19 Aralık 2020 Cumartesi

ji rojan îroj

Ne di dînan nin, ne jî dînan bera ser xwe din!

Telefona min lêket...

Ez li ekranê dinerim, Mamoste Evdila dinivîsîne. 

Berî ez pê li tûşa "erê" bikim, bi serê lêvan ez dimizicim. 

Di dilê xwe de dibêjim, "Xwedê bide, nabêje tu lawê kê yî!"

Vê biwêjê jin jî karin ji bo xwe weha biguherin, "Xwedê bide, nabêje tu keça kê yî!"

Erê zimanê min mêrane û seksîst e, lê divê ez dilê jinan jî ji xwe nehêlim; carina lazim dibin...:))

Evdila, ji haziran ne çêtir be, hevalekî min e û li ber dilê min pir hêja ye. 

Ez ne li welêt bim jî, bi xêra wî ez ji hemû bûyer û tevlihevî û kaos û meseleyên welêt haydar dibim; bîra min a welêt e.

Yezdan kêmanîya wî nede û her ji pênc salan carekê mahra wî nuh bike.

-Alo Devliken!

lê ev deng ne dengê Evdila ye.

Hela hela!

Di ber re dengê kenê Evdila jî tê.

-Tu kî yî law?

Hîç xwe naêşîne, bi haweyekî pir rehet, 

-Ez im, Emîn Emîn! Ma te ez nas nekirim, ya Xwedê?

-Weh! Emîn! Pêxember!

Û em dikenin...

Berê jî carekê min di blogê de ji we re qala Emînê Dîn kiribû; gula Qoserê ye, Emîn.

-Erê, temam tu Xwedê yî, ma meriv carina li hal û ehwalê pêxemberê xwe napirse, ka tî ye, birçî ye, dixwe naxwe, dike nake!..

Erê dîn e, lê kare biaqilan tî bibe û birçî bîne!

-Lo law, ez kîrê te di koronayê kim! Ji ber vê koronayê hiş di serê min de nema ye.

Tu ji kê re dibêjî! Ez dibêjim çi, tembûra min li çi dixe!

-Yaw ev çima şemî û yekşeman derketina derve qedexe ye? Ma qey korona şemî û yekşeman dernakeve, nagere, hi ii Xwedê?

De were ji Emîn re qala serhildana kulîyan bike...

-Dev ji koronayê berde, Emîn. Du mehên din ez têm, xwe amade bike, em ê fîlmekî bikişînin.

“Go kwîro tu li çi digerî, go çeneke ronî!"

-Ne porno be, ez tê de nalîzim! Tu yê jineke tirk, jineke ereb û jineke faris bînî û ez ê bi kurmanckî di wan nim!

Xweda meriv ji dînan bistrîne! Îja kurmanckî!

Dîn û kurmanckî di meriv ne!!!

Ya star!

-Emîn, ma di vê dema koronayê de radibe?

-Korona dostê dînan e, dine biaqilan!

-Emîn ka tu min jî nakî dîn?

-Jixwe tu Xwedayê me yî!

Kenê Evdila di ber re mîna pêlên çemê Dîcleyê li hev dikeve...


Parsekên zimanên xwe...

Doh piştî nîvê şevê li ser medyaya sosyal, destên min li paş qûna min, bi çavgirtînkê derketibûm rêwîtîyeke ne serî dîyar ne dawî dîyar...

Ji nişka ve li weşaneke zindî rast hatim!

Li ser înstagramê Doktor bi şopînerên xwe re civat digerand...

-Doktor?

Biborin, ji ber ku ez bi Doktor bang wî dikim, min jî bîr kir navê wî binivîsînim.

Doktor Eser; ew xortê pordirêj î li ser medyaya sosyal bûye fenomen.

Jixwe doktorî bi serê xwe di civakê de pîşeyeke karîzmatîk e, lê weke ev ne bes be, bi ser de jî çeleng û li hevhatî ye. 

Ev jî wî du caran dike karîzmatîk.

Û ji xêndî wî kirasê xwe yê spî, ciwamêr bi kirasekî kurdî jî digere...

Ohoo!

Bi kin û kurmancî sê caran karîzmatîk e û ev jî ji bo hesûdîyê bes e jixwe.

Erê, kêfa min jê re tê, jê hez dikim, êdî hevalê min e jî, lê heyran piştî di navbera me de hevaltîyekê dest pê kir, nêvîyê jinên ez dişopandim, terka min kirin û êdî ketine pey şopa wî.

Û ev jî ne tu hawe ye.

De ka ez vê beşa ber xwe biqedînim, ji bo tipê bixwînim, ez ê têkevim nav hewldan û hazirîyekê.

Xwedê biçûk, ez mezin im!

Axir...

Bi qasî nîvseetekê min jî guh da civatê.

Û ji erd û esmên şîrove barîyan:

-Doktor, tu çi xweş bi kurdî dipeyivî!

-Doktor, te çawa xwe hînî kurdî kir?

-Doktor, kurdîya te pir zelal e!

-Doktor, kurdîya te xweş diherike!

