20 Eylül 2021 Pazartesi

piştî te

piştî te

bi hezaran qaqlîbaz li asîmanan asê man

yûnisên kerî bi kerî avjenî dikirin hew bi ser avê ketin

û evîndar ji peravê xeyidîn

pisîkên nefsek stuxwar man


piştî te

behr ji pirê xeyidî

av bêyî dilê xwe herikî

û di bin şopa şênîyên bajêr de

evînekê ber avêt


piştî te

li bazara bazirganan evîn bû qahpikek

kesî li xwe daneanî li hêla wê binere

stuxwar ma li kolanên bajêr

ma min ji te re negotibû qîmetê evînê tune ye li vî bajarî


piştî te

ez ê jî terka evînê bikim

û bibim zebzefiroşek

ez ê her tiştî bifiroşim

lê tenê destê min ê li evînê negere