31 Ekim 2024 Perşembe

heger xîret hebe

Hin nivîskar, ji ber ku tenê bi kurdî ye berhemên wan, ji bo xatirê kurdîyê em çavên xwe ji wan re digirin, l
ê heyran…
hin nivîskar jî hene, nabe tenê ji bo xatirê bi kurdî dinivîsînin meriv çavên xwe ji wan re bigire, 
lewra nivîsandina wan a bi kurdî, ji fêdeyê bêtir zirarê dide kurdî; 
mentiq bi tirkî…
hevok seqet…
peyv xav û sar…
daçek beravêtî…
û bêvîzyonîyeke beloq!..
Na na. 
Ji kerema xwe re nenivîsînin û zirarê nedin zimên, bila mineta we li serê çîya û latan be!
Ji ber ku,
hûn bi dilê xwe nanivîsînin, hûn bi mejîyê xwe yê çêkirî anku yê protez dinivîsînin 
ku ew mejî jî tenê xizmetê ji berjewendîyên we yên şexsî re û ji ego û kopmleksên we yên nekedîbûyî re xizmetê dike.
Hewce nake nav bi nav nav bidim, lewra ew jî bi xwe dizanin ez qal û behsa kê dikim, hûn jî dizanin.
Ne yek û ne dudu ne, kerîyek e û bê şivan!..
Axir…

Di rewşa nîvdewletîyê de şerê ji bo text, bi min bêbextî ye li milet; 
lewra milet, ne ji bo ego û berjewendîyên we yên beradayî û çavnebar we dişînin ser wî textî, ji bo li ser wî textî hûn vî miletî ji nav tevlihevî û kaosan derxin û her weha wan azad û serbixwe û bextewar bikin;
yanî berxê xalê xwe, ne ji bo fantezîyên we…
Ji roja ku kurd ji ereban cîhê bûne, başûr bi tevayî xwe Kurdistan hîs nekirîye û bêhna azadî û serxwebûnê jê nefûrîyaye. 
Ji wê rojê heya îroj tenê bi şerê text ê barzanîyan û talabanîyan derbas bûye.
Ma qey hûn têr naxwin!
De îja min bizanîya ev mal û milk û serwet ê rojekê têkeve xizmeta serxwebûnê, bawerîya we hebe, min ê li tu derê dengê xwe nekira û heya ji min bihata jî min ew biparastana,
lê ne nîşaneyek heye, ne jî işaretek heye ku meriv bibêje teqtîk û stratejî ye.
Axir…
Xwezî derfet hebûya, ji bo demekê meriv bikarîya kadroyeke rêvebir ji Israîlê bianîya û erk û wezîfeya serxwebûnê bisparta vê kadroyê. Piştî wê kadroyê ev nîvdewlet bikira tamdewlet û sîstemeke xurt jê re çêkira jî, ji bo ev sîstem dîsa bi destê nezan û oportunîst û berjewendperestan têk neçûya, endamên wê kadroyê bi destê xwe û bi rêbazên perwerdeyîya xwe ji kurdan kadroyeke rêvebir perwerde bikirana û dû re ew sîstem teslîmî kadroya kurdan a perwerdebûyî bikirana û xatir ji me bixwestana, biçûna û me jî rehmet li dê û bavê wan bianîya…
Îja ne mumkun e, lewra em xwe ji her kesî zanatir û jîrtir û baqiltir dibînin.

Gotina Dawî
Ka aqil!