-Doktor, ji bo kurdîya min pêş bikeve, tu çi pêşnîyar dikî?

-Doktor, tu dersên kurdî didî?

Te digot qey xwedîyên wan şîroveyan li Marsê dijîn.

Heyran, dev ji vê derûnîya xwe ya mejîsistî berdin, em kurd in û ji vêya normaltir tişt tune ye ku kurdek bi kurdî zanibe-bipeyive.


Gotina Dawî:

Heger du kurd bi kurdî bi hev re peyivîn, yê sisêyan bila li kurdîya wan şaş û ecêbmayî nemîne, lewre kurd bi kurdî dipeyivin, bi fransî napeyivin...







18 Aralık 2020 Cuma

bijî mirîşkên ekolojîk

"Êdî mû bi zimanê min ve şîn hat."

Ha bibêjim, ha bibêjim, tu ji kê re dibêjî? 

Fêhmkirin tune ye.

Pêşîyan belasebeb negotine,

"Kurmê şîrî heta pîrî."

Em hewl didin terîqatên şêx û serokan hilweşînin, ruhê mirîdîtîyê bikujin, lê hîn şêx û serokên heyî nemirine, hin ciwamêr radibin hin şêx û serokên din li ser serê civakê mezin dikin.

Hewce nake hûn wan mezin bikin heyran, heger qudret û hêz û kesayeta mezintîyê bi wan re hebe, jixwe bi wê helwestê, xwe bi xwe ew ê xwe mezin bikin-ew ê mezin bibin, hewceyî we nake.

Na, heger ew qudret û hêz û kesayet bi wan re tune be, bi xwe re ew ê we jî ji taqet û kesayet bixin û ew qelsî û bêkesayetîya wan ê hêvîyê li we bike mij û leylan.

Loma,

xwe azad bikin û ji dû qûna şêx û serokan vegerin.

Îdeolojîyên bi qasî misqalekê xêr û fêdeya wan li kurdîtîyê tune ye, biterikînin ji bo hûn bi dilekî azad karibin bixebitin, di rêya welatekî serbixwe de...

Heger hûn dev ji ruhê xwe yê mirîdîtîyê bernedin, hûn ê her parsek bin û hûn ê her destê xwe vegirin li ber derîyan...

Û "çavê li derîyan, xwelî li serîyan!"

Axir...

Yanî îroj min ê ji we re qala "dizî"ya xwe ya doh kiribûya, lê ev şêx û serok û ruhê miridîtîyê xeyal û fantezî li min û we kir leylan. 

Biborin!

Ne li min, li we...

Jixwe min bi xwe jîya û ew tahm hilanî, lê hûn...

Belkî jî baş e min ji we re qala doh nekir. Dû re di vê sermê de we yê xwe li serşokan biqewimanda û gunehên we yê têketa stuyê min.

Jixwe korona hêç ketîye û bi çargavî dibeze, bi ser de şewb û bapêş û zekem û almewt û sermagirtin...

Na na, mala şêx û serokan ava be, min ew tevn daneanî û ew merşa rengîn nerêsa ber çavên we...

Yan na we yê pê bigirta!

Û pêgirtin jî çalakîyeke hetiketî ye.

Lê doh jî doh bû haa! Tenê vê bibêjim û di ser re gav bikim, nekevim nav kitekitan.

Çendî serpêhatîyên erotîk û mijarên şêx û serokan ne berevajî û bermeqlûbî hev bin jî, ez zêde pê li reha mirîdan nekim. 

Dû re were û har bibin, ew ê xwe di nav gûyê xwe de bigevizînin, xwe jî bilewitînin, me jî.

Hûn karin bibêjin serê mijarê û binê mijarê li hev rûnenişt, çi eleqe!

Ohoo!

Ma çi li hev rûdine, ser û qûna mijara min li hev rûne?

Ev çel sal in em li ber tayê tolikê direqisin:

Me got, "Bijî kurd û Kurdistan!" û di rêya azadî û serxwebûna welêt de em hew di çîyayan de hilatin...

Me pênc hezar gund li ser kirin...

Bi dehezaran gulîsor û fêriz li ser axa xwe ji bo axa xwe bûn ax...

Bajarên me wêran bûn...

Zarokên me hemû bi ber bayê asîmilasyonê ketin, di dibistanên dagirkeran de "îstiklal marşi û ne mûtlû turkum dîyene" ji ber kirin...

Serê me dibêje "serxwebûn", qûna me dibêje "halklarin kardeşligî" û li qoltixeke nerm û germ digere...

Û îro roj, 

zarokên me di ber serxwebûnê de mirin, mezinên me doza demokratîzekirina dagirkeran dikin...

Îja serê mijara min û binê mijara min li hev rûnenişt!

Çiyê me li hev rûdine ku ew li hev rûne?

Bijî mirîşkên ekolojîk!


17 Aralık 2020 Perşembe

ala û kurdewar û kur-dewar

Ala û Kurdewar û Kur-dewar

Ji bo kur-dewar-an ala, tenê perçeyeke qumaş e û li esmanan li ba dikeve.

