2 Temmuz 2021 Cuma

dûrbîn

Mahmûdê kwîr mahkûm e.
Bi şev xwe bera nav gund dide, tê malê cem jina xwe, nav zarokên xwe, bi roj jî xwe dide alî, ji nav gund derdikeve, heta tarî dikeve erdê li nav çîyê digere.
Rojekê ji lawê xwe re dibêje ji min re ji bajêr dûrbînekê bikire, da ku ez bizanibim kî tê, kî nayê...
Lawê wî jê re ji bajêr dûrbînekê dikire û tîne didê.
Bi xêra dûrbînê êdî Mahmûd rehettir tev digere.
Êvarekê li odeya gund civat digere. Mahmûd jî ji çîyê xwe bera nav gund dide û nare malê, derbasî odeyê dibe.
Sofî Brahîm jî rûniştî ye; Sofî Brahîm jî wek Mahmûd bi çavekî ye.
Çav li dûrbîna stuyê Mahmûd dikeve, dibêje, "Ma bi Xwedê ez jî bi çavekî me, tu jî bi çavekî yî. Ew dûrbîna bi du çavan di stuyê te de, çavekî wê fizûlî û zêde ye; ka were em wê bikin du perçe, çavek ji min re, çavek ji te re..."