30 Ekim 2024 Çarşamba

rojev disincire

-Haa xalo?
-Dîsa xêr e, çi qewimîye, kuro? 
-Xalo, doh bi şev heya destê sibehê, min xwe bi wir de qeliband, min xwe bi wê de qeliband, min kir û nekir xew neket çavên min. Li ber sewta meleyê sibehê ez di xew re çûme, lê meleyê me jî mele ye haa! Bi serê xalojna min, nerbûna sewta wî ne kêmî ya rehmetîyê Miradê Kinê ye, azan nade malneketo, dilorîne, dilorîne!..
-Ez kîrê te di jina mele kim! Dev ji çîrçîrokan berde! Ka bibêje bê çima xew li te herimîye, hey qurmiçîyo!
-Ev tu ji min re nabêjî, dewlet sibê serok berde, ew çi wezîfeyê bide wî?
-Ez dibêjim ew ê tobe bike hew bi sî û starê sîyasetê dikeve.
-Nakeve serê min!
-Ê heyra, yan ew ê here ji xwe re li gundê bav û kalên xwe xanîyekî ava bike û dest bi xwedîkirina pez û dewêr bike yan jî ew ê bi rêya qaçax xwe li behra Egeyê biqewimîne, derbasî hêla Yewnanîstanê bibe û ji wir jî here li welatekî Ewrûpayê îrtîca bike!
-Ma Xwedê ji te razî! Jixwe emrê rebeno bi pez û dewaran re bihurî; nakeve serê min dîsa wê şaşîyê bike.
-Ê weleh wê çaxê nizanim.
-Weleh bîska din min dît li qahweyê dipeyivîn, digotin tew belkî eskerî ji Îmralîyê derkevin û wir qompîle ji serok re bihêlin.
-Êê wekî din?
-Çi wekî din?
-Kuro ew ê çi wezîfeyê bidinê, wezîfe! Ma ne te qala wezîfeya wî dikir!
-Ma ew ê çi wezîfeyê bidinê, Xwedê ji te razî! Ma ji futbolê pê ve ji çi fêhm dike? Qey ew ê tîma Şanliurfasporê bidin wî û ji nuha şûn de ew ê jî hewl bide Şanliurfasporê derxe superl lîgê.
-Kuro law, nuha tîma herî populer Amedspor e û jixwe ew jî projeyeke dewletê ye. Ji bo xwelîya ji ber xwelîserîya kurdan maye jî li serê wan bike, dewlet pir li ser disekine. Îja çima ne Amedspor, dikin Şanliurfasporê bidin wî?
-Na, nabe.
-Çima?
-Ê nabe wîî! Serok ji Şanliurfayê ye, nabe Amedsporê bidin wîî. Û jixwe Amedspor heqê Selo başqan e.
-Îja me pê girt!

29 Ekim 2024 Salı

nefs û karekter

Bihevrejîyîna kurd û tirkan dişibe meseleya girêdana li cem hev a ker û golikan.
Bi taybetî jî xwendeyên kurd (çi nivîskar çi hunermend çi sîyasetvan) di binhişîya wan de tenê berjewendî heye, loma jî mîna margîse/bûkalemon ji kirasekî dikevin kirasekî; şinekî, şelafî û durûtî…
Ne sekneke xurt heye, ne helwesteke eşkere heye, ne jî karekter.
Ku prensîbên meriv tune bin, karekter jî ji meriv dixeyide.
Û îro ro ne xema kesî ye karekter heye tune ye, mixabin.

Bêkarekterî ketîye nav xwîna me û mixabin ev zîhnîyet êdî di civakê de serdest e, lê ji deh nivîsarên min heft jê li ser karekterê ye.
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!
Mixabin…
lê hêdî hêdî ji nivîsandinê sar dibim, sar dibim, lewra karê ez dikim jî ehmeqî ye; ji bêkarekteran re qala karekterê dikim û pesnê wê didim.
Ka aqil!

