Kurd ê hêdî hêdî ji kurdî dûr bikevin
û bi zemên re kurdên ji kurdî dûr bikevin, dor bi dor, ewil ew ê bibin kur... dû re bibin ku... k... û herî dawî jî ew ê bibin zirhîçek.
Ez bi xwe,
çendî ez bi ruh û dilekî anarşîst tev digerim jî, ez ji kurdî re, ne ji kurdan re dewletekê dixwazim.
Her û her min sînor mînor nas nekiriye û di qaliban de hilnehatime,
lê dîsa jî,
bi dil û can ji bo kurdî, ne ji bo kurdan...
ez dewletekê dixwazim.
Ev çel sal in,
kurdî di navbera dewletê û sîyaseta kurdan de roj bi roj ber bi mirinê ve dihere.
Bi şer kurd kuştin!
Bi sîyasetê jî kurd ji kurdî dûr xistin!
Heger heta deh salan Kurdistan serbixwe nebe û bi serbixwebûnê re kurdî azad nebe, kurd ê ne kurd bimînin, ne jî dikarjn dibin tirk; lewra tu ji sibehê heta êvarî li ber derîyê wan bizûrî jî, di çavê wan de tu yê her kurd bî.
Û kes ji heramzadeyan hez nake,
heger xîret were xwe li bêvilê biqewimîne jî, pere nake, êdî tu heram î û heramzadeyekî dera han î.
De îja kurdên ji kurdî dûr bikevin, xîret ê jî ne xema wan be!
Ha bûne kurd, ha bûne kurm...
Hîç xem nake.
De hûn bi kêfa xwe ne.
Bixwin...
Vexwin...
Di hev nin...
Jixwe heywan jî van tiştan dikin.
Gotina Dawî
Em kurd qewmê wenda ne; ew qewmê ku di tewratê de derbas dibe û mesîhî ketine pey,
lê em bira jî wenda dibin!