Sîyaset!
Civak!
Edebîyat!
Huner!
Mîzah!
Magazîn!
Yan erotîzm!
Serî li min bûye def û her yek ji hêlekê ve digurmîninê...
Rojev pelûl e jixwe; her roj du roj eynê kerafî!
Ne tirk du gavan pêş ve diavêjin, ne jî kurd terka biratîyê dikin.
Jixwe Reîs Sedat Peker jî xeyidî...
Ka îja em ê wext û dema xwe bi kê û çawa derbas bikin?
Derbenda qûna Erdogan qetîyaye, êdî Emîne xanim bêyî hefat hew dihêle derkeve derve, xwe û derdora xwe bilewitîne;
lê jixwe jêr û jor bûne yek û bi dor dipeyivin!
Û qebheta hetka jor ji qebheta hetka jêr bêtir e.
Gelo berî mirinekê wek netewên din ên xwedan dewlet em ê jî rojekê ji wê şeraba azadîyê vexwin û li ber bayê serxwebûnê serxweş bikevin?
Off!
Serxweşîya bi şeraba azadîyê jî serxweşî ye, haa!
Heger Kurdistan serbixwe bibe, divê wê şevê hemû serxwebûnxwaz xwe şûtîtazî bikin û heta berbanga sibehê vexwin, serxweş bikevin û di hev nin!
Lê jin û mêr, ne mêr û mêr an jî jin û jin!
Na na!
Azadî, ji her kesî re azadî ye,
loma jî dilê kê çawa dixwaze, bila weha jî bike û texsîr neke;
çi jin bi mêr re, çi mêr bi mêr re, çi jin bi jinê re, çi jî garankî...
Gotina Dawî
Hêvî dikim berî kurdî ji ser vê axê bar bike, Kurdistan ava bibe;
yan na, kurd ê kurmî bibin...