Gotina Dawî
Nefs karekterê dike parsek û êdî em jî têra xwe xwedî parsek in!..

kurd kokenlî

Kê gazin kir, divê hûn gazinan nekin, lewra rewşa hûn tê de û rewşa hûn acizîyan jê dikin, heman rewş e; mêrik ji we re dibêje, “Kurd kokenlî” hûn radibin xwe li erdê dixin û dest bi gilî û gazinan dikin.
La hewle wela!..
Hûn li dijî sînorên mîsak-i milîyê dernakevin!
Bi qasî wan hûn jî alaya wan diparêzin û xwe perçeyekî wê alayê dibînin!
Hûn ji konfora parlamentoya wan acizîyan nakin, berevacî hûn dikarin bîst û çar seetan ji ser qoltixên wê parlamentoyê ranebin û ji bo pêşeroja dewletê xwe bêxew bihêlin!
We zimanê xwe avêtîye, ji bîr kirîye, hûn bi zimanê wan dijîn!
Hûn ji wan bêtir hewl didin vê dewletê demokratîze bikin û heya ji bo demokratîzekirina vê dewletê zarokên kurdan dişînin ser mirinê! (Zarokên hur û resen kurd, ne kurd kokenlî)
Îja çima hûn ji me re dibêjin, “Kurd kokenlî?”
Hûn kurd kokenlî ne, ma hûn çi ne?
Axir!..

Gotina Dawî
Meraq nekin, heger dehsalekî din jî werê dewam bike, kok û koken ê jî bi we re nemîne.

28 Ekim 2024 Pazartesi

şerpezebûn

Yên wextekî ji kurdî diçêrîyan û ji xwe re nav û derdor çêdikirin, îro dîsa li refê xwe vegerîyane û qebeqeba wan e bi tirkî dipeyivin/dinivîsînin, mixabin.
Jixwe bikaranîna kurdî ji bo van karekterên fisgenî tenê pire ye; piştî digihêjin qonaxa xwe, dîsa li xwe vedigerin, li wê xweya xwe ya bêxw(ê)!
Axir…
Hewce ye meriv enerjîya xwe li xwelîserên wek we xerc neke, lê hingî yên wek we pir in û serdest in, êdî hebûna we dibe sedema têkçûyîna enerjîya me, mixabin.
Hêvîya min ji wê enerjîyê (xweda anku tanri jî dibe) heye ku rojekê berî rojekê kurdî xwe ji we rizgar bike û êdî ez û yên wek min hew bi sî û stara we bikevin.

Gotina Dawî
Vî zemanî, tenê kurdî dihêle meriv kurdan ji serdestên wan cîhê bike, lê kurdî jî roj bi roj bi mentiqa tirkî dilewite û xwedîyên xwe dihetikîne.

26 Ekim 2024 Cumartesi

kurmê darê

Heyran, bi nod resûlulahî, ji qewla erbanîyan, hûn bi qasî min ne humanîst anku merivhez in.
Bi sed milyon quranî, hûn bi qasî min ne demokrat û lîberal û wekhevîparêz û azadîxwaz in.
Bi serê hezar û yek şêx û mele û seydayî, hûn bi qasî min ne enternasyonalîst û gerdûnî ne, 
lê îro ro…
ev jî ji ber xwelîserî, ehmeqî, nezanî, belengazî û bêkarekterîya we ye ku ez mecbûr dimînim dev li dilê xwe bikim û kirasê neteweperestîyê li xwe kim.
Di esasê xwe de, bi zîhnîyet û kesayet û tevger û nerîn û jîyîn, bi qasî misqalekê ez ê ne neteweperest bûma, heger wek van zalimên em dorpêç kirîye, em jî xwedan dewlet bûna û wek alemê zimanê me jî serdest bûya;
erê, yeqînîya we ji wî tiştê hûn pê bawer in min ê tenê li kêfa kîrê xwe binerîya û heya ji min bihata, ez ê bi huner û edebîyatê daketama, 
lê heyran, 
nahêlin, nahêlin, nahêlin, wîîî!
Ez jî dikarim wek we bi haweyekî romantîk li jîn û jîyanê binerim û tev bigerim;
ez jî dikarim çav û guh li xwe bigirim û cilika bênamûsîyê bikişînim serê xwe;
ez jî dikarim, ne xwe ji dêrê bikim, ne jî xwe ji mizgeftê bikim û li pey konfora xwe, mîna teresekî ji her kesî re xweş bikim,
lê nabe, nabe, nabe!
Heger ez an ez û yên wek xwe jî wek we bikin, di nava deh salan de li bakurê welêt ne kurdî dimîne ne jî nirx û hêjayîyên kurdî yên kurdan dikin kurd dimînin, 
loma jî…
ez di dexl û bextê we de me, hey ji qûna we nayê, balo bar li me girantir nekin û li pêşîya rêya me nebin kelem û keleş û asteng.
Û hûn xwendeyên nexwende yên bi kirasê margîseyî/bukalemûnî quretîyên zanayî/entelektuelî dikin, 
hûn margîse anku bukalemûn in, lê êdî ez/em jî bûne nêçîrvanê margîseyan, hay ji xwe hebin.
Û hûn xwe dixapînin naxapînin, hûn bi kêfa xwe ne, lê ji pêxîla vî miletî bikevin, bikevin, bikevin, êdî!
Bîst û çar seetan li ser medyaya sosyal hûn ê bi zimanê serdestên xwe xwelîyê li serê xwe bikin, lê dema qûna we didin tavê jî, hûn hewl didin çivan bidin xwe.

