6 Temmuz 2021 Salı

rojev û mojev

Ev nêzîka mehekê ye ez ji rojevê dûr im; haya min zêde ji sîyasetê û qulopuloyên wê tune ye; kî bi kê re ye, kî bi kê re li ser çi projeyê dipeyive, li hev dike, nizanim.
Sibehê zû radibim, (ne bi azana melê re ha, piştî azana melê bi çar pênc seetan) tuwalet, serşok, ez têm Seadetê taştê hazir kirîye, ez rûdinim, bi civatî em taştîya xwe dixwin; qesta min ji civatê, ez, Seadet, Leyla, Fero û Huso ne; bibore divê min Huso berî Fero binivîsanda, lewra Huso bi kulmek garis ji Fero mestir e, herweha Seadet jî ji min, ji ber ku ez bi xwe lehengê çîrokê me, ewil ez xwe dinivîsînim.
Axir, bi kitekit û hûrgulîyên beradayî serî li we nekim tara bêjingê.
Piştî taştê ez têm li ber kilîmayê vedikevim; li gorî rewşa min a wê kêlîyê diguhere; 
carinan temaşekirina fîlmekî, carinan xwendina kitêbekê, carinan jî bi Seadetê re li ser sîyaset û civak û felsefeyê sohbet...
Erê erê, we şaş fêhm nekir, felsefe!
Jixwe li ser meseleya Kurdistanê ez û Seadetê nizanim rojê çend caran Kurdistanê tînin ber avakirinê û dû re dîsa nizanim li ser kîjan qeyde qanûn û makezagonan em li hev nakin, em radibin dev jê berdidin û dîsa li serê pêşî vedigerin.
Wê rojê em li hundir rûniştibûn, me li televizyonê dinerî.
Nizanim fîlm bû yan bernameyek bû, baş nayê bîra min, lê peyva "manyax" derbas bû.
Seadetê hîç xwe neêşand, fitilî ser min got:
-Ha Devliken!
Min got:
-Hêê, Seadet!
-Ma tu dizanî peyva "manyax" ji ku hatîye?
-Ji ku hatîye, Seadet?
-Ji Manî hatîye, Manî!
Min jî got qey qala gundî mindîyên xwe, bavanên xwe mavanên xwe wan dike.
Berî ez bibêjim, "Kîjan Manî?"
Got:
-Manî Manî, pêxember Manî.
Û dest bi çîroka Manî kir...
Na na, wer berdewam bike, Seadet ê bibe feylesof û ber bi esîmanan ve bifire!
Îja Manî law!
Hew Manî mabû, Seadetê tilîkek avêt qûna Manî jî...

Şofêrê min bîska din telefonî min kir, got, "Barê min li Mêrsînê ye, sibê ez ê herim Mêrsînê, ma tu jî nayêyî?"
Ez fikirîm, fikirîm, dû re min xwe bi xwe got, "Çima difikirim! Here Mêrsînê, rojekê, du rojan li wir jî çend lotikan bide xwe û dû re tu berê hespê xwe bi ku ve dikî, tu serbest û azad î heyran!"
Û min bi ya dilê xwe kir...
Nuha tûrikê xwe hazir dikim, sibê bi şofêrê xwe re diherim Mêrsînê.
De ka bê îja em ê bibin mêvanê kê û kî yê ji me re mazûvanîyê bike!
De ku em gîhaştin wir, ez ê li rehbera telefonê binerim; çi nêr çi mê qey xwedîxêrin ê derkeve.

Gotina Dawî
Dil ku xwest, berê wî bide wir...
SedeqalahulEZ!