ew qirêjî meriv ber bi hundirê xwe ve dikişîne û wê çaxê jî meriv mecbûr dimîne mîna wan, bi şêwazeke qirêjane bersivê bide qirêjîya dil û mejîyê wan, ûjdan û bextê wan...
Ev serê çend rojan e bûyera kuştina Emîn Îsa di rojevê de ye.
PDKyî û yên dilê wan ji PDKê re dixwazin dibêjin, "Emîn Îsa bi êşkenceyê hatîye kuştin! Ha ha daxuyanîyan didin, çalakîyan çêdikin, hewl didin bala kurdan bikişînin ser vê kuştina dagirkeranî."
Dagirkeranî, lewra bi salan dagirkerên Kurdistanê kurd bi van rê û rêbazan kuştin!
PKKyî-PYDyî û yên dilê wan ji PKKê-PYDê re dixwazin jî dibêjin, "Na, Emîn Îsa bi êşkenceyê nehatîye kuştin; dilê wî sekinîye, mirîye."
Lê wek kesekî bê dîn, bê îdeolojî, bê partî, ez dibînim ku li ser medyaya sosyal, wêne û vîdeoyên vê êşkenceyê piştrast dikin, hene, belav bûne. (Heger ew wêne û vîdeo ne derew bin. Te dî em hîn bûne ji her tiştî re bibêjin, teqtîk e, stratejî ye, montaj e)
Wek kesekî bê dîn, bê îdeolojî, bê partî ku her tim min hewl daye bext û ûjdanê xwe radestî partî û rêxistinan, dîn û îdeolojîyan nekim, ez dixwazim ji konformîstên populîst ên bi îdeolojîyên beradayî gêj û sewsî bûne re çend gotinan bikim:
Hûn dizanin bê îro wek her neteweyê çima dewleteke me jî tune ye?
Sedem pir in, lê yek ji sedemên herî girîng û balkêş a vê malwêranîyê ev e ku me kurdan tu carî terka ruhê xwe yê humanîst û aştîxwaz nekir.
Me ûjdan û bextê xwe hîç neavêt û her tim me ûjdan û bextê xwe di ser her nirxê xwe re girt ku pirê caran ji ber bext û ûjdanê xwe me pir xisar û zirar jî dît;
erê çendî me pir xisar û zirar dît jî, me hîç terka bext û ûjdanê xwe nekir.
Her tim me hewl da em bi merdî û însanetîya xwe ji dijminên xwe cuda bin; me nehişt bext û ûjdanê me têkeve pêşîya berjewendîyên me yên şexsî jî, yên netewî jî,
loma jî em êşîyan û her êşîyan!
Fikir û nerîna we çi dibe bila bibe, her kurd bimînin, her wek xwe bimînin; veneguherin, nebin wek dijminên xwe, dilê xwe nebijînin wan û bi rêbazên wan ên hovane kirasê qirêjîyê nekişînin ser bedena xwe.
Heyf e!
Nizanim tê bîra we, bi dehan car eskerên dagirkeran ketin destê şervanan; rehîn hatin girtin.
Şervanan nanê xwe bi wan re par ve dikir; nedihiştin neynûka wan xwîn bibe.
Wexta daîşîyên hov ên ku ji xêndî dagirkirina axa Kurdistanê û kuştina bi hezaran keç û xort, kal û pîrên kurd, tecawizî keç û jinên me kirin, li bazaran keç û jinên me mîna koleyên berî dema zayînê difirotin jî ketin destê we, we ew rehîn girtin, we êşkence bi wan nekir; dev ji êşkenceyê berdin, mîna dermaleyan we ew xwedî kirin û pirê wan hatin berdan...
Lê çima hûn ji xelkê re humanîst û xweşbîn û demokrat in, lê ji kesên ji xwîna xwe re zalim û barbar û hov in?
Asayîşa PKK-PYDê,
erê, Emîn Îsa ne ji we bû, bi fikir û nerîna xwe ne wek we bû, heta ez bibêjim dijminê we bû!
Madem we ew girt, jixwe di nav destê we de bû û girtî bû, çima ew kuştina bi êşkence?
Madem bi girtinê dilê we rehet nebû, çima ji serê serî de we guleyek bera enîyê neda û ew nekuşt, lê bi êşkenceyê?
Ma qey heqê Emîn Îsa jî tune bû, bi qasî wê dilrehmî û toleransa ku we ji girtî û rehîneyên dagirkerên xwe re dikir, we ji wî re jî bikira?
Ya din jî,
piştî bi êşkenceyê we ew kuşt, ma em li ser gerstêrkeke din dijîn, bi derewan mîna meriv qerf û tinazên xwe bi aqilê hev bike, hûn rabûn, we got, "Dilê wî sekinî, mir" û we termê wî bir, avêt ber derîyê mala wî?
Min digot ez ê nenivîsînim, nenivîsînim, lê ev çend roj in li ser medyaya sosyal, PDKyî û yên nêzîkî PDKê gilî û gazinan dikin; PKK-PYDyî û yên nêzîkî PKK-PYDê li xwe nagirin û bi kirina xwe serbilind in; konformîstên populîst ên bi îdeolojîyên beradayî gêj û sewsî bûne jî sloganan diavêjin û bi kuştina Emîn Îsa serxweş in.
Tew li ser gilî û gazinên nivîskar û rewşenbîran, hin konformîstên xwenenas û populîst jî radibin bi gilî û gazinan bertek û reaksîyonê nîşanî gilî û gazinên nivîskar û rewşenbîran didin:
"We xêr e, ev serê çend rojan e we êş xist serê me ji bo kuştina xwefiroşekî, ajanekî, xayînekî teres!"
"Bi qasî hûn li ser kuştina vî xwefiroşî, vî ajanî, vî xayînî disekinin, çima hûn li ser qehremanîya keç û lawên li ser wê axê, ji bo parastina vê axê şer dikin, tên kuştin nasekinin, çima hûn qala qehremanîya wan nakin?"
Pêşîyan xweş gotîye:
"Tir li ku, das li ku!"
Dibe Emîn Îsa ne ji we be,
dibe Emîn Îsa wek we nenerîbe, nefikirîbe,
dibe Emîn Îsa dijberê partî û rêxistina we be,
dibe û dibe, lê çi nabe hûn dizanin?
Nabe ji ber fikir û nerîna kurdekî hûn wî kurdî di bin çav de bi êşkenceyê bikujin!
Nabe hûn kuştineke bi êşkenceyê normalîze bikin û bi sloganên tolhilanîn biqîrin!
Nabe, ji ber ku kurdek wek we nanere, wek we nafikire, hûn rabin wî bikujin û vê kuştinê heq bibînin!
Nabe, ji ber kurdek ne ji partî û îdeolojîya we ye, hûn rabin wî bi êşkenceyê bikujin û bi vê kuştinê hûn ji ser hişê xwe ve herin!
Nabe, nabe hûn ji eyarê kurdbûnê derkevin û têkevin eyarê dagirkerên xwe!
Nabe, lê heger bû jî, êdî hûn ne hûn in, hûn ew in!
Û nahlet li we û wan bê!
Gotina Dawî
Li ser vê axê, bext mirîye, ûjdan ber avêtîye, zîhnîyet têk çûye
û kesayet hatîye tecawizkirin!