heta nuha bi sedan nîqaş û galegal li ser çêbûn,
rewşenbîrî bû mijara gelek panel û konferansan
û di gelek civatên entelektuelî de qirik qetîyan, mû bi zimanan ve şîn hat,
bi hezaran nivîsar û makale li ser hatin nivîsandin,
lê hîn jî ew nîqaş berdewam e.
Kî rewşenbîr e?
Kî ne rewşenbîr e?
Di rewşên çawa de rewşenbîr rewşa xwe kifş dike?
Her kesê ku çend kitêb xwendibin, gelo dibe meriv jê re bibêje yan jî ew ji xwe re bibêje rewşenbîr?
Li ser meseleyê, hin ciwamêran li ser rewşenbîran û rewşenbîrîyê weha gotine:
George Orwell:
"Di rewşên tevlihev û kaotîk û giran de, dema tirs û durûtî dibin serdest, rastgoyî bi serê xwe çalakîyeke şoreşgerî ye."
Yanî ciwamêr xwestîye bibêje rewşenbîr, heger serî jî bifire, divê ji heq û rastîyê şaş nebe.
Noam Chomsky:
"Rastgoyî û kifşkirina ser derewan berpirsîyarîya rewşenbîran e; kesên rastîyan veşêrin û nebêjin, ne entelektuel in."
Vî ciwamêrî jî rastgoyî destnîşan kirîye û herweha xwestîye bibêje tavê bidin qûna derewîn û sextekaran, bila rast û derew ji hev kifş bibin.
Jean Paul Sartre:
"Kesê ku guh nade astengîyan, di qaliban de hilnayê û guh nade gef û fortan û dipeyive, fikir û nerîna xwe bi wêrekî dibêje, tîne ziman, rewşenbîr e."
Ev zilam, zilamê min e; ji orta mishefa reş peyivîye.
Bi min jî rewşenbîr di sînor û qaliband de hilnayê.
Edward Saîd:
"Kesê li hemberî desthilatîyê hîç serî danayîne, di her şert û mercî de azadîya însên diparêze û ji bo azadî geş bibe, her tim cehd dide, hewl dide, ber xwe dide, rewşenbîr e."
Vî ciwamêrî jî qalibê rewşenbîrîyê xweş danîye.
De îja ka werin vî kirasê ku van ciwamêran birîye, em jî bidirûn û li rewşenbîrên me bikin bê li bejn û bala wan tê yan nayê?
Ev kiras ê li ser kê rûne û li ser kê rûnene?
Di civaka me de, kê çend kitêb xwendibin, çend kitêb çap kiribin (bi pereyê xwe), vî kirasî dikişîne ser bedena xwe û radibe quretîyên ji qilafetê xwe mezintir dike.
Tew carinan asta rewşenbîrîyê heta hûn bixwazin dadixin, nizm dikin, da ku serjimara rewşenbîran pir bibe û em xwe bi xwe qûna hev rakin û serî li hev mezin bikin.
Kesên radihêjin mîkrofonê û çend helbestan dixwînin jî dibin rewşenbîr...
Kesên bûbin endamên partîyekê...
Kesên di çend çalakîyan de çend slogan avêtibin...
Kesên li ser medyaya sosyal fikrên xelkê wek fikrên xwe belav kiribin û bi xêra wê dizîyê populer û fenomen bûbin jî...
Yanî,
bi kin û kurmancî,
li ser axa welatê min a ku ehmeq û megaloman li ser serê civakê bûne serdest, her kî çend peyvên xemilî yên ji kesayeta xwe mezintir bike, li ser serê civakê dibe rewşenbîr û li pêşîya navê wî teqez "mamoste" tê gotin.
Û "mamoste" remz û nîşaneya rewşenbîrîyê ye.
Heger rojekê we dît di civatekê de bi "mamoste" gazî hev dikin, hîç nepeyivin, dengê xwe nekin, teqez ew ên li wir hemû rewşenbîr in; qedrê wan bigirin.
Axir,
ez jî li ser rewşenbîrîyê çend gotinên ji xwe qelewtir bikim:
Rewşenbîr, divê wêrek û bi xwe bawer be, lê wêrekî û bixwebawerî jî bi xweber çênabe.
Divê tu rast bî, rastgo bî, durist bî û herweha xwedan vîzyon bî.
Dû re,
divê tu hîç wext bextê xwe neavêjî û ûjdanê xwe kwîr nekî.
Û xala herî girîng,
divê tu azad û serbixwe bî; tu ne endam û zilamê partî û rêxistinekê bî; heger tu ne azad û serbixwe bî, kes ê ji çîrokên te yên li ser azadî û serxwebûnê bawer neke.
Biborin!
Hewce bû min di serî de weha bigota:
"Rewşenbîrê miletekî heger bi zimanê miletê xwe nikaribe bifikire, bixwîne, binivîsîne, jixwe divê kes li pey wî nere û hîç guh nede gotinên wî;
ji ber ku yekî xwe bixapîne, dikare we bi rehetî bixapîne...
Ka ez vêya jî lê zêde bikim û dev ji we berdim.
Rewşenbîr, heger dem û dewran guherî û kesên ji wê zîhnîyeta ew bi xwe diparêze derketin ser text û bûn desthilat jî, divê ji bo ew zîhnîyet xwe nuh bike û her tim li xwe zêde bike, li dijî wê zîhnîyetê bi haweyekî muxalîf her tê bikoşe.