1 Ekim 2022 Cumartesi

kî xal be ew heval e

Xwezî lê ne bawer im.
Xwedê giravî!
Dewleta tirk û kî şer dikin?
Dewleta tirk û PKK anku dewleta tirk û apocî!
Apocî kî ne?
Kurdên li dijî dewleta kurd tev digerin!
Ê dewleta tirk jî li dijî dewleta kurd e...
Hela hela!
Wê çaxê çima şer dikin?
Ka bise ez wî mejîyê bi ber pêlên ava şolî ve ketîye zelal bikim.
Bi hev re şer dikin xuya dikin lê di esasê xwe de bi hev re şer nakin!
Ka ji kerema xwe re bisekine. Te serî li min kir şorbeşîr û pelûla dînan. Çawa yanî bi hev re şer nakin? 
Yek Xelîl e, yek Celîl e û rebenên kurdan jî di navbera Xelîl û Celîl de her dişewitin, her koç dikin, her dimirin.
Ez di dexlê te de me, jixwe ez zêde ne biaqil im; bi zorê min mekteba ewil xelas kir. Te nîyha serê min, mejî li xwe heyirî!
Kuro, serkirde û pêşeng û sermezinên her du alîyan ji bo kêf û konfora xwe zarokên her du alîyan mîna şerê dîkan bera ber hev didin, zarokên her du alîyan şer dikin, çavên hev derdixin, hev dikujin, ev serkirde û pêşeng û sermezinên bêbext û bêûjdan jî li ser xwîna wan di nav kêf û konforê de simbêlan ba didin.
Na loo!
De îja dewletê û apocîyan li Kurdistanê kevir li ser kevir nehiştin, rê nadin kurd bibin xwedan dewlet, li welatên Ewrûpayê jî bi tifaq û şirîkantî û stratejîyeke kolektîf hewl didin kurdan terorîze bikin û ewrûpî jî bibin dijminên kurdan. Îja ka şens û siûda me! Bira jî bi îmzekirina wê peymanê Swêd û Fînlandîyayê ew apocîyên li dijî kurd û Kurdistanê tev digerin û hemû hewldanên wan ji bo terorîzekirina kurdan e, teslîmî Tirkîyeyê bikirana... 
Xwezî lê ne bawer im!
Heger di navbera Tirkîye û Swêd û Fînlandîyayê de lihevkirineke werê çêbûbe jî, hêza kûr a dewleta tirk ê tu carî nehêle bira jî ew apocî li Tirkîyeyê vegerin.
Ma nayê bîra we wextê Natoyê Apo radestî Tirkîyeyê kir?
Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît bû. 
Bi teslîmkirina Apo re rebeno şaşomaşo bû, wek paşpaşîko li kêrê siwar bûbe hew dizanîbû ew ê rişmê bi ku ve xwar bike. Li xwe mikur hat, got, "Ka Natoyê ev zilam ji bo çi teslîmî me kir?" rebeno mabû heyirî...
Îja heyran!
Xwezî lê ne bawer im.

Gotina Dawî
Heft lawên pîrê hebûn, her hefteyan jî qûna xwe dida!