Gotina Dawî
Ji xwelîserîya we, em xweperest in!..

25 Ekim 2024 Cuma

tenêtî

tenê me, 
tikîtenê,
lê xwe dixwim şûna te
û ez û xwe vedixwin,
vê şevê…
heger tu jî bikarî xwe bikî ez,
naxwe ji nuha şûn de,
tenê şev ê hebin,
ne tu, ne jî ez…
noş ji beravêtina şevê re,
noş!

23 Ekim 2024 Çarşamba

rojev disincire

-Haa xaloo!
-Ka pêş de were, ka! Wer xuya ye te dîsa tişt miştin bihîstîye!..
-Hahew! Apê me Dewlet agir bi herîyê xistîye, îja te tişt miştin bihîstîye!
-Kuro, hey serkundir! Roja ku apê wan ket nav lepên wan, jixwe apê wan ji wan re gotibû, “Ji bo her xizmet û wezîfeyê ez hazir û amade me” îja we xêr e wek we tiştekî nuh bihîstibe, hokehoka we ye! 
-Serî li min bû tara bêjingê, xalo. Ez hew dizanim bê ev apê wan apê kê ye? 
-Hema bi wî serê te yê ku li te zîz û gêj bûye, ji xêndî me apê her kesî ye, tenê ne apê me ye. Ji kê re xerab bikeve, li wir e û qîrîn û hewar e mîna bilbil e.
-Erê, bi serê xalojna min, ji xelkê re bilbil e.
-Bilbil û hew!
-Bilbil e, lê bilbilê kê ye? 
-Di salên heyştêyî de, ji bo doza Kurdistanê têk bibe, li dijî tevger û hereket û rêxistinên kurd derket û hat organîzekirin.
Di salên nodî de, ji bo kurdan ji mêrxasîyê bixe, hewl da, xebitî, bi zaneyî tirs û xofa dewletê bera hundirê kurdan da, kurdên ku diajotin ser êgir, hişt ji sîya xwe bitirsin.
Di salên du hezaran de, bi amûr û alavên teknolojîk û bi rê û rêbazên asîmilasyonîst û her weha bi sîyasetek dijkurdî, kurd ji kurdî û kurdîtîyê dûr xistin.
Û nuha jî hewl dide termê tirko yê li ber sekratê ye, bi kurdan tedawî bike, lê Amerîka/Îngiltere/Israîl ne zarok in. Êdî emelîyat û operasyonê dest pê kirîye. Ji Iraqê dest pê kirin, li Sûrîyeyê berdewam e û hêdî hêdî ber bi Tirkîye û Îranê ve tên. Îja ev hemle û hewtehewta Dewlet Bahçelî yê nikaribe pêşîyê li vê emelîyat û operasyonê bigire, lewra ew ê zikê van dewletan biqelêşin û vê zarokê bînin dinyayê.
-De îja bi serê xalojna min, tew min digot apê wan zilamê projeya mezin e.
-Na kuro. Îja zilamê projeya mezin! Ji bo projeyên mezin zilamên mezin divê, lê ew qûn ne qûna apê wan e têkeve bin barekî giran.
-Wey wey wey! Bi serê nod resûlulahî, tu alim û pisporê sîyasetê yî û hew! Li Kurdistanê vê tehlîl û analîzê tenê çar kes dikarin bikin, lê ew jî mirine.
-Hela dev ji tehlîl û analîz menalîzan berde. Ka te ehlîyet çi kir?
-Min ehlîyet stend, lê hîn min biryar nedaye ez ê çi bajom.
-Wehh!
-Erê weleh!
-De hema were li ser kîrê xalê xwe siwar bê û bajo, te berê wî da ku, ez ê nebêjim na loo!

