2 Temmuz 2022 Cumartesi

reklama baş û xerab

Were û bihikume, ji bavê xwe bêminet im û hesabê kesî jî nakim, heger di çarçoveya mentiqê de ez heq û rast bim, haa!
Texsîr nakim, lê dixim û lê diherim...
Dema mijar dibe rexne, wek hinekan peyvê bi vir de û wê de nabim naynim, rasterast xwe lê diqewimînim û bi nav dikim.
Loma jî...
min dilê gelek kesan êşandîye, dilê gelek kesan ji xwe hiştîye û li ber çavê gelek kesan reş bûme mîna marekî reş,
lê...
carinan destnîşankirin, eşkerekirin, kifşkirin û bi navkirina hin kesan, çi baş çi xerab ji bo wan dibe danasîn û reklam, mixabin;
ji ber vê jî...
êdî ez hewl didim bi stratejîyeke sublîmînalî hin tiştan, hin kesan rexne bikim.
Haa!..
Nayê wê mahneyê êdî bi haweyekî kifş û eşkere ez ê kesî rexne nekim; lê hewce ye ew kesê meriv ê wî rexne bike, hêjayî wê rexneyê be anku ne rêx be.
Wê rojê...
li ser bêkesayetekî populîst min çend kelam kirin. 
Evdila rabû li ser whatsapê ji min re nivîsand.
Hûn Evdila nas dikin jixwe; him hevalê min e, him jî hembajarîyê min e; 
lê ji xêra Xwedê re navê wî ne Evdila bûya!
Axir...
Got, "Seyda, heyfa te û wê vîzyon û kalîteya te. Çawa tu radibî her teres û kurtêlxwir û qeşmerî ji nivîsên xwe re dikî mestere û mijar! Baş xerab heger yek ê di nivîsên te de bibe mijar, hewce ye bi başîya xwe jî, bi xerabîya xwe jî hêja be û heq bike."
Dû re...
Ez fikirîm, xwe bi xwe min got bi Xwedê ciwamêr rast dibêje. Ma hewce ye meriv hiş û zanîn û vîzyon û qelema xwe têxe bin xizmeta reklam û danasîna teres û xwelîser û belengazan?
Na, ne hewce ye...

Gotina Dawî
Kûçik ji tolik û nançûk û pirpar û strîzerkê fêhm nake û naxwe; kûçik tenê ji hestîyan fêhm dike lê naxwe, dikoje!..