7 Temmuz 2022 Perşembe

mar û siruşt

Rewşa Tirkîyeyê roj bi roj ber bi nexweşîyê ve dihere; bûye zirsîrkek...
Mafya ketîye nav dewletê, bi rêya şantajê rêvebir bi dest xistine, êdî ew dewletê bi rê ve dibin an dewlet bi xwe bûye mafya û mafyaya heyî bi gef û tehdîdan ji bo karên xwe yên kûr û veşartî bi kar tîne, nizanim.
Sîstem têk neçûye, sîstem bûye mafîya û êdî kes ne di ewleyîyê de ye.
Gef û fordên desthilatîyê, hûpehûp û hîrtehîrta muxalefetê zirt û virtên derewîn in.
Kirasê mar kevn bûye, rizîyaye û êdî wextê guhertinê hatîye.
Di dema guhertinê de yan kirasê li serê mar bigere, mar ê bifetise yan jî bi kirasekî nuh mar ê ji nû ve bibe perçeyek ji siruştê.
Û siruşt xwe vediguhere...

Gotina Dawî
Yan jî mar ê bi xwe ve de, xwe bikuje!..