18 Ekim 2024 Cuma

yilmaz guney û zazaîzm

Heger di wext de Yilmaz Guney negotibûya, “Dêya min kurd, bavê min zaza ye” îro çeqilmastên mîna Mahsûn Kirmizigul û hin çeqildewên mîna wî yê jî negota, “Ez zaza me, ne kurd im!”
Îja heyran,
dema we kesek derxist pêş û da pey wî, hewce ye xwe nas kiribe.
Û kesekî xwe nas nekiribe, nikare we bi we bide naskirin.
Loma jî,
mîna gûyê kûçikê kurdkokenlîyên zimantirk û zimanereb û zimanfariz li ser stuyê hev siwar nedibûn.
Axir…

Gotina Dawî
Divê kesayet bibe kefîl, 
ji zimên re!..

16 Ekim 2024 Çarşamba

gotinên ne heram

Huner seleheke xurt e, lê bi destê me nakeve, mixabin.
Bi gotineke dinê;
di navbera huner û hunermend de pere heye,
vî zemanî
û pere jî li cem bêkesayetan e.
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!
Ker ker e, lê ji dêvla ceh meyir li ber e.
Ker! 
Ceh! 
Meyir!
Himm!
Serê we tevlihev bû, ne wisa?
De îja hûn bikin karê xwe û hewl bidin serê xwe ji nav vê tevlihevîyê derxin.
De ha, de!
Ez qûna mêran bibînim!
Jixwe qûn bi mêran nakeve, qûn li ser jinan xweş rûdine.
Û ya jinê dike jin jî piştî qûnê çiçik e.
Çiçik!
Memik!
Pêsîr!
Guhan!
Erê, guhan bêtir ji bo pez û sewal û tariş û dewaran tê gotin, lê pirê caran dema meriv ji yekî anku ji yekê hêrs û aciz dibe, meriv xwe lê dadigire û dibêje: “Min di guhanê maka te nîyho! Anku min di guhanê te nîyhê!”
Lê çi guhan, çi çiçik, ya li meriv rep dike ew qûna bel a gulover e.
Bijî serhildana memikan!
Bijî azadîya çiçikan!
Bijî serxwebûna pêsîran!
Û bijî leqeleqa gunikan!

Gotina Dawî
Mirina kerê ji ceh û kayê!..

