Got,
"Lo lawo! Jina Felemez çima terka wî kiriye û çûye mala bavê xwe?"
Got,
"Pîrê! Xêr û gunehên wan di stuyê wan de be, lê dibêjin carinan jinikê nedihişt Felemez here têkeve himbêza wê."
Got,
"Wee! Ma qey ev jinik dîn bûye!"
Got,
"Çima?"
Got,
"Îja çima! Berê, ji ber nîyhandina keran mêrên me mehê carekê bi zorê rê bi ser nivînên me dixistin, jinên nuha jî ji ber hêz û daxwaz û arezûya zêde ya mêrên xwe acizîyan dikin. Axx axx! Ez di zemanekî xerab de hatime dinyayê. Xwezî ji dêvla wê porkura nesitirî ez jina Felemez bûma!.."
Got,
"Dinya hurîyet e, dilê min çawa bixwaze, ez ê weha jî bijîm."
Got,
"Hey porkurê! Navê min Hurîyet e, lê bi qasî te ez ne hur û xwedan hurîyet im."
Got,
"Zîzek xweş pesnê kurdan dide, haa!"
Got,
"Erê, xweş pesnê kurdan dide, lê xwezî em weha zû bi ser avê neketana! Ev bêbav hingî pesnê me didin, em hew xwe nas dikin."
Got,
"Ez welatê te me! Ez zimanê te yê wendabûyî me!"
Got,
"Çi cara ez te bera ser xwe didim, wek welatek di ser min re here; zimanê te li ser bedena min a hov netewekê diafirîne û ez li xwe vedigerim, dibim xwe..."
Got,
"Heger meriv dilê jina meleyekî yan jî şêxekî xweş bike, xêr ji meriv re tê nivîsandin an guneh?"
Got,
"Bextewarkirina jinekê ji îbadeta mele û şêxekî pîroztir e!"
Got,
"Roj bi roj hezkirina te di dilê min de zêde dibe û her ku hezkirina te zêde dibe, metirsîyên min jî zêde dibe."
Got,
"Tu konfora min î. Ne ji bo te, ji bo xwe mabe, ez ê terka te nekim, berxa min."