Dewar in û dewar jî tenê li wî perçeyê qumêş dinerin û li ber reng û libaketina wî qumaşî hîpnoze dibin.

Ne haya wan ji bê heye, ne jî ji felekê heye!

Hişmendî û zîhnîyeta wan bi ber bayê felekê ketîye.

Û jixwe felek jî bûye nav ji çend zarokên bêwelat re...

Nafikirin, ji xwe napirsin bê ka ev qumaşê li esmanan li ba dikeve ji bo çi li ba dikeve!

Çend dolim çêre, himbêzeke pincar, kulmeke ka, baxeke şênkayî li ku be, li wir diçêrin.

Lê ew alaya li esmanan li ba dikeve, ji fikir û nerîn û zanîna kur-dewar-an wê de ye.

Alaya rengîn, Kurdistan e!

Kurdistan, welatê kurdan e.

Û kurd jî, zarokên kurdî ne.

Ya kurdan û dewaran ji hev cuda dike kurdî ye.

We îja fêhm kir bê kî kurd in, kî dewar in!

Kurdî kurdan dike kurdewar.

Heger tu qîmet nedî kurdî û nirxên kurdî, tenê tu dibî kur-dewar...

Ala, azadî ye!

Ala, serxwebûn e!

Ala, mertal û stare ye ji bo zarokên kurdî!

Bi kin û kurmancî, ala, hebûn e!

Lê hin kur-dewar jî hene, wê alayê li xwe dipêçin û hêla xwe ya dewar vedişêrin.

Tew ez dibêjim hewce nake ez qala van dewaran bikim; 

him ew bi xwe zanin bê çi dewar in, him jî tavê daye qûna wan, em bi xwe jî zanin bê çi dewar in.


Ala û Dagirker û Kurdewar

Di 10ê Mijdarê de, li dibistaneke Qoserê ji bo merasima salvegera mirina Ataturk, midûr û mamosteyan hazirî kirine, alaya dagirkeran daxistine nîvê dîrek, zarokan bêhn li xwe çikandine, cit sekinîne, deng ji kesî dernakeve, mîna pût û peykeran bêdeng in.

Bi wê muzîka hiznê merasim dest pê dike û her kes bi haweyekî hiznî bêdeng di cîyê xwe de radiweste.

Berî merasim bi dawî bibe bi çend sanîyeyan, erebeyeke dewaran di ber dibistanê re derbas dibe. Barê erebeyê petat e. Û xwedîyê erebeyê bi dengekî dawidî diqîre:

"Petat! Ha werin petatan! Ha werin petatan! Erzan û belaş, erzan û belaş! Nema nema nema! Petat! Petat! Ha werin petatan!"

Bi dengê petatfiroş, ne midûr xwe digire, ne mamoste xwe digirin, ne zarok...

Hakehaka wan dihere di erşê Xwedê re derdikeve.

Û Ataturk pê digire!


Gotina Dawî:

Heger hûn li dibistanên xwe zarokên me asîmile bikin jî, petatfiroşên me yê nehêlin hûn bi ser kevin!..




16 Aralık 2020 Çarşamba

bixwînin

Lawê Nîhal Atsiz Yagmûr Atsiz di heqê bavê xwe de weha gotibû:

"Bavê min nijadperestekî barbar bû. Serî bi serî serê her kesî dipîva, diwezinand, dixwest têbigihêje bê tirk e yan ne tirk e."


Carina hesabê mal û sûkê li hev dernakeve û daxwaz û hêvî bermeqlûb dibin, mixabin. 

Û meriv pê digire!


Rojekê ji bo zarokên we jî di heqê we de weha nefikirin-nepeyivin û ji ber we fedî nekin, berî her tiştî ûjdanê xwe, bextê xwe bipîvin-biwezinînin.

Bixwînin, bi xwendinê kesayeta xwe biçêrînin, têr bikin, ji bo ew kesayet karibe li dij neheqî û zulmê serî rake û di bin cilika bênamûsîyê de xwe veneşêre.

Bixwînin, bi xwendinê ûjdanên xwe ji wê xewa bêxemîyê şîyar bikin, ji bo hûn bi xwe re rast û durist bin.

Bixwînin, bi xwendinê bextê xwe li ber sîya textê xelkê ji bîr nekin, ji bo bi hestîyên li ser text hûn xwe nefiroşin.

Bixwînin, bi xwendinê bibin xwe, ji bo hûn kirasê dîn û îdeolojîyên du bedenan ji bedena we re mezin e, li xwe nekin û xwe nehetikin.

Bixwînin, bi xwendinê xwe nas bikin, ji bo bi nasnameya xwe hûn serbilind bigerin û pêdivîya we bi nasnameyeke çêkirî çênebe.

Bixwînin, bi xwendinê ji bo hûn karibin xwe û wan ji hevdu veqetînin û piştî we xwe ji wan veqetand jî, hûn bibînin bê hûn xwedan dîrok û kultureke çawa ne.