14 Ekim 2024 Pazartesi

sera pîra

Huner çekeke xurt e, lê heger meriv baş bi kar neyne anku meriv baş bi zimanê wê nizanibe, ew çek dikare bi meriv de jî biteqe.
Pêr, 
li Mêrdînê ez çûm temaşeya lîstikeke şanoyê; li Şaneşîn Performansê.
Bêguman lîstik bi kurdî bû…
Lîstika Alfonso Paso ya bi navê “Sera Pîra” lê ne rasterast ji zimanê nivîskêr, ji zimanê tirkî wergerîyaye kurdî 
anku ji îspanyolî wergerîyaye tirkî û kurdên me yên “duzimanî” jî ji tirkî wergerandîye kurdî.
Axir…
jixwe ji duzimanîya kurdên me, duzimanîyê piçekî tesîra xwe, biborin (ji bo derhêner xwe aciz neke) bandora xwe li lîstikê jî kiribû; di hin cîyan de giranîya xwe dabûn tirkî.
Bêguman, wek her car û wek hûn dizanin henek û sixêfên bi tirkî bêtir bala temaşevanan kişandin û kenîyan.
Ê mixabin, ji ber ku jîyana me serobinî hev bûye û êdî di jîyana xwe ya rojane de bêtir em tirkî bi kar tînin, tirkî jî ji kurdî bêtir kêfa me tîne.
Û ev jî tiştekî asayî anku normal e.
Meriv bi kîjan zimanî bifikire, piştî demekê meriv ê bi mentiqa wî zimanî bikene, bigirî, hêrs bibe, aciz bibe, kêf bikr, şa bibe û lotikan biavêje.
Li gorî şert û mercên xwe lîstik ne xerab bû, lê ne zêde baş bû jî.
Naxwazim li ser performansa lîstikvanan zêde hûr bibim, lewra hemû ne profesyonel bûn. Ji bo wê xwebawerî û wêrekîya wan a li ser dikê ya li hemberî temaşevanan spasîya wan dikim; ew bi serê xwe cîyê kêfxweşî û serbilindîyê ye.
Kes di zikê dêya xwe de hîn nabe, hêdî hêdî bi xebat û ceribandinê ew tecrûbe çêdibe.
Nizanim, belkî jî lîstik bi zimanê xwe yê hur û resen xweştir, bitehmtir be, lê werger, na na, wergera wergerê ew tehmsarkî kirîye; mîna xwarineke xav…
Heger derfet hebe û kurd bikin karê xwe, nivîsandina mijar û mesele û lîstikên weha bi aqlê min divê ne zor û zehmet be, lê wek min got, nan di kurdî de tune ye û mixabin, vî zemanî her kes xwe li nên digire.
Piştî lîstikê, li derve, li ser nigan ez û derhêner û lîstikvanên lîstikê jî di heqê lîstikê de piçekî peyivîn. 
Li ser performans û zimanê lîstikê min hin kritîk û rexne kirin.
-Hin şaşîyên rêzimanî…
-Bikaranîna hin gotin û sixêfên tirkî…
Lê wek her beşa kurdî, di beşa şanoyê de jî tehamula me ji rexneyan re tune ye, mixabin.
“Ji sîrê pêştir bi wan de nare.” ji qewla pêşîyan. Peyv zû li wan dikeve û wê kêlîyê dest bi parastinê dikin.
Ez dibêjim, “Ma hewce bû we tirkî jî li ser vê sifreyê danîya? Ma tenê bi kurdî têra me nedikir?”
Derhêner dibêje, “Ev tercîh e û jixwe li malê, li derve, li kuçe û sikakan her kes weha dipeyive. Êdî meriv nikare bi carekê tirkî û kurdî ji hev bişo, bi hev re ne, bi hev re dijîn.”
Ez dibêjim, “Li gorî rêzimana kurdî li hin cîyan şaşî hebûn. Wek nimûne: hewce nake ji bo kesekî hûn “hûn/we” bi kar bînin.” 
Dibêje, “Li ser vê mijarê lihevkirinek tune ye, loma ev qalib bi me maqûltir hat.”
Ez dibêjim, “Ji bo kurdî kurdan azad bike, divê kurdî ji tirkî bê şuştin.”
Dibêje, “Sîyaset ne karê me ye; em karê hunerê dikin.”
Îja heyran!
Heger şaşîyek serdest be, tu nikarî wê şaşîyê wek mînak/nimûne raxî pêş çavan û bi wê şaşîyê hewl bidî şaşîya xwe bipeyitînî anku biparêzî. Şaşî şaş e û hewce ye meriv li dijî wê derkeve, neparêze.
Tirkî bûye vîrus û civak bi şewbê ketîye. Ji dêvla em hewl bidin bi dermanekî vê şewbê tedawî bikin, em hewl didin civakê bi şewbê bikujin.
Axir…
Huner huner e, lê her weha ji bo neteweyên bindest huner tenê ne huner e, sîyaset e jî. 
Û heqê hunermendên neteweyên bindest tune ye, xwe bi serdestên xwe şêrîn bikin.
Haa!..
Kengî hûn jî wek xelk û alemê bûn serdest, wê çaxê hûn azad in; hûn hez dikin bi zimanê neteweya xwe bipeyivin, bikenin, bigirîn, hûn hez dikin bi zimanê mar û marmarok û gumgumokan bipeyivin, bikenin, bigirîn.

