26 Nisan 2021 Pazartesi

apokalîpto

Ez û Evdila rûniştin.
Zeman û mekan ne girîng in.
Belkî em rûniştibin, belkî em rûneniştibin jî, lê me civat gerand.
Jixwe dema ez û Evdila digihêjin hev, heta em li ser sîyasetê quretîyan nekin, ne sebra me tê, ne jî kurmê me dişikê.
Lê quretîyên me jî quretî ne ha; felsefe, edebîyat, huner, pêşdîtin û fantezî jê difûrin.
Ne Tolstoy û Hemingway, ne Platon û Arîstoteles, ne Hegel û Goethe, ne jî Osho û Kant û Spinoza dikarin avê li destê me bikin dema em dest bi quretîyan dikin.
Mijara me sînema bû û me qala Mel Gibson û fîlmê wî Apokalîpto dikir.
Jixwe dema peyvek an jî navek bi "Apo" dest pê dike, bêhemdê xwe mijar diqulipe ser sîyasetê û em malikê li edebîyat û huner û sînemayê xera dikin.
Nahlet li me bê! Em çê nabin!
Evdila got:
-Bazê Qendîlê xalê Cemîl dibêje, "Dema Amerîka bêvila xwe dixe nav karê me, pirsgirêka kurd kûrtir dibe.
Min got:
-Wele xalê Cemîl rast dibêje. Heta kûr nere, jixwe çareser nabe. Divê binê wê baş bê kolan. Ev mesele bi biratî miratîyê, bi konfederalîzm monfederalîzmê û bi jîyana komînal momînal çareser nabe; kêr gîhaştîye hestî û hewce ye em hesabê birîna kêrê bipirsin. Hesabê birîna kêrê jî bi slogan miloganên beradayî safî nabe, Evdila. 
-Jixwe ji ber ku heta nuha tenê di ser re me li meseleyê nerîye, ev mesele ji kokê de çareser nebûye û her çûye kûrtir bûye. Ya din jî ji kerema xwe re ji min re bibêje Xoce!
-Baş e Xoce.
-Spas.
-Yaw kurd çi bêhiş in. Ev çel sal in di hundirê wan şikeftan de rêberî û rêvebirîyê dikin û tu kes jî ji xwe napirse û nabêje, "Kuro, ma şikeft û bajar!"
-Ev ne rêber in, rêbir in, rêbir!
-Rêbir! Ev xweş bû û tam li gorî rewşê ye ha! Bi şeref carinan tu tam li hedefê dixî. Bijî!
-Ew ne ji bo siberojê, ji bo paşerojê dixebitin. Ji bo dîsa însanetîyê li koka wan vegerînin li rê û rêbazan digerin, li ser îdeolojîyên mîna jîyana komînal û komara demokratîk û jîyana xweser dixebitin. Jixwe berî nuha bi deh panzdeh hezar sal bav û kalên me komînal dijîyan. Û cîyê vê ilm û zanistê jî şikeft in.
-Ez di şûna Amerîkayê de bim, ez ê wan ji wan şikeftan derxim, şûtîtazî bikim û berê wan bidim nav daristanên Amazonan. Ez ê bibêjim jîyana komînal aha ev e. Ha ji we re rim û tîr û tîrkevan û biçêrin li ser dil û gurçik û kezebên tebayên hov...
-Wek fîlmê Mel Gibson ê bi navê Apokalîpto!
-Nav jî temam e: Apokalîpto!
-Ma tu çîroka Apokalîpto dizanî?
-Na.
-De ka guh bide min, ez ji te re bibêjim:
Mel Gibson, li Mêrdînê li sûka sobecîyan ji bo ji xwe re sobeyekê bikire dimeşe.
Ha, ez vê jî bibêjim, ne ji bo zivistanî xwe li ber germ bike; tenê wek dîyarî dixwaze bikire û bi xwe re bibe. Û jixwe sobeyên mêrdînîyan jî bi nav û deng in; mîna esereke entîke...
Erê, Mel Gibson di ber dikaneka Semîrê Sobecî re derbas dibe, sobeyek pir bala wî dikişîne. Semîrê Sobecî wî keremî hundir dike. Mel Gibson dihere li hundir li ser kursîkeke biçûk rûdine.
Çaycî derbas dibe.
Temenê çaycî bi ser heftê ketîye.
Semîrê Sobecî dibêje, "Apo ka lîptonekê ji mêvanê min re bîne."
Mel Gibson dibêje, "Apokalîpto!"
Semîrê Sobecî dibêje, "Heger kêfa te ji lîptonê re nayê, bila apo qahweyekê ji te re bîne, qahweya dîbek."
Mel Gibson dibêje, "Fîlmê min, fîlmê min! Navê fîlmê min jî Apokalîpto ye. We lê temaşe kiriye?"
Semîrê Sobecî û çaycî li hev dinerin, dikenin û çaycî dibêje, "Jixwe piştî fîlmê te, li Mêrdînê kes hew çaya qaçax vedixwe, êdî lîpton bûye mode, lîpton."
Mel Gibson lêvên xwe xwaromaro dike, lê tiştekî nabêje.
Semîrê Sobecî dibêje, "Ev çel sal in zarokên me li serê çîyê şer dikin ji bo jîyaneke mîna jîyana wan qebîleyên di fîlmê Apokalîpto de ava bikin, lê mixabin, tirk û ereb û faris ji jîyana komînal fêhm nakin. Û dîsa ev bar ket ser milên me, divê em rojhilata nêzîk û navîn hînî jîyana komînal bikin û em ê bikin jî."
Piştî Semîrê Sobecî peyva xwe qedand, wî û çaycî bi sloganan xwe li erdê xistin:
"Jin, jîyan, azadî! Jin, jîyan, azadî! Jin, jîyan, azadî!"