Bixwînin, lê bi zimanê xwe bixwînin, ji bo hûn bi zimanê xwe sînorên xwe dîyar bikin û bibin xwedîyê xwe.

Bixwînin, bi xwendinê bibin xwe, ji bo sibê zarokên we ji ber we û xelk jî ji ber zarokên we fedî neke.


Gotina Dawî:

Heger rojekê bi zimanê xwe we sînorên xwe dîyar kir, rahêjin serê xwe yê netirk û mêzînekê û berê xwe bidin Goristana Karacaahmetê, li ber serê Nîhal Atsiz serê xwe deynin ser mêzînê, biwezinînin û ji Nîhal Atsiz re bibêjin, "Bibore cewregurê Asenayê, êdî tirk û tirkîtî demode ye."

Û berî hûn ê ji ser gora rehmlênehatî vegerin, bi xêra gora mirîyên xwe yên bi zîhnîyeta van nijadperestên faşîst hatine kuştin, bi ser wan gul û kulîlkên bêyî dilê xwe li dora wê gorê şîn hatine de bimîzin;

bimîzin, ji bo ew gul û kulîlkên bêyî dilê xwe bêhna xwe bi ser wî nijadperestî de berdidin, ji wî ezabî xelas bibin.

15 Aralık 2020 Salı

heyfa nirxên kurdî

Dewleteke te tune be, bi her haweyî tu sêwî yî.

Hemû nirxên meriv diqurmiçin, wenda dibin.

Stand upa îroj amerîkî, ewrûpî û tirk mirk xwe pê qure dikin û pesnê xwe didin, berî bi navekî ekzantirîk biqulipe û bibe stand up, jixwe di kultura kurdî de hebû.

Her gundek xwedan mîzahjenek-çîrokbêjek bû.

Di odeyên gundan de civat digerandin û civat ji ken gêj dikirin.

Lê ji ber ku dewleteke wan belengazan tune bû, bi dejenerekirina kultura kurdî re, ev nirxên me jî mirin, ji kîsê me çûn, mixabin.

Heger wek alemê dewleteke me jî hebûya, her yek ji wan çîrokbêjan îro roj George Carlinek, Bill Cosbyek, Edie Murphyek, Lewent Kircayek, Nejat Uygurek bû, 

lê heyf!

Mirin û zimanê xwe û ew zir kultura li wî zimanî barkirî jî bi xwe birin.


Rojekê yek dimire. 

Gundî diherin wî vedişêrin, lê dema mirî di tirbê de bi cî dikin û dest bi avêtina axê dikin, yek ji wan cûzdanê xwe ji xwe dixe û cûzdan jî bi mirî re di bin axê de dimîne.

Piştî gundî li malên xwe vedigerin, birakê me yê cûzdanê xwe li wir ji bîr kirîye, pê dihise cûzdan ji xwe xistîye.

Difikire, dida bala xwe û zingînî ji serî tê. Xwe bi xwe dibêje hebe nebe min cûzdanê xwe li ser tirbê ji xwe xistîye û radibe ser xwe, berê xwe dide ser tirbê.

Li dora tirbê digere nagere, nabîne. 

Di dilê xwe de dibêje bi Xwedê hebe tune be di bin axê de maye û ji bo tirbê vede dihere ji Mele destûrê dixwaze. 

Mele destûrê didê û tê tirbê dikole, cûzdanê xwe dibîne, tam hewl dide ji hundirê tirbê derkeve, mirî bala wî dikişîne, ji dêvla berê mirî bi qubleyê ve be, pişta mirî bi qubleyê ve ye. 

Dilezîne, ji nû ve tirbê dadigire, didewisîne û berê xwe dida civatê. 

Mele jî rûniştîye.  

Dizîvire ser mele, dibêje, "Seyda, wexta min tirb vekir, min dît mirî xwe qulipandibû hêla dinê; ji dêvla berê wî li quble be, qûna wî li quble dinerî. Gelo ev çi mesele ye?"

Ji civatê çend kes xwe jîr dikin. 

Yek dibêje, qey gunehên wî pir e...

Yek dibêje, ev yek ji nîşane û elametên qîyametê ye...

Yek dibêje, zinê kirîye...

Serî li civatê germ dibe, dixanê bi ser serê xwe dixin.

Hecî Şêxmûs jî rûniştîye, guhên xwe miç kirine li civatê guhdarî dike.

Civat dizîvire ser Hecî Şêxmûs, yek ji wan dipirse, dibêje, "Apê Hecî, gelo tu çi dibêjî"

Hecî Şêxmûs ne kin û ne dirêj dike, kin dibire, dibêje, "Yabo heyran, qey rehmetî qerimî ye, xwe qulipandîye hêla din wey!"


Rojekê dîsa Hecî Şêxmûs û Mele li civatekê rûniştine.

Mele qebeqeba wî ye çi rast çi derew ji ayetên quranê ji civatê re xweş dike.

Mijar jî çavbirçîbûn û têrnexwarîya însên e...