Gotina Dawî
Ez ê wek nivîskar û hunermendekî vê neteweya bindest her û her bindestîya we li nav çavê we bixim, hûn jî wek nivîskar û hunermendên neteweya bindest her û her dikarin xwelîyê li serê xwe bikin.
Ez jî azad im, hûn jî, lê ji bîr nekin, heger li gorî mentiqa we em binerin, Azad bi xwe jî ne azad e.
Û hûn sax!..



13 Ekim 2024 Pazar

heqî

Heqî!
Heqîyê şêbî!
Na na!..
Heqîyê dêrikî!
Kîsikê wî yê reş di dest de, di kîsik de 5-6 qutî bîra, hat li miqabilî min sekinî û ziq ma li min nerî…
Got:
-Tu tu!.. Tu dişibî nivîskaran!
Û bû hakehaka wî…
Min got:
-Te çawa pê derxist?
Di bin wî simbêlê xwe yê sorikî de kenîya.
Got:
-Ez li 17 welatan gerîyam. Ji bilî misilmanan her kes însan in! Hevalekî min ê rûs hebû, George…
Min got:
-Êê?
Got:
-Çi êê?
Min got:
-17 welat… Misilman… George!..
Got:
-Cênîkên min êşîyan, ez rabim.
Rabû ser xwe, bi destê min girt, em çûn dev û rûyên hev û xatir ji min xwest, meşîya. Du sê gav avêt neavêt, sekinî, di ser stuyê xwe re fitilî li min nerî.
Got:
-Haa Devliken!
Min got:
-Haa!
Got:
-Ez nizanim ka ez herim li parkê van bîrayên xwe vexwim an herim hewşa camîyê?
Min got:
-Heger mele li camîyê be, tu dikarî derbasî hundirê camîyê jî bibî.
Kenîya…
Got:
-Bawerî bi wî pîçê mele nayê, pir yeman e. Hîn min a ewill xelas nekirîye, ew ê sisê û çaran li enîya xwe bixe û vexwe. Na na. Bi serê ca min a ku nimêja wê lê nare, ji ser mezelan xweştir tune ye. Û jixwe mirî jî ne vedixwin, ne dipeyivin, tenê guhdarî dikin.
Û xwe avêt ser kêlekekê û ji ber çavan wenda bû…

Têbinî anku Jêrenot
Bi gotina “cênîkên min êşîyan” xwest bibêje bunye êdî alkolê dixwaza. Ev jî li gorî jargona vexwaran qalibek e, biwêjek.

10 Ekim 2024 Perşembe

netewebûn

Ew luksa me tune ye em rabin tenê ji qencan neteweyekê çêkin; xwezî me bikarîya, lê ev daxwaz û xeyaleke utopîk e, mixabin;
loma jî, çi qenc çi xerab, ku bi zimanê axa te peyivîn, ji neteweya te ne û hew!
Qenc xerab, dîndar xwedanenas, diz maqûl, dîn baqil, xweşik ne xweşik, biehlaq bêehlaq, qûnde qûnek, qehp qehpik xayîn qehreman, hemû bi hev re dibin netewe.
Îja heyran,
ji bo tu van rengên ji hev cîhê di nav nîzamekê de kontrol bikî anku bi rê ve bibî, sîstemeke xurt ku bikare wek hev li her kesî binere, hewce ye.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ji vî textî re bext divê, lê bext jî li pişt çîyayê Qaf binax bûye.
De îja…
ez bi qurbana wî kesî ku here di şûna wî bextî de xwe binax bike û wî textî jî bi bext bixemilîne.

