"Rehma Xwedê li zanebûnê be" digot, rehmetîyê bavê min.
Û pêşîyekî me jî, belkî jî pêşîyeka me be, digot, "Pştî tiving derket, mêranî betal bû."
Nizanim, belkî jî yê ev gotin gotibe, ne ji êl û eşîra me be, lê her kê gotibe, xweş gotîye.
Rehmet li gora mirîyên wî be!
Erê...
Rehmetîyê bavê min jî xweş gotîye, pêşîyan jî li ser rewşa doh û îroj analîzeke rast û baş kirine.
Doh doh bû, îroj jî îroj e...
Û piştî medyaya sosyal derket, bira jî me rehmet li ser aqil û zanîn û zanebûnê xwend û gora mêranîyê kola.
Vî zemanê teres,
her kes pispor e,
her kes zana û feylesof e
û kes newêre tirekê bike ji tirsa van megalomanên medyaya sosyal ku di rewşên giran de newêrin serê xwe ji qula xwe derxin.
Her kes dibêje, ez û ez, lê kes nabêje ka çer bû û çi hat serê pez!
Li ser twîterê Jan Dost ji şoreşê re got, "şowreş" dîn û baqil, kerr û kwîr, qop û seqet hemû li ser serê wî bûn yek û êrişî wî kirin.
Yaw heyran, ma mecbûr e her kes wek we binere, bibîne, bifikire?
Wî got, "Şowreş!" hûn jî bi qerfî bigerînin û li bin "şowreş"a wî binivîsînin, "Heyran, te ew "w" zêde nivîsandîye û qedîya.
Axir, jixwe zêde mejîyê me tune bû, van îdeolojî, partî û rêxistinan ew piçikê mejî jî bi xwe re bir û çû.
Lê li ser meseleyê, çima ne bi hashtaga "Rojava" an jî "Rojavayê Kurdistanê" lê bi hashtaga "Bakurê Sûrîyeyê" dest bi çalakîyekê kirin, nizanim.
Ez ê bibêjim, "Xwedê çêke!"
lê ji ber Xwedayên sexte û derewîn, Xwedayê reben jî hew diwêre ji qulê derkeve û li xwedêtîya xwe mikur bê...
Off!
Çi gotineke qerase!
Çi gotineke rebanî!
Tenê ev gotin, bi serê xwe
zirhelbestek e...
Zirçîrokek e...
Zirromanek e...
Xwedê kurdî afirand û xwe lal kir.
Dû re got,
"Madem ji nuha şûn de kurdî yê hebe, hewceyî min nake ez bipeyivim."
Lê kurdan ji bîr kir herin xwe bi kurdî pîrozwer bikin.
Û Xwedê jî rabû kurdên bi kurdî pîrozwer nebûne, ji dergeha xwe qewirand, ew celî kirin.