Hecî Şêxmûs ji bo berê qubleyê li ber Mele şaş bike, dibêje, "Hewldana însên a ji bo bibin xwedan mal û milk, dişibe ava şor; meriv çi qas vedixwe, bêtir meriv tî dike û çi qas meriv tî dibe jî meriv her tim dixwaze vexwe. Ew daxwaz mîna qansêreke bêderman e."

Xweşîya Mele dihere, dibêje, "Min dernexist Hecî. Ev ayet a kîjan sûreyê ye?"

Hecî Şêxmûs dibêje, "Frêdrîk Engles gotîye."


14 Aralık 2020 Pazartesi

şorbe

Serê sibehan şorbe xweş e, lê şorbe jî divê şorbenîsk be; ne ew şorbeyên bi zemên re li şorbenîska me zêde kirin.
Şorbeya terhana...
Şorbeya zebze...
Şorbeya kuvarkan...
Şorbeya mirîşkê...
Şorbeya firingîyan...
Şorbeya zozên
Û quzilqurt û kerafî û keratîya min zikê min û we!
Û û û...
Tu nabêjî ya em bi hevdu dizeliqand-girêdida û em dikirin yek, şorbe, bibore, şorbenîsk bi xwe bûye...
Piştî şorbe çilvirî, nîsk ji me xeyidî û serî li me bû şorbe, ne xêr di şorbeya serê sibehan de ma, ne jî xêr di me de.
Em û şorbe bi hev re tûşî erdê bûn.
Û serê sibehan kesî hew şorbe xwar, êdî şorbe ji mêranî ket û tenê bû nîvxwarineke berî xwarinên din; 
anku êdî tenê wezîfeyeke wê ya biçûk ma: berî xwarina giran, ji bo meşka meriv amade bike û hêdî hêdî meriv konsantreyî xwarinên din bibe.
Lê di nav feqîr û xizanan de tu carî ji xatir neket, her xwarina sivik e jî, her xwarina giran e jî, her xwarina milî û netewî ye jî û ew ê wer jî bimîne.
Yezdan kêmanîya feqîr û xizanan nede!
Amen!
Jixwe ne ji feqîr û xizanan be, kurdî û kurdîtî jî ne xema kîrê kesî ye.
Axir...
Vê sibehê ez jî şîyar bûm û ne bi pênc celeb penêr û çar celeb zeytûn û sê celeb reçel û hinguv û to û sicûq û hêkan, bi şorbeyê, na na, bi şorbenîskê min dest bi rojê kir û herweha serîyeke pîvaz jî li ber...
Piştî xwarina şorbeyê ez li serên me yên bûne şorbe fikirîm.
Ji roja me terka xwarina şorbeya serê sibehê kirîye û bi pênc celeb penêr, çar celeb zeytûn, sê celeb reçel, hinguh, to, hêk û sicûqan taştê dixwin, "Nanê bêxwê û tirên şor jî" demode bû.
Êdî bi nanê bi xwê tirên qantirkî dikin, em!
Tirên qantirkî, lewre tirên qantiran şidyayî ne û ew jî ji teresîya wan e; 
ji teresîya wan e, lewre bav ker û dê bergîr e, mîna van xwelîserên kurd ên dê û bavên wan kurd, lê dîn û îman û qubleya wan tirk-ereb-faris in
ku bi aqilê dijminên xwe tevdigerin û dilê hev reş, dilê dijminên xwe xweş dikin.
Wexta meriv kurdîtîyê ji kesayeta kurdan dûr bixe, kurd dibin qantir û zurîyet jî bi dû qantiran nakeve.
Kurd kurdan dikujin, qir dikin, dijminên kurdan jî bi şerê kurdan ê xwebixweyî ji kurdan re kurtanan çêdikin.
Kî kê qir bike, yên mayî yê bibin xwedan kurtan.
De serketin ji we re, bê kî qantir dimînin, kî dibin xwedan kurtan!..
Qantir û kurtan!
Xelateke bêhempa!
Bi xêra wan kurtanan, qantir ê xwe hesp bihesibîne û êdî ew ê ji ber xwe fedî nekin.
Ma ji vêya çêtir xelat heye?

Gotina Dawî:
Sibe Kurdistan ava bibe, dîsa em ê feqîr û xizan nan biçînin şorbeyê û li ber sîya gunê qantiran vekevin, mixabin!

13 Aralık 2020 Pazar

destdirêjayî-tacîz

Vê pêla dawî bala min lê ye jin bi haweyekî kolektîf-hevkarî diajon ser mêrên naskirî yên birçîyê qûndetîyê.

Weke di her civakê de, mixabin di civaka me kurdan de jî ji ber "bîrçîbûna nîyhandinê" ku ev jî ji tabûyên civakî-ehlaqî dizê, gelek mêr nikarin bi nefsa xwe û destdirêjî anku zimandirêjîya nefsa jinê dikin.

Berê, ev destdirêjayî bêtir ji alîyê şêx û meleyan ve diqewimî; 

ji bo derd û kul, gilî û gazin, nerehetî û nexweşîyên jinan, ji dêvla doktor û psîkolog û psîkîyatran, şêx û mele li çareyan digerîyan û pirê caran doxîna xwe weke rê û rêbazeke çareserîyê pêşnîyarî wan dikirin. 

