Mêrik elîtîst û hotelîst e; bi salan e li hoteleke pênc stêrk dixebite; şert û mercên medenîyetê dizane.
Min çavê xwe bera jora refikên kitêban daye, cûrbicûr şûşeyên araqê hene.
De qey ew ê serê şûşeyekê jêke û xwîna wê çarçipik li enîya min bixe...
Ji derve ji me re sparîşa xwarinê da, xwarina me hat û em ê ewil zikê xwe bidin ber û bixwin, piştî xwarinê jî, Xwedayê ku orta wî û araqê hîç tune ye, çi kiribe qismet em ê wê bi ser xwe dakin!..
Axir...
Ez werim ser rojevê, lê êdî meriv di ber rojevê re nagîhê mixabin;
dinya li bin guhê hev ketiye û qîrîn û hewara kurdan di guhên dinyayê de olan dide nade, ne xema kesî ye.
Erê, lê dinya xwe li kerrîyê deyne jî ji wê qîrîn û hewarê Kurdistan ê bizê.
Gotina Dawî
Ez ê nuha xatir ji we bixwazim, lewra civat dike bigere,
lê ew ê bi çi bigere, li ser bextê Beto...
De ka em çend qedehan li bin guhê hev xin, dû re heger serî li me germ û civat li me xweş gerîya, ez ê werim çend gotin û kelamên din jî li vir zêde bikim.
Min got gotina dawî lê heyran şev diherike...
Nuha jî Beto vodka û fistiq danîye ber me û em li ser slogana "Jin jîyan azadî"yê dipeyivin.
Wê rojê ez û çend jin ketin qirika hev.
Min go heyrana çavê we, çendî wek Selo başqan min serê xwe nedabe ber jilêt û gwîzanê jî, ji mêj de ye ez serzelût digerim û hîn em mêr ne azad in, çawa hûn ji kesên ne azad re dibêjin me azad bikin!
De bi xêr kengî ez azad bûm û min terka hemû hînbûn û kurmên xwe yên hefsî kirin, ez ê ji milkê dil kulmek azadî jî belav bikim.