Panzdeh rojên min bi şewbê derbas bûn. Û jixwe dema meriv bi şewbê be, meriv ji ber ruhê xwe aciz e;
ne meriv dixwaze here nav civatekê, ne jî meriv dixwaze kes were cem meriv.
Baş e ku dosyayek li ber destê min bû; baş xerab min dema xwe bi wê dosyeyê re derbas kir.
Bi serîyekî ne rehet, bi ruhekî ji ber xwe aciz meriv dikare bi kêr bê yan nikare, nizanim; lê piştî ez ji nû ve li wê dosyeyê vegerim, ez bibînim bê çi kar û xebat ji wî serîyê ne rehet û wî ruhê ji ber xwe aciz derketîye.
Bi kin û kurmancî,
vê carê min dilê xwe li welêt rehet nekir; nêvîyê rojên min di qula xênî de bi fişefiş û pişkepişkê derbas bû, mixabin.
Û vê carê,
ne min Şêxê xwe Telhed dît,
ne min feylesofê dînan Emîn dît,
ne li Evdirhîmê Hecî Emîn rast hatim,
ne li mîrê tirşikê Evdilqadir rast hatim,
ne jî min şahê dînan Qomançero dît.
Heyf!
Kodên wê axê li wan barkirî ne; kurdî û kurdîtî ji wan difûre...
Li cem Şêx Telhed ez dibim zarokekî neh-deh salî;
Şêx, li ser têla zemên berê min dide bîranîn û serpêhatîyên leylanî.
Çemê Zirganê diherike û em bi kîsikên naylon masîyan digirin.
Şêxê min li pey pezên xwe, berî li çêregehên hêla Girmelîba û Tinişirê ye.
Rûyê me gurî dibe li ber tava piştî ketina avê
û pîrekên taxa çem, bi kincên xwe yên qilêrî li qiraxa çem in ji bo şuştinê;
senfonîyek bilind dibe ji dengê şûnikên wan.
Emîn!
Feylesofê bê kitêb.
Her gotineke wî aforîzmayek e
û di her aforîzmayeke wî de peyameke sublîmînal.
Dikare dînan baqil, baqilan dîn bike.
Têra xwe bawermend, têra xwe xwedanenas, têra xwe anarşîst û berdûş e, Emîn.
Evdilqadir!
Gotin têra wî nakin; divê meriv bi çavên serê xwe wî bibîne û bi wî re civatê bigerîne.
Dikare di nava pênc deqeyan de hemû senarîstên dinyayê di senaryoyekê de bike fîguran...
Evdirhîmê Hecî Emîn!
Gula dawetan.
Şahê reqsên kurmancî; govend bi wî diherike...
Çi cara dikeve bîra min, serpêhatîya ber devê qahweyê bi haweyekî leylanî li ser têla zemên li ber çavên min diricife.
"Qahwecî! Ji yawrima min re lezoyekê bîne!"
Dema qahwecî lê radibe û dibêje, "Ev der qahwe ye, ne cîyê ker û bergîran e."
Evdirhîmê me çavên xwe li hundirê qahweyê digerîne, di ber xwe de dibêje, "Belî ye, belî..." û bi serê bergîra xwe digire û dimeşe.
Ax Qomançero, ax!
Tu çi dînekî baqil î.
Tu çi dînekî ne dîn î.
Tu çi dînekî hunermend î.
Tu çi dînekî şareza û medenî yî.
Dema tu destê xwe vedigirî jî, esaleteke te heye; tu dibêjî, "Pere heye heval?" tu carî "Pere bide" ji nav lêvên te derneket, dernakeve.
Bi qasî te tu kesî peyva "heval" li ber dilê me şêrîn nekir.
Bi soza mêrê berê!
Vê carê ku ez hatim û heger ez bikaribim xwe bighînim we her pêncan, li sûkê, li cem esnafekî heval ez ê taweyekê bişînim firneyê û piştî taweya me ji firneyê vegere, em bi hev re li ser taweya xwe rûnin û him bixwin, him jî qquretîyan bikin.