22 Nisan 2021 Perşembe

jartîyel

Bi silavekê ez derbasî hundirê marketê bûm.
Xwedîyê marketê kurd e.
Bi kurdî me li hal û ehwalê hev pirsî.
Ji xêndî me jî çend kesên din jî hebûn; ji bo heqê tiştên kirîne bidin li benda dora xwe sekinîbûn.
Xwedîyê marketê bi min re dipeyivî, lê çavên wî li muşterîyên din bûn.
Min xwe paş ve kişand, her du muşterîyan heqê alavên xwe da û derketin.
Ez û xwedîyê marketê tenê man.
Di bin maskê de ez lê hayil nebûm ka bê di bin simbêlan de lêv di çi pozisyonê de ne.
Got, "Kekê, tu nizanî bê ev çi kîrquzdê ne! Dema fêhm dikin meriv kurd e, rêya xwe ji ser meriv diguherin, hew tên tiştekî dikirin."
Ez kenîyam. 
Min got, "Şertê biratîyê giran e, xorto, lê bi îzna Xwedê û bi hêz û îmana ruhê Eşmeyê di demeke nêzîk de em ê wan li xwe bibahnînin û şeraba biratîyê bi wan bidin vexwarin."

Mele kincên xwe li xwe kirin, şaşika xwe da serê xwe, qundereya xwe kir pê û derî vekir.
Berî gava xwe biavêje derve, jina wî ber bi wî ve hat û bi dengekî nizm û nazenîn got, "Ji min re jartîyerekê bikire."
Mele nepirsî ka bê jartîyer çi ye, ne çi ye; tenê serê xwe bi haweyê erê kil kir û meşîya.
Mele di ber kîjan dikanê re derbas bû, got, "Jartîyer heye?" 
Lê ne penêrfiroş, ne zebzefiroş, ne beqlawefiroş, ne jî kincfiroş û dermanfiroşan dilê Mele rehet kir; hin ji wan bêyî ku Mele bi xwe bihisînin, di bin simbêlan de bi haweyekî qerfok kenîyan jî.
Axir, Mele betilî û çû li ber devê dikana birakekî xwe rûnişt. 
Birakê wî jî hat li cem wî rûnişt. 
Lawikê li ber destê birakê wî dixebitî çû ji wan re çay xwest; di nava çend deqeyan de çay ji wan re hat.
Mele şekirê çaya xwe avêtê û li hev xist.
Qurtek li çaya xwe xist nexist, gazî lawikê li dikanê dinere kir.
Lawik got, "Kerem bike, Seyda."
Mele destê xwe avêt bêrîka xwe, pere ji bêrîka xwe derxist, da destê lêwik û got, "Hela here ji xaltîka xwe re jartîyerekê bikire."
Lawik şaş û metel ma; çav di serî de bûn tas, got, "Çiii!"
Mele got, "Jartîyêr jartîyêr!"
Lawik di ber xwe de got, "Wey zalim, wey! Îja jartîyer!" lê nehişt Mele pê bihise û çû.
Piştî deh deqeyan poşetek di dest de lawik hat.
Poşet da destê Mele û derbasî hundir bû.
Mele jî çaya xwe vexwar, rabû ser xwe, xatir ji birakê xwe xwest û meşîya, ber bi malê ve çû.
Li derî xist, jinê derî vekir. 
Mele poşet da destê wê, got, "Ha ji te re jêrtîyê te!" û derbasî hundir nebû, di nig de vegerîya, berê xwe da mizgeftê.
Destmêja xwe nuh kir û derbasî hundir bû.
Li dora çel pêncî kesî li hundirê mizgeftê rûniştibûn.
Mele berî nimêjê, bi qasî seetekê li ser ehlaq û bêehlaqîyê ji wan re weez da...
Bi cimhetî nimêja xwe kirin û belav bûn.
Piştî cimhet belav bû, Mele jî rabû ser xwe, ber bi derî ve meşîya. 
Li devê derî ji xêndî şimikeke qetîyayî tu sol an şekaleke din ne xuya bû.
Di ber xwe de xwe li dê û jina dizê qundereya xwe ceriband û şimika qetîyayî bi serê nigên xwe ve kir û ber bi malê ve xwe avêt ser teqleyan.
Ji hundir dengê muzîkekê bilind dibû.
sê caran wê çav da min
sê caran wê maç da min
sê caran wê lêv da min
sê caran wê dest da min
kubar kubar kubarê
kubar kubar kubarê
Mele guhê xwe spart derî, şaş ma.
Hindik mabû Mele li ber stranê bireqise, lê zû bi ser hişê xwe ve hat.
Destê xwe avêt bêrîka xwe, mifte derxist, pê derî vekir û derbasî hundir bû.
Hîn şimika xwe ji pê nekiribû, dengê mêrekî ji hêla odeya raketinê hat, "Off! Mele jî Mele ye ha! Weyla min kîrê te xwaro! Meriv li ber vê jarterê dikare hîç tiştekî neke û bi xwe xweş bîne, Elawekîl!"