26 Ağustos 2021 Perşembe

hecî mahmûd û teyrê wî

Hecî Mahmûd ji xwe re teyrekî digire.
Kêfa wî pir ji teyrê wî re tê. 
Di axurê dewêr de jê re cîyekî çêdike. 
Her roj li dorê dihere û tê; ne ava wî jê kêm dike, ne êmê wî...
Û bêxwedîyê teyr çima rojekê nafilite û nafire, nare. 
Hecî Mahmûd pir li ber dikeve.
Teyr bi hêla gundê pismamekî wî ve difire û li wir wî digirin.
Yê teyr digire jî tiretire û qeraseyekî nêçîrvanan e; bi sekvanîya xwe li wê herêmê deng daye.
Û qismetê wî jî hatîye ber derî!
Go kwîro tu çi dixwazî, go çenek ronayî.
Meseleya nêçîrvanê me jî ev e; teyr firîyaye, hatîye xwe li ser dara hewşa wî danîye.
Hecî Mahmûd dibihîze, lê dixe, dihere gund.
-Selamuneleykum!
-Weeleykume selam û werehmetulahulberekatû!
Hecî Mahmûd perîkê teyrê xwe ji bêrîka xwe derdixe, dibêje:
-Weleh apê Hecî, ez bi şopa teyrê xwe ketime û min bihîst te teyrê min girtîye.
Perîkê xwe dide ber bêvila wî, dibêje:
-Heger tu yeqîn nakî jî, aha va ye perîkê wî.
Hecî xwe aciz dike, dibêje:
-De here ji xwe re karekî bike, lo! Îja teyrê min e! Çûye perîkê mirîşkê rûçikandîye... Îja perîkê teyrê min!
Hecî Mahmûd kejika stuyê xwe dixwirîne û vedigere malê.
Pîreka wî Hecî Zeko jî li ser tenûrê ye, nan pê ve dide.
Hecî Mahmûd difitile ser pîreka xwe, dibêje:
-Keçê, careke din ez nebihîzim tu di ber mala Hecî Hesen re derbas bûyî! Ji nuha şûn de bila rêya te bi wir nekeve.
Hecî Zeko dibêje:
-Xêr e Hecî, çi qewimîye?
Hecî Mahmûd dibêje:
-Bi Xwedê ew ê dest deyne ser te, ez herim di ber de reş û şîn bibim jî, êdî ez ê nikarim bi wî bidim qebûlkirin ku tu ne jina wî yî!