez rabûm, çûm, min derî vekir. Bi vekirina derî re, devê min çû li paş guhên min sekinî. 
Şaş û matmayî li devê derî bi qasî kêlîyekê tenê min ji xwe re li mêvanê xwe nerî.
Sîgmund Freud!
Min mêvanê xwe keremî hundir kir, lê mêvanê min keremî hundir nebû. 
Li devê derî li ser nigan qalûna xwe ji bêrîka xwe derxist, tûtina hundirê wê tev da, ew vêxist û kir nav lêvên xwe; piştî du sê caran kişand û dixana wê li dora serê min belav kir, got:
-Tu dizanî çima Cemîlê Aşiq rahişt wê marolê û xwar?
Berî ku bibêjim, “Erê/Na” dîsa ji qalûna xwe du sê hilm kişand û dixana wê bi ser min de berda:
-Cemîlê Aşiq dengê binhişîya we kurdan e. Û bi rahiştina wê marolê ya bêhemdê xwe, binhişîya wî got, “Em pez in!”
Û ji xew çeng bûm ser xwe!
Min kesereke kûr ji nava kezebê kişand û xwe bi xwe got:
-Erê, mixabin. Em pez in û şivanê me jî ne tu şivan e.”

Gotina Dawî
Xwedê Teala rebenê Sîgmûnd Freud stirandîye ku ne kurd e, yan na ew ê li hemberî derûnîya me dev ji derûnînasîyê berda!