Çanakkale!
Gelîbolû!
Goşt!
Neynûk!
Mirîşkên me!
Mirîşkên wan!
Me qiz dane hev bi ruhê eşmeyî li ser axa jixwexeyidî...
Û ser(n)okên me ji dijminên me bêtir xwe difiroşin bi gurzeke anku bi baxeke nok.
Nok!
Gurz!
Bax!
Bi qasî vî miletî ji ber Evdilselehatînan kişand, kesî ji ber kesî nekişand.
"Devliken, dinya bûye berîberdan!"
Telefona wê di destê wê de, bi rêya Tîk-Tokê li vîdeoyan temaşe dikir.
Min got,
"Xêr e, dîsa tu ji çi aciz bûyî?"
Got,
"Lo lawo, bûkên nuha dikevin serê govendê, ji berbûyan bêtir xwe dihejînin û direqisin. Qey eyb û heya nemaye."
Min got,
"Seadet, bûkên berê, bi piranî bêyî dilê xwe dizewicîn, loma jî ew roj ji bo wan ne şahî, xemgînî û şînî bû, lê bûkên nuha bi dilê xwe dikin û dizewicin. Ma ku agir ji sîng û berên wan nefûre û nedin lotikan, ew ê ji sîng û berên kê bifûre û bidin lotikan!"
Got,
"Ma weleh me jî bi dilê xwe kir û em zewicîn, lê ne bi vê xezebê. Na na, tevna civakê xera bûye, ne eyb maye, ne heya."
Evdilayê Momikê ji bo pêdivî û asûkên xwe erebeya xwe ya dewaran dibe dikişîne ber dikanê û derbasî dikanê dibe. Li pêşîya erebeya wî ya dewaran erebeyeke din a dewaran sekinîye anku parkkirî ye.
Bergîrê wî nêr e, ya pêşîyê mê ye...
Bi rûyekî têrken Evdilayê Momikê silavê dide dikandar. Dikandar silava wî lê vedigerîne û dizîvire li derve dinere.
Dibêje, "Kuro Evdikê, berê bergîrê te bi malê ve ye û te rişma wî jî xweşik neavêt derekê. Te li şûna xwe nehêle û neçe malê?"
Evdilayê Momikê di bin simbêlan de dikene, mîna kûçikê hestî di ber de mabe xîzexîs ji qirikê te.
Dibêje, "Kuro Cemîlo, quz li pêşîya wî ye, quzzz! Ma ew ê wî quzî bihêle û biçe kuu!"
Cemîl bi haweyê bibêje weleh xebera te ye, devê xwe diqermiçîne û serê xwe dihejîne.
Dibêje, "Erê weleh Evdikê, xebera te ye. Ji derdê vî quzî ne dîn bi me re ma ne îman, ne bext bi me re ma ne ûjdan! Ev quz berê qibleyê ji meriv diguhere."
Gotina Dawî
Bi qasî ji bo vî perçekê quz em hewl didin, ji bo kurdîtîya xwe me hewl dabûya, nuha ji zû de belav bûbû li ser her çar perçeyan ew mij!.."