Derhêner, senarîst û lîstikvan...
Sînema, lê kîjan sînema?
Sînemaya kurdî, yan sînemaya tirkî?
Zimanê berhemekê çi be, berhem a wî zimanî ye;
çi sînema, çi edebîyat, çi muzîk...
Ho ho!
Ma ji bo hunerê ziman hewce ye?
Erê, hewce ye.
Çima hewce ye?
Ji ber ku,
ziman ji wê axê, ku li ser diçêre diafire; bi nirxên wê axê xwe xwedî dike û dibe dengê wê axê; ew ax, kul û êş û janên xwe jî lê bar dike, kêf û şadî û eşqên xwe jî;
bi kin û kurmancî,
zimanê meriv pê difikire, pê dipeyive, pê dinivîsîne, pê dijî çi be, meriv li gorî ruhê wî zimanî tev digere
û ruh jî; ji hest, hîs, îdeolojî, jîyîn, kevneşopî, folklor, erf, adet û jîyîna kesên li ser wê axa ku bi wî zimanî dijîn, dimeye.
Ruhê Yilmaz Guney şad be!
Temenê wî têrê nekir, heger çend saleke din bijîya, belkî ji bo sînemaya kurdî jî hewl bida berhemin baş çêke, lê nebû qismet;
loma jî Yilmaz Yilmazê me ye, lê Guney, anku hunera wî para dijminên me ye.
Nizanim ka çi qasî rast e, wê rojê min li derekê xwend; serokwezîra Alamanyayê Angela Merkelê gotîye:
Tenê serjimara Çîn û Hindistanê du milyar û nîv e. Sed û pêncî xwedayên wan hene û bi kêmanî xwedîyê heysed bawerî ne û bi hev re di nav aştîyê de dijîn.
Lê misilman!
Tenê Xwedayekî wan heye, tenê pêxemberekî wan heye, tenê dînekî wan heye, tenê kitêbeke wan heye, lê xwîna hev vedixwin, bi xwîna hev destmêj digirin, sikak û kolanên wan bi xwînê sor dikin.
Qesas jî dibêje, "Alah û Ekber!" qurban jî dibêje, "Alah û Ekber!"
Û her du hêl jî ji mirîyên xwe re dibêjin "Şehîd"
De îja were ji nav vê pirikê derkeve!
Gotina Dawî
Ziman, ax e.
Ziman, netew e.
Ziman, dewlet e, dewletxwazî ye.
Ziman, xala yekem a netewperwerî û dewletxwazîyê ye,
loma jî her kê ji zimanê xwe hez nekir û bi zimanê xwe nejîya, ne ji wî bawer bikin, ne ji netewperwerîya wî bawer bikin, ne jî ji hewldan û sîyaseta wî ya ji bo dewletbûyînê bawer bikin.
Derew e, derewan dike!