29 Nisan 2021 Perşembe

emlakfiroş

-Elo!
-Elo elo!
-Ew der ku ye?
-Dev ji vir berde, tu li kê digerî?
-Ew der emlakfiroş e?
-Erê, kerem bike, ez Temirê emlakfiroş.
-Te got Nemir? (Xwe bi xwe dibêje çi navekî ecêb law!)
-Ne nemir xalo, Temir Temir!
-Xwarzîyê Demir, ji xalê te re xanîyek lazim e.
-Li ser çavan xalo. Tu xanîyekî çawa dixwazî?
-Ma xanî çawa ne, xwarzîyê Demir? Xanî xanî! Ji bo em tê de bisitirin!
-(Xwe bi xwe dibêje tu disitirî nasitirî cehenma te kiriye) Erê, min fêhm kir xanî xanî ye, lê çend ode, çend salon, çend mitbex, çend serşok, çend tuwalet?
-Bi Xwedê tavê li serê te xistîye. Îja çend salon, çend ode, çend mitbex, çend serşok û tuwalet. Xanî du ode û salon e; wekî din jî mitbex û serşok û tuwalet jî jixwe li hewşê ne...
-(Xwe bi xwe dibêje la hewle wela!) Xalo, ma tu ji kîjan gundî ji xwe re li xênî digerî? Ev der bajar e, bajar!
-Xwarzîyê Demir, ez dizanim ew der bajar e. Nuha min alavên xwe xistine dawîya pîkabekê, em dikin ji gund bar bikin.
-Himm!
-Erê himm wey!
-De baş e, ne mesele ye; ma ji xanîyan bêtir. Ka kengî tu hatî, em dikarin bi hev re herin li çend xanîyan binerin.
-Kuro, ev tu himeq î! Tenê xanîyek ji min re lazim e. Îja em ê herin li çend xanîyan binerin, çi ye? Bi Xwedê, yan te dil mil girtîye yan jî tu ji sinhetê xwe fêhm nakî...
-(Xwe bi xwe dibêje weyla min di xwe nîyhî!) Temam xalo, temam ezxulam! Ka tu werî!
-Min go!
-Guhê min li te ye, xalo.
-Xanîyê ez dixwazim bila dûrî mizgeftan be; jixwe du dîkên min ên qoqo hene, her sibeh azan didin; hewce nake ez dengê wan meleyên detone dibin bibihîzim.
-Wekî din, emrekî te?
-Na na, bila dûrî mizgeftan be, wekî din tiştekî naxwazim.
-Weleh xanîyekî wek tu dixwazî heye, lê...
-Lê çi?
-Bi mezel ve ye.
-Min kirî!
-Çi?
-Min got min kirî. Tam ez li xanîyekî werê digerim. Ne dengê melê, ne jî qarewara însên. Ma cîrantî ji cîrantîya mirîyan xweştir heye!