4 Temmuz 2022 Pazartesi

weşangerên fisgenî

Got,
"Kurdî li ser pişta weşanxaneyan diçêre yan weşanxane li ser pişta kurdî diçêrin?"
Got,
"Weşanger bazirgan in, tucar in. Û sînorê neteweperwerîya wan bi qasî hejmara pereyên dikevin bêrîkên wan teng an jî fire ye."

Got,
"Jixwe li ser vê axa nahletbûyî xwendin pir kêm e, lê xwendina bi kurdî bêtir kêm e. Weleh helal be ji weşanger û weşanxaneyan re ku xwe didin bin vî barî!"
Got,
"Ne xema weşanger û weşanxaneyên kurdan e. Jixwe xisara wan tune ye. Hejmareke pir hindik ne tê de, dosyayên diherin ber destê wan weşanxaneyan, bi heqê mesrefa xwe diherin ber destê wan. Yanî tiştek ji bêrîka wan dernakeve. 
Li ser meseleyê: 
Hevîrê hilatî tê ber destê wan û ew jî radibin wî hevîrî dikin girik û dû re diherin wan girikan li tenûrê dixin. Heger hat û çend kesan ji wî nanî xwarin, çend qurişên din jî dikeve bêrîkên wan; na, heger nexwarin jî, jixwe xisara wan tune ye, di ser re gav dikin û dest bi pêvedana nanê tenûreke din dikin."

Gotina Dawî
Û weşanger anku xwedîyên weşanxaneyan bi çapkirina kitêban ji xwedîyên kitêban bêtir xwe qure û entelektuel dihesibînin.