Remê birayê mezin e; biçûkê bira jî Feyzo ye.
Pez û dewarên wan, mal û milkên wan tev hev in.
Bi jin û zaro bi qasî hejmara qereqolekê ye hundirê malê.
Û rojekê piştî azana melê û banga dîkê serê sibehê Hemreşê bavê wan dibêje tirt û dimire.
Kon vedigirin, şwîna wî datînin, hefteyekê mêvanên wan qefleyek radibe, qefleyek rûdine...
Piştî şwîna bav bi mehekê her sê bira dibin gû û xwe bi hev didin.
Her roj şer û pevçûn...
Mele Sidîq lê dinere weha nabe, dişîne pey her sê bira.
Êvar e, li ser dika xênî berxek ji Mele Sidîq re avêtine ser birincê û Mele Sidîq jî li ser sifreyê çarmêlkî rûniştîye, dawa xwe li nava xwe pêçaye, destmalek avêtîye ser çongên xwe û kevçî li ser kevçî mîna meriv bêrê li binê kendalê axê bixe, di devê xwe radike.
Piştî têr şîva xwe dixwe, ji her sê bira re dibêje:
"De ka werin rûnin, îja em çareyekê ji meseleya we re bibînin."
Her sê bira, her yek li qozîyeke xanî rûdine û bi baldarî li Mele Sidîq guhdarî dikin.
Mele Sidîq yek bi yek li wan dinere û dest bi peyvê dike:
"Bavê we Hemreş, rehma Xwedê lê be, di zemanê xwe de, zad çand, genim çinî, şivantî kir, dû re hûn lê gîhaştin, hûn bi hev re xebitîn; we ka çêkir, we şofêrtî kir û elhemdulalah we têra xwe û zarokên xwe mal û milk dan ser hev. Lê wer xuya ye, li ser vî mîratî hûn hevdu biêşînin. A baş ew e hûn ji hevdu cîhê bibin."
Deng ji wan dernakeve. Mele Sidîq radihêje tasa avê bi ser xwe de dadike û bi pişta destê xwe dora simbêlê xwe zuwa dike û difitile ser Feyzo:
"Terextor û patoz ji te re."
Difitile ser Eko:
"Xanîyê bavê te û eraseya pişt xanîyê wî jî para te."
Mele Sidîq li Remê dinere, mahdê Remê ne xweş e, dibêje:
"Tu birayê mezin î, Remî. Deynê malê jî ma di stuyê te de..."
Remê radibe ser xwe, xwe aciz dike. Mele Sidîq dibêje:
"Ka rûne, hîn min xelas nekiriye kuro!"
Remê dibêje:
"Ma te çi quzê ca xwe ji min re hişt! Ez hîn li çi kîrê te guhdarî bikim!"
Û lê dixe, xwe li derve diqewimîne...
Gotina Dawî
Ha meseleya mîrata Hemreş, ha meseleya Kurdistana me...
Bêeslan Kurdistan di nav xwe de perçe perçe kirine; li ser her perçeyekî zîhnîyetek diçêre û kurdên reben û belengaz jî difîkînin.
Ne ax ma, ne kultur ma, ne erf û adet û jîyîneke kurdî ma, ne jî zimanekî em pê ji hevdu fêhm bikin...
Erê weleh, tişt nema, em rût û tazî man li şûna waran...