18 Ağustos 2021 Çarşamba

kurd û afgan

"Dîwaro ez ji te re dibêjim, bûkê tu fêhm bikî!"
Erê, em ne afgan in!
Erê, rewşa me û afganan ne jî yek e; him di warê kulturî de, him di warê jeopolitîk û stratejîk de.
Lê...
Piştî tevlihevî û kaosa li Afganistanê qewimî, hewce ye kurd giranî û girîngîyê bidin lobî û dîplomasîyê; 
lê hewce ye ewil lobîyên hotelan li dîplomatên xwe qedexe bikin û kod û hişmendîyeke kurdî-kurdistanî li wan bar bikin.
Bi kin û kurmancî,
bi lez û bez divê kurd enerjîya xwe li dewletbûyînê xerc bikin û li ser esasekî xurt û saxlem dewletekê ava bikin.
Heger na...
Hewce nake ez ji we re ta bi derzîyê ve bikim! Jixwe hûn jî dizanin çi dojeh li pêşîya me ye, heger em nebin xwedîyê dewletekê...
Îja ez jî rûniştime, ji xwe re fantezîyan difiroşim xeyalperestên romantîk.
Ne dem dema dewletan e, ne jî dem dema netewan û netewperestîyê ye.
Bijî biratîya gelan û hûn sax!

Vê sibehê çawa ez ji xew şîyar bûm, ez derbasî mitbexê bûm, min taştêya xwe danî ser sinîkekê û ez hatim li salonê rûniştim.
Berî ez dest bi taştê bikim, min televizyon vekir û ketim youtubeyê; her sibeh li ser youtubeyê ez rojevê dişopînim bê ka çi qewimîye.
Piştî qeşmerîyên Can Atakli, li ser ekranê Saîd Sefa derket pêşîya min.
Rojnamevanekî ne xerab e, jîr û biaqil e; erê, piçekî bi analîzên xwe, xwe qure dike, lê Xwedê ew wer çêkirîye. 
Em çi bikin!
Axir, gitineke wî pir xweşîya min çû. 
Got, "Ez bawer nakim Tirkîye hilweşe anku perçe bibe. Ne ku tirk ê nehêlin ha! Na, kurd nahêlin; kurd naxwazin ji Tirkîyeyê veqetin û bi serê xwe dewletekê ava bikin. Kurd dixwazin di nav sînorên Tirkîyeyê de bi haweyekî demokratîk ew û tirk bi hev re bijîn."
Ciwamêr kurdan baş nas dike.
Lê em jî bi malê xwe dizanin.
Kurdên bi ber bayê asîmilasyonê ketine û bi saya zimanê tirkî di nav tirkan de mehîyane, jixwe ew ê nexwazin ji bo xwe dewletekê ava bikin.
Hebûn û berjewendîyên xwe di tirkîyeyîtîyê de dibînin.
Civaka bi tirkî bipeyive, bi tirkî bifikire, bi tirkî bixebite, bi tirkî xwe bextewar hîs bike, çi ji wê civakê re milet, çi ji wê civakê re dewlet!

Gotina Dawî
Xwelî heft gundan li gundekî, xwelîya wî gundî jî li serê me be!