Nezanî, tirsa ji desthilatîya mêr û qeydeyên civakî-ehlaqî her tim ser bûyerên qirêj dinixumand-nixumandîye.

Ew jinên bi doxîna şêx û meleyan "rehet" dibûn, ji bo qebheta xwe veşêrin, neyê bihîstin û nehetikin-neyên kuştin, dev li zimanê xwe dikirin, heta hetayê bi zimanê xwe re dixeyidîn.

Jixwe jinên zarokên wan çênedibûn (Heger problem ji mêr bûya jî, jixwe kesî nedixist stuyê mêr, yên zuwa û zarok çênedikirin, jin bûn) piştî serdana cem wan şêx û meleyan pirê zarokên çêdibûn, dola wan şêx û meleyan bûn, mixabin.

Îro roj jî sîyasetvan, rewşenbîr, zanist, akademîsyen, hunermend û nivîskar bi haweyekî din (Qelem û huner û zanîna xwe bi kar tînin) destdirêjî û zimandirêjîya jinan dikin. 

Berê, şêx û meleyan bi rêya dîn ew civaka nexwende hîpnoze dikirin û digîhaştin mexseda xwe, îro roj jî sîyasetvan, rewşenbîr, zanist, akademîsyen, hunermend û nivîskar bi rêya populîzmê vê civaka xwende hîpnoze dikin û digihêjin mexseda xwe.

Carina hin jin jî ji bo bigihêjin hedef û mexseda xwe (bêyî dilê xwe be jî), çavên xwe ji van bûyerên qirêj re digirin û ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî-karîyerî, li hember qirêjîyên van mêran bêdeng dimînin.

Bi kin û kurmancî,

tevna civakê xera bûye; bi jin û mêrên xwe civak ji qirêjîyê diçêrin...


Gotina Dawîn: (ne Darwîn...)

Hey qûndeyên binhişgenî!

Nîyhandina bi zorê xêr tê de tune ye.

Bêyî dilê yekê destê xwe neavêjin qûn û pêsîrên wê, 

yan jî qelem û huner û zanîna xwe di xizmeta doxîna xwe de wek çekekê bi kar neynin.

Heger kêfa we ji yekê re hat, bi zimanekî kubar û nazenîn bixwazin; 

heger bi dilê wê be, jixwe ew ê bibêje erê û hûn ê di hev nin, na heger ne bi dilê wê be, ew ê bibêje na û hûn li mala xwe, ew li mala xwe.

Îja ev destdirêjayî çi ye!

Ev tacîz çi ye!

Xwe bikin însan, însan...

Hey meymûnên Darwîn!

Nîyhandina bêyî dilê jinê, cureyeke masturbasyonê ye; heta bi min masturbasyon jê xweştir e, qe nebe bi rêya fantezîyan bi haweyekî xeyalî meriv bi ya bi meriv wê dixwaze re dilê xwe rehet dikî û kurmê xwe dişikîne, 

lê nîyhandina bi zorê anku bêyî dilê jinê!..

Ku destên jinê bi haweyekî hunerî bedena te miz nede, nepelîne, nefirkîne, ku tilîyên wê mîna li ser dilê pîanoyê direqisin li ser bedena te nerin û neyên, ku mîna çivîkeke baskokirî li ser bedena te bi hemdê xwe neperpite, xwe dîn, te jî gêj neke û bi cizbeke efsûnî nefesê li xwe û te neçikîne, ji çi re ye!

Ka bibêje, ji çi re ye?


12 Aralık 2020 Cumartesi

azad û azadî wekhev û wekhevî

"Kesên azad wek hev in, lê yên wek hev ne azad in." 
Lawrence Reed gotîye, ne ez dibêjim, lê ji nava mejîyê min gotîye; xweş gotîye, rast gotîye, ciwamêr.
Li ser vê analîzê meriv kare bi dehan nimûne binivîsîne-bibêje, lê ez dixwazim bi hawayekî bermeqlûb li ser azadî û azadan, wekhevî û wekhevîyan çend kelaman bikim:
Mesela, wexta jineke kurd bi şewba modernîzmê dikeve û li ber bayê postmodernîzmê bi strana Emînê Erbanî ya "Kesî nakim!" bi cizba feminîzmê gêj dibe û me jî dîn dike, di esasê xwe de ne azad e, tenê dixwaze xwe bike wek wan feminîstên di jintîyê de jî xwe nas kirine û dû re bi haweyekî azad bûne feminîst...

"tobedar im tobedar im tobedar im tobedar im
nahebînim nahebînim nahebînim nahebînim
wele dibê mêra nakim keçê dibê mêra nakim
mêra nakim mêra nakim mêra nakim"

Mesela, wexta mêrekî kurd ji bo medenî û modern xuya bike, ji jineke kurd re pesnê azadî û wekhevîyê dide û serî li jinê dike meşka dew, ew mêr ne azad e, ne medenî ye û herweha ne wekhevîparêz e jî; erê, wek kesekî azad û medenî tevdigere, wekhevîyê diparêze, lê bi kirasê azadî û medenîbûnê û bi megalomanîyeke durû hewl dide wê jinê bi xwe ve girêbide, lewre ew bi xwe nahêle xwişka wî wek wî azad ji mêrekî re dilê xwe veke, bi haweyekî medenî. 

