16 Kasım 2023 Perşembe

heger ne fen e ev çi ben e

Çend kes û kûs hene, difikirim, xwe bi xwe dibêjim, Xweda temenekî dirêjtir bike qismetê rêzdar Îsmaîl Beşikçî, lê heger rojekê xatir ji vê dinyaya gewrik bixwaze û serî deyne, ev kes û kûsên her tim di kadraja wî de pozên rewşenbîrî û entelektuelî didin ê çi xwelîyê li serê xwe bikin?
Nizanim, lê...
Heger hûn bi ya min dikin, hûn jî mîna wan kemalîstên oportunîst û konformîst, berî mirinekê herin ji xwe re li gund û nehîye û navçeyên Çorumê bigerin bê hûn yekî di reng û tîp û prototîp û dilqê rêzdar Îsmaîl Beşikçî de nabînin!..
Heger we dît, jixwe hûn ê bibînin û dîsa hûn ê di wê rêya xwe ya şolî de rêwî bin; 
na, heger we nedît, bi serê Hecî Meter, hûn ê pê bigirin heta qurpikê;
lewra piştî çûyîna rêzdar Beşikçî zû bi zû kes ê nehêle hûn di kadraj madrajan de xuya bibin.
Jêrenot ango têbinî:
Min bi xwe nedîtîye, lê yên dîtibûn, digotin, kîrê Hecî Meter wextê rep dibe, dişibe marekî kobra yê li ber tu heywanî serî natewîne!.
Stara Xweda li wî kobrayî be ku xwe bigihîne dora qûna wan oportunîstên konformîst!
Amen!

Ev serê çend rojan e ji blogê dûr bûm, loma jî hin xwendevanên min ên dilsoz gilî û gazin dikirin; 
erê, yek ji wan jî Evdilayê me yê ne ji ometa Abdullah bû.
Got:
-Seyda, te bala xwe daye rojevê, qedr û qîmetê tiştekî nemaye. Di 13ê vê mehê de salvegera bûyera sînemaya Amûdê bû, lê li ser medyaya sosyal, li ser vê bûyerê min bîranîneke cidî û berçav nedît. Doh jî salvegera darvekirina Seyîd Riza bû, lê min li ser gorbuhiştê Seyid Riza jî tiştekî cidî û berçav nedît. Lê tu yê bibînî, îroj salvegera xatirxwestina Ahmet Kayayê wan e, li ser medyaya sosyal ew ê bi stranên Ahmet Kaya rebê me bileqînin.
Min got: 
-Na, na. Neheqîyê neke, Evdilayê ne ji ometa Abdullah. Erê, xebera te ye, li ser bûyera sînemaya Amûdê ez jî zêde li berketinekê rast nehatim, lê doh kurdkokenlîyan medyaya sosyal bi wêneyên Seyid Riza xemilandin!"
Û Ahmet Kaya...
Hewce ye ez çend peyv û gotin û kelaman li ser wî jî bikim.
Erê, çendî carinan Îkramê berî evîndar bibe wek navê xwe îkram bû, xwe ji vî qalibî aciz bike jî, li çîya û lêf û berîya Mêrdînê "gotin tê gotin jî, tê kirin jî."
Axir, ez Îkram ji Gulbihara wî re bihêlim û li ser mijar û meseleya xwe hûr û germ û konsantre bibim.
Ahmet Kaya!
Kurdkokenlîyekî ku di navbera xelîl û celîl de asê maye yan jî asê mabû!..
Bi salan di navbera dîn û îdeolojîyan de li xwe gerîya;
carinan bû sosyalîst, gotinên stranên wî yên giran mîna çakûtê kominîstan li serê sîstemparêzan ket;
carinan bû dîndar, mafê îmamxetîbîyan parast, li konseran piştgirî û destek da Reîz Recep Tayyîp Erdogan û îmana xwe kamil kir;
carinan jî bû kurd, lê kurdbûneke nîvco, di bin desthilatîya apocîyan de, rebeno ji dêrê jî bû, ji mizgeftê jî; 
bi kin û kurdîya kurmancî, pê girt û berneda!
Erê, ez bi xwe jî carinan li stranên Ahmet Kaya guhdarî dikim, 
lê Ahmet Kaya ji bo muzîka kurdî tişt nekir, mixabin; 
berevacî, ciwamêr ji tirkan re stranin çêkirin, çepgir jî li ber gêj û har bûn, rastgir jî li ber gêj û har bûn, qûnde û qûnek û homoseksuel jî li ber gêj û har bûn, dîndar û muhafazekar jî...
Haa!..
Ciwamêr ji kurdan re jî xizmetek kir; bi saya serê wî, hest û hîsa tirkîyetîyê di dilê kurdan de şîn û şên bû.

Tenê sloganek, erê, tenê sloganek dihêle em ji ser hişê xwe ve herin ango orgazm bibin.
Bi salan kurd li ber tayê tolikê reqisîn, lê mixabin hîn jî direqisin û ew ê bireqisin jî.
Bi du sloganan em kirin "heval", nehevalan û di nav toza dozekê de me ew hevaltî wenda kir, mixabin.
Doh, bi du sê sloganan zarokên me ji bo berjewendîyên xwe yên teresane kirin qurban;
îroj jî, bi "terorîst babandir"ê ango bi "terorîst bavê te ye"yê feqê li ber qurbanên nuh vedidin/datînin.

Gotina Dawî
Hoo kurdo!
Ka sê caran bilez li ser hev bibêje:
-Heger ne fen e, ev çi ben e!
-Heger ne fen e, ev çi ben e!
-Heger ne fen e, ev çi ben e!