ji edebîyatê dûr, ji huner û sînemayê dûr...
Carinan meriv nizane bê ka sedem çi ye, hema weha bi xweber meriv ji xwe, ji derdora xwe aciz dibe û kêf û zewq li meriv diqewite; mîna laşekî bêruh bi haweyekî bêhuzûr bi vir de û wê de mîna gêj û serseman çerx dike.
Doh ez ji xew rabûm, min taştêya xwe xwar û çûm li ber refên kitêbxaneya xwe sekinîm, ji bo bixwînim û ji nû ve li -xwe-ndinê vegerim, min çavên xwe li kitêbekê gerandin;
kitêba Yavuz Ekinci ya bi navê "Endîşeya Pêxember" a ji alî Merdan Naweyî ve hatîye wergerandin bala min kişand.
Û min dest bi xwendina wê kir...
De bi xêr kengî min qedand, heger ez wê hêjayî nirxandinê bibînim, dû re ez ê li ser wê çend gotin û kelamên nepêxemberî bikim-ji bo Îko dilê xwe ji min nehêle, ez ê çend gotin û kelamên nepêxemberî bibêjim/binivîsim-.
Li ber destê min du sê xebatên edebî, sînemayî hene;
yek jê romanek e û ji mêj de ye min xwe li ber xweş kiriye wê binivîsim lê dikim nakim lê germ nabim,
yek jê fîlmekî hunerî ye; ew jî li derfet û aborîyê dinere
û ya din jî, hin ciwan ji min dixwazin ez ji wan re ji bo li ser youtubeyê biweşînin, senaryoya rêzefîlmekî aksîyonel û politîk binivîsim.
Ez ne bawermend im rabim bibêjim "Bismillaûrehmanûrehîm" û dest pê bikim, lê ez ê hewl bidim ji kerê Şeytên dakevim û xwe lê biqewimînim.
Ya Rep!
Biborin.
Ya Reb!
Min got,
"Min digot qey her ku em bi nav salan de herin, hêdî hêdî tu yê di hundirê min de bimirî, lê wer xuya ye her sal ê eşqa te mezintir bibe."
Got,
"Qey dîsa te li Kemalê Ereb guhdarî kir?"
Min got,
"Kemalê Ereb!"
Got,
"Wîî! Nahlet li çavê Şeytên bê, loo! Devê min xelitî; Kemalê Amed Amed!.."
Ez bişirîm, di ber xwe de min got,
"De ha Amed, ha Ereb..."
Ma ka deng ji Selo başqan nehat?
Ez ne şaş bim mirîdên Evdila başqan êrîşî wî kir û gef lê xwarin!
Selo başqan jî ecêb e ha!
Li ser beq û reqan daxuyanîyan dide...
Li ser minminîk û pinpinîkan daxuyanîyan dide...
Li ser demokrasî memokrasî û biratîya tirk û mirkan daxuyanîyan dide...
Li ser Tirkîyeya mezin û ruhê eşme û mîsak-i mîllîyê daxuyanîyan dide...
Lê newêre ji mirîdan re dengê xwe derxe û bibêje çîzz!
Ê ka bû!
Ez ji sînemayê fêhm dikim lê mixabin ji vê senaryoyê tu jahr û quzilqurt dernakeve; hemû karakter dişibin hev!
Ha Silhedîn ha Evdila!..
Gotina Dawî
Kanîya Alîya bi tahtik e, simbêl dûvê beranan!