30 Eylül 2022 Cuma

mesele kûr e dahwe giran e

Em kurdên bakur li malên xwe rûniştine, me pişta xwe daye bahlîfên xwe û mîna meriv li fîlmên Hollywoodê temaşe bike, em li bûyerên li her sê perçeyên din diqewimin, dinerin;
lê...
heger hat û Tirkîye li bin guhê hev ket, rev ê jî bi destê me nekeve!..
Û jixwe...
mala sîyasetvan û partî û rêxistinên bakur neava be, di nav destên tirkan de em kirine lîstok û pêlîstok û qeşmer; 
ne qudûm di me de hiştine, ne jî zirav!..
Ez ê bibêjim Xweda çêke, lê ez nizanim ew jixwenerazî xwe li ku vedişêre jî...

Zû... dereng...
Kurdistan ê serbixwe û azad bibe, heger kurd nexwazin û li pêşîya serxwebûn û azadîyê bibin asteng û dîwar û mertal û xwe li erdê bixin jî.
Li jêr jî her tişt di bin kontrol û birêvebirîya Amerîkayê de ye, li jor jî; 
lewra heta Amerîka nexwaze yê li jor newêre baranê jî bibarîne.
Erê, sibê, em bibêjin ji kurdan re bi piştgirî û desteka Amerîkayê Kurdistan ava bû, 
êêê?
Em ê kurdan çawa li wan vegerînin û wan hînî zîhnîyeta kurdîstanîbûnê bikin?
Kurdên ku ji mêj de ye ji dengbêjan xeyidîne, dilê wan ji dengê def û zirneyê dixele û bilûr êdî bi wan xerîb e!..
Kurdên ku nizanin çima ji wan re kurd tê gotin!..
Kurdên ku bi rêya wergêr û tercûmanan bi hev re pêwendîyê çêdikin û dipeyivin!..
Kurdên ku kultura dagirkeran a çeqilmastî di ser kultura xwe ya qedîm û kevnare re digirin/dibînin!..
Kurdên ku li ser hêjayîyên xwe bûne kund û dixwînin!..

Gotina Dawî
Wa ye lîrelîr e Kurdistan li ser kurdan dilîrîne, lê kurd ê kengî dest bi lîrelîra bi zimanê xwe bikin û ji Kurdistanê re bibin berbû û bilîrînin?
Mesele kûr e, dahwe giran e lê hewce ye îsota tûj ewil pozan, dû re dev û ziman û qirikan, herî dawî jî zotikê bişewitîne!