Rewşenbîr ê rabin vê pirsê bikin!
Sîyasetvan ê rabin vê pirsê bikin!
Hunermend û nivîskar ê rabin vê pirsê bikin!
Divê em kurd çi bikin?
Ma ji xwelîyê çêtir çi heye?
Jixwe karê me xwelîserî ye.
Axir…
Ez ê bi qasî (ne)zanîya xwe hewl bidim bersivekê yan jî bersivinan ji vê pirsê re bibînim.
Bi wî serê min û we yê ku em dikin nakin bi kêrî pîvazekê jî nayê-jixwe ku bi kêrî pîvazekê bihata, wek xelk û alemê qey nuha stargeheke me jî hebû- di vê herêma teres de zêde tiştekî em bikin û ew ê bi kirina me sersast an dîzayn bibe tune ye.
Tune ye, lewra halhazir em ne li ber tiştekî ne û jixwe kes hesabê bêdewletan jî nake.
Qeda bi bext û ûjdanê dinyayê bikeve, ax û axistana me di nav lepên çar dewletên hov û wahş de perçe perçe bûye û li ser her perçeyî nalenala me ye, êş û jan ji dilqê me difûre.
Bi salan e ne tenê canê me, hemû nirx û hêjayîyên me jî talan kirine, van bêbavan.
Di bin vê zilma hovane de çendî em dibêjin/bibêjin em kurd in jî, kurdîtîya me di bin zilma potînan de di nav xetereyeke mezin de ye, mixabin.
Em û zimanê xwe mane, lê hêdî hêdî ziman jî ji devê me dikişe/dikişînin.
Erê…
Divê em kurd çi bikin?
Bi min divê em hedê xwe bizane û tiştekî nekin.
Bi dehsalan jî bi vê bêderfetîya xwe em bi van dewletên zalim re şer bikin, tenê em ê bimirin çendî car caran di laşên wan de em qulekê vekin jî!..
Hêz, ne qaweta pîyan e û ne jî wêrekî û cesareteke esîl e jî, vî zemanî;
hêz, çek û seleh e, bombe û roket e, tank û top e, firokên şerî ne, bi kin û kurdîya kurmancî, artêş e
û mixabin em êdî ne eşîr in jî, ji bilî başûrê welêt, lê li wir jî, şerê text û desthilatîyeke lokal/herêmî heye, mixabin.
Li rojhilatê welêt çawa em serê xwe radikin, werîs kil dibin li dora serê me.
Li bakurê welêt em serê xwe radikin, di nava yên ji xwe û yên ne ji xwe de em pêlîstok in
û jixwe hewce nake em qala rojavayê bi zîhnîyeta Evdila ji xelkê re evdîtîyê dike, bikin; hasil çûye di mûsil re derketî ye; kî bi kê re ye, ne dîyar e; kurdîtîyeke xav, zîhnîyeteke dewşirme û nalenala bêhişîyê!..
Û careke din axir…
Wek bi çendan car berê, heger dîsa carek ji caran dinya li bin guhên hev ket û ji wê tevlihevî û kaosê mirîşkê ji me kurdan re jî hêk kir, qenc û baş e,
lê heta wê çaxê jî hewl bidin zindî bibînin, him bi beden, him bi hiş û zêhnê xwe.
Bi kevir û çeqelîk û çetellastîk û kevkanîk û keleşkovên ku êdî bi kêrî rûsan jî nayê, najon ser mirinê û xwe nedin kuştin;
her weha nekevin nav xewn û xeyal û hêvîyên demokratîk û li kuçe û qad û kolanan xwe nedin girtin.
Yanî gelî xwişk û birayan,
heta ku dewletên mezin xwe bi xwe dikutin dêya hev û bi wê kutanê dewletên nîvmezin jî ji mêranî dikevin, kurd bimînin.
Û kurdmabûn jî, bi kurdî ye!..
Gotina Dawî
Vî zemanî ku bira bira ye, bazar xuya ye, pişta xwe nedin kesî, lewra kî diçe, ji kîsê dêya xwe diçe!..