"serê memkê wê xweş a
binê wan deqdeqî ya
xweştir a ji sêv û hirmî ya
hewara xwedê sînemê"

Mesela, wexta dîndarek di civatekê de bi haweyekî xweşbîn ji guhdaran re pesnê dîn û azadîya dîn dide, di esasê xwe de ew dîndar dixwaze xwe wek kesekî azad û wekhevîparêz, dînê xwe jî dînekî xweşbîn û bi tolerans nîşan bide, lê kok û bingeh tune ye, tenê di navbera azadî û wekhevîyê de asê maye û xwe dixapîne, ne ew azad û wekhevîparêz e, ne dînê wî dînekî xweşbîn û bi tolerans e.

"da min da min da min
cotê memikan wê da min
ketime ser sînga wê
ketime xêra xwedê da"






11 Aralık 2020 Cuma

ehmeqîya erzan

Nizanim ji ber çi ye, îroj qet dilê min tune ye binivîsînim.
Vê sibehê çawa ji xew rabûm, li ser mijarekê min tirêneke peyv li pey hev rêz kirin, êdî ber bi xelaskirinê ve du-sê peyv man neman, bi şaşî tilîya min çû ser "clear"ê anku jêbirê û tahba xelef çû ber telef.
Wek ji ser dîwarekî bilind bêm xwarê, xulq li min bû gû.
Min xwe pingirand, ji nivîsê xeyidîm.
Mîna girtîyê zindanan ez di nav çar dîwaran de tengînefes bûm; ne Ciwan Haco di hewara min de hat, ne Beytocan di hewara min de hat, ne jî Muslum Gurses û Azer Bulbul...
Ez rabûm ser xwe, li korîdorê çûm hatim, çûm hatim û dîsa hatim rûniştim.
Li ser facebookê nivîseke Çîgdemê bi ber çavê min ket; ji polîsgeha Şemrexê bi nazikî dawetnameyek jê re bi rê kiribûn.
Çîgdem li Kanadaya xopan û polîsgeh li Şemrexa şewitî...
"de xalo de xalo
çemê çetelê çemekî sar e xalo 
û de çemê çetelê çemekî sar e 
kesî xêrxwaz ê ciwabekê bibe ji xalê min evdo begê ra..."

De bila Çîgdemê xwe biavêje ser pişta masîyekî, ew masî wê bigihîne hêla okyanûsê yî din û ji wir jî li kîsoyekî siwar bê û bikeve kezeba rê. 
Tu li ku, Şemrex li ku...
Hata bigihêje Şemrexê, ne dewlet dimîne, ne mewlet, tew wexta bigihêje wir û here li derîyê polîsgehê bixe, bi vekirina derî re, belkî polîsên kurd bi bişirîneke serbilind û di bin alaya rengîn de jê re bibêjin "Roj baş, Gula Kurdistanê!"
Axir, Çîgdem ê here îfadeya xwe bide, nere îfadeya xwe nede, nizanim, lê ehmeqî bi pereya bihata cezakirin, dewleta tirk ê ji ber ehmeqîya xwe top biavêta.
Sala çûyîn vî zemanî şandin pey min jî, ji bo îfadeyeke biçûk, lê argûmanên derxistin pêşîya min, nîşaneya ehmeqîya wan bû; 
bi haweyekî mîzahî min qerfê xwe bi sîyaset û zîhnîyeta kurdên bakur kiribû. 
Ew parvekirinên wek delîlên sûç raxistin ber çavên min, piştî min ji wan re wergerandin tirkî, çavên polîsê îfadeya min distend çûn li paş serê wî sekinîn.
Bi bişirîn û bi haweyekî bi xwe bawer min got, "Ji ber van parvekirinên min, ew kesên hûn min bi zilamtîya wan sûcdar dikin, ji we bêtir ji min aciz in û rik û gir bi min re diajon. Heger li derekê min tenê zevt bikin, ew ê kîrê min jêkin û ji dêvla qelemê kîrê min bidin destê min."🤣
Meseleya "kîr û qelemê" fantezîya min e, min li cem xwe lê zêde kir, lê yên din eynê wek min ji we re got, xilaf tê de tune ye.
Axir, min îmze avêt bin îfadeyê û destên xwe dan pişt qûna xwe û bi strana "salana salana çûme ber avê, yabancî degîlem pismamê te me..." ji polîgehê derketim...