Gotina Dawî
Hin kes, 
pereyan li pişta xwe dikin, himalên ehmeq in; 
hin kes jî,
pere wan li pişta xwe dikin, baqilên zîrek in!..
Hûn dikevin kîjan kategorî anku grûbê?

gotin û kirin

Mixabin, 
lê gav bi gav em ber bi Kurdistaneke bêkurdî ve diherin.
Û pîçên ku em ji wan re dibêjin bêjî jî, 
li ser mesefên birincê yên di bin goşt de hedimîne, simbêlan ba didin.
Axir…
Pîçên ku em ji wan re dibêjin bêjî, hewl didin Kurdistanê bikin Kurtêlistan!

Li vê civaka ku pereyan karektera mêran li xwe bar kirîye, mêr li ser pişta pereyan bê karekter digerin.
Û simbêl û tizbîh û bedilê ku ji bêkarekterîyê re bûne kamûfilaj, dema li serîyekî têraqil diqelibin, simbêl bi alîyekî ve, tizbîh bi alîyekî ve dibeze, bedil jî bi tena serê xwe li kesekî anku li kesayetekê digere ku xwe lê bipêçe, bi vir de û wê de mîna gêjekî sersem pengiz dibe.
Min got,
vî zemanî,
ziman ji ber xwedîyê xwe fedî dike, lewra xwedîyê ku di civatan de hewl dide quretîyan bifiroşe, karektera xwe, berî ji malê rabe, ji xwe dixe.
Û quretîyên bêkarekter jî, bêkarekterîya xwedîyê xwe, tenê ji bo demekê taloq dike; 
dûr nêzîk ew bêkarekterî xwedîyê xwe dide dest.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
bêkarekterî, xwedîyê xwe jî dixapîne, derdora xwedîyê xwe jî,
lê ka ew aqil ku zingînî ji serê xwedî bê!..
Axir!

Gotina Dawî
Ne ji quretîyên xwe re, ji karektera xwe re li muşterîyan bigerin

8 Ekim 2024 Salı

estetîzma zimanê kurdî-xwe bikin qurbana zimanê xwe

Erê, di malzaroka dê de ruh bi me dikeve, lê hevîrtirşê wî ruhî ji serê kîrê bav diniqute!..
Axir…
Di çêbûna me de, qasî keda dê, hewce ye em keda bav jî piştguh nekin.
Îja heyran…
Vê feminîzma ku formek din a feodalîzma mêr e, toqa nahletê xistîye stuyê mêr 
û mêr jî êdî mîna kerê nêr e, mixabin.

Got:
-Devliken!
Min got:
-Kerem bike, seyda!
Êvar ber bi şevê ve qulipîbû; ji şewaza zimên dîyar dibû serxweşîyê xwe li bedenê pêçaye. Jixwe li vî bajarê ku bi nahleta Xwedê ketîye û êdî rehma rebenê Şeytên jî hew fêde dike, tenê serxweşî dikare berê meriv bide rastîyên li hewşa malê tehl…
Got:
-Ji sekn û helwesta xwe venegere; ziman, ziman û eman û eman dîsa ziman!
Min got:
-Mû bi zimên ve hat, xalê delal, lê ez xwarzîyê te me, heya ruh ji vê bedenê koç neke, ez ê paş ve gav neavêjim û her bibêjim ziman ziman û ziman!

Gotina Dawî
Bi xêra zimên, hûn ji Xwedê re dibêjin Xwedê; loma jî Xweda bi xwe jî ji zimên zaye!..

1 Ekim 2024 Salı

helbestên dînoke

hoo qîza şevê
şevê li min bipêçe
ji eyarên pisîkan rûyekî çêke ji nivînên min re
û li ber şureşura mîza xwe min têxe xew
heya destê sibehê min şîyar neke
heger mele azan da jî
dengê wî di quzê jina wî de bitemisîne