14 Şubat 2024 Çarşamba

galaksî

Evdîkê Hemo nuh ji cot vegerîyaye. Rebeno ji hev de ketîye. Ji serê sibehê heta tarî ketîye erdê nesekinîye, xebitîye.
Li ser sifreyê çarmêlkî rûniştîye, devê wî ji hev çûye, lê çav jî li ser ekrana televîzyonê, him xwarina ber xwe dixwe, him jî çav li ser ekranê, li nûçeyên êvarî guhdarî dike. 
Ji nişka ve parîyê nan di dest de, bi nûçeya derdiçe, sar disekine, xewa ku kêlîyeke berê girtibû ser çavan, ji ser çavan dihere.
Bi bihîstina nûçeya, “Piştî 4 an jî 5 milyar salên din bi îhtimaleke xurt ew ê galaksîya Rêka Kadizê û galaksîya Andromedayê li bin guhên hev bikevin û her du galaksî yê bibin hîç û pîç!” şaş dimîne, ji şaşbûna devê wî mîna qaçika bizinê ji hev dihere û bi dengekî hêl bangî jina xwe dike:
-Zînê! Zînêê!
Zînê mîna brûskê xwe li derî diqewimîne û tê li devê derî disekine.
-Keçê Zînê! Hey agir bi konê bavê te ketê, Zînê! Ew kûçikbav dibêje, piştî 4-5 milyar salên din galaksîya me yê li bin guhên galaksîyeke din bikeve û yek ji me yê nefilite, ew ê erd û ezman bibin yek!
Zînê destê xwe dide ber devê xwe û dibe pepûk pepûka wê:
-Ma çima tu nabêjî dinya yê xera bibe!..