sîxur û şîrheram

Ashraf Marwan!
Xortekî jîr, dîplomatekî jêhatî, sîxurekî kone û têra xwe zexel...
Gav bi gav ber bi armanca xwe ve hildikişe.
Dema zaningehê dixwîne, bi dora keça serekê dewleta Misirê Cemal Abdilnasir dikeve, dilê wê dixe xwe û dizewicin.
Ber bi armancê ve gava yekemîn bi haweyekî serketî tê avêtin.
Çendî piştî dibe zavayê Cemal Abdulnasir çavê xwe bera wezîfeyên bilind bide jî, Cemal Abdulnasir zêde pê bawer nabe û heta ji destê wî tê wî dûrî xwe disekinîne. 
Di serê serî de hesabê malê û sûkê li hev dernakeve; astengeke ne di hesêb de derdikevê pêşîyê, lê xwe bêhêvî nake, bi sebir e.
Ashraf Marwan mîna gurekî birçî yê her tim çav li nêçîra wî, li pey wezîfeyên mezin e; 
ji bo bi ser keve, bi xwe bawer e.
Ji bo demekê Ashraf Marwan û jina xwe Mona diherin li Londonê dijîn, di nava dewlemendî, konfor û zewqê de, rebê kafe, bar, restorant û gerê dileqînin, jin û mêr, geh bi cot, geh fer bi fer...
Cemal Abdulnasir kesekî destgirtî ye, loma ew jîyîna Ashraf Marwan a dewlemend û bi konfor nayê hesabê wî. 
Dişîne pey wî, li Misirê wezîfeyeke girîng didê.
Ber bi armancê ve gava duyemîn, çendî piçekî bi derengî be jî, bi haweyekî serketî tê avêtin.
Ashraf Marwan çav li jor e û hêdî hêdî ber bi armancê ve radipelike.
Piştî Cemal Abdulnasir dimire, Ashraf Marwan piştgirîyê dide Enwer Sedat û Enwer Sedat dibe serekê dewleta Misirê; 
herweha Ashraf Marwan jî bi wezîrtîya derveyî tê xelatkirin.
Ber bi armancê ve gava sêyemîn jî bi hosteyî tê avêtin. 
Serekê dewleta Misirê Enwer Sedat û wezîrê karê derveyî Ashraf Marwan bi hev re bi stratejîyeke baş kar dikin.
Ashraf Marwan gaveke din ber bi armanca xwe ve diavêje, lê hîn jî birçî ye û tîna wî neşkestîye, bêtir dixwaze.
Bi MOSADê re pêwendîyê datîne û êdî nigekî wî dikeve nav têkilîyên kûr jî.
MOSAD ji bo haya wê ji hêz û qaweta Misirê ya artêşî hebe, bi pereyekî pir zêde Ashraf Marwan dikin sîxurê xwe û bi demê re Ashraf Marwan belge û argumanên pir girîng bi dizî digihîne MOSADê.
Û Ashraf Marwan di navbera Misir û Israîlê de dibe qehremanekî veşartî, sîxûrekî serketî; li pişt melê nimêj dike, bi haham re direqîne şerabê û bi pereyê MOSADê dilê Xwedê dibijîne xwe...
Ber bi armancê ve gava dawîn a herî stratejîk û jîr û biaqilane tê avêtin..
Ashraf Marwan êdî li pileya herî jor e û di bin sibêlan de dikene.
Di şêrê Misir û Israîlê de, berî artêşa Misirê êrişî Israîlê bike, haya MOSADê ji êrişê çêdike, lê pênc seetan bi derengî...
Ji MOSADê re dibêje artêşa Misirê yê nîvro êriş bike, lê artêşa Misrê serê sibehê dest bi êrişê dike.
Di wî şerî de Misir bi ser dikeve, Israîl têk dihere. 
Lê endamên MOSADê sûc dikin sûcê serekê MOSADê, pêşîyê li ber bêîtabarkirina MOSADê digirin.
Û gengeşîyek dest pê dike.
Ashraf Marwan sîxurê Misirê bû, yan sîxurê Israîlê?
Ashraf Marwan, li Misirê wek qehremanekî netewperwer e, ji ber ku misirî dibêjin her tim bi peyva Enwer Sedat tevdigerîya û bi stratejî û sîyaseteke netewperwerî ya hevpar Israîl têk birîye, lê MOSAD jî wî wek sîxurê xwe qebûl dike, çendî di dema êrişê de pênc-şeş seet ferq hebe jî...
Ashraf Marwan qehreman bû, yan sîxur, piştî kuştina wî bi salan jî hîn kifş nebûye.

Di nav me kurdan de jî kesên mîna Ashraf Marwan dunig lê dixin pir in û bi saya serê van dunigan her tim em du gavan pêş ve, sê gavan paş ve diavêjin...
Lê yên me ne dunig in, şîrheram in, şîrê zikê wan heram e.
Nêvîyê hesasîyeta Ashraf Marwan bi wan re hebûya, îro rewşa me yê ew qasî ne giran bûya.
Erê çavê Ashraf Marwan li jor bû, lê herweha ji bo berjewendîyên dewleta xwe jî bi stratejîyeke biaqilane sîyaset dikir.
Lê ev vîzyon û kapasîte bi van şîrheramên me re tune ye, mixabin. 
Di nav destên dijminên xwe de, ji bo çend kurtêl û hestîyan xwe kirine teresên bêkesayet.