21 Temmuz 2022 Perşembe

dergûş

Firên teqîyaye, xwe bidin alî!
Sîyaset çilvirîye!..
Ekonomîyê top avêtîye!..
Civak bûye qeşmer!..
Dolar û euro bi dor serê govendê dikişînin!..
Û xizan destên xwe li ber Xwedê vedigirin û dua dikin:
"Ya Rebî! Tu me jî tofanên girantir bistirînî!"
Tofanên girantir!
Ji vê rewşê girantir mirin e, lê pirê caran mirin ji bo meriv ji vê belengazîya stuxwar rizgar bibe, kulmek hizûr e.
Lê destê xizan û nezan û belengazan ji vê jîyana teres jî nabe.
Nabe, lewra ji mirinê jî ditirsin, ji jîyînê jî...
Ji nuha heta salekê hin tişt anku pir tişt ê biguhere, lê em ji van guherînan re çi qasî amade ne, nizanim.
Dergûş diheje!
Yan em ê di xew re biçin,
yan jî em ê veciniqin!..

Gotina Dawî
Jîyan di navbera xew û mirinê de tayekî zirav e; wekî din zirxewnek e.