Qeymaxê mêst, penêrê mêrdînî, hêkên bin mirîşkên Seadetê yên kurmancî, zeytûnên dêrikîyan…
Hîn min parîyek du parî nan avêtibû devê xwe neavêtibû devê xwe, bû qarewara telefona min.
Çavên Seadetê li ser sifreyê, guhên wê li min in.
Axir, ez ê qala telefonê nekim bê kî bû û em li ser çi mijaran peyivîn, jixwe kêm zêde hûn texmîn dikin…
Piştî me xatir ji hevdu xwest, min telefona xwe danî ber çonga xwe û dîsa dest bi taştêya xwe kir.
Seadetê parîyê devê xwe cût cût û daqurtand. Hêdîka serê xwe bilind kir, bi awirên tije pirs li hundirê çavên min nerî.
Got:
-Ma qey mêrên van togan tune ye, çireçira telefona te ye, yek digire yek digere, yek digire yek digere. Ûde! Weleh êdî fedî jî nemaye. Çawa tu qêmîşî bedena xwe dikî bi van jinan re radibî rûdinî!
Min got:
-Seadet wer nebêje. Ev jin jineke baş e. Gunehan li xwe nebarîne, tu misilman î.
Got:
-Bi mêr e?
Min got:
-Na. Mêrê xwe berdaye.
Got:
-Ne bi xêr û ne bi ahla, tew jinên vî zemanî hew dibin.
Min got:
-Seadet! Tiştê çû nede dû. Berê çû ji berê re. Zemanê we, jinên baş û xweşik dibûn jinên mêrên netiştek. Û wan rebenan heya talîya emrê xwe bi haweyekî kerr û lal jintî ji wan xwelîseran re dikir; bi dilê xwe ne bi dilê xwe, ji ber nerîn û zîhnîyeta civakê zimanê wan kin bû. Çi tahde, çi neheqî, çi zilm li wan bibûya jî, dev li dilê xwe dikirin û bi haweyekî belengaz heya talîya emrê xwe rûdiniştin û tenê bi mezinkirina zarokan û xirecira malê re dadiketin. Êdî dem û dewran guherî, Seadet xanim. Heqê her jinê heye bi dilê xwe bijî. Heqê her jinê li ser mêrên baş heye. Û mêrekî baş jî nikare tenê xwe bike malê jinekê, heqê gelek jinan li ser wî heye. Û wek tu jî dizanî jixwe, ez jî ne mêrekî xerab im.
Got:
-Erê erê, ji xwe re futûyan derxe!
Û bû niçeniça wê!..
Sirri Sureyya Onder jî bi hemû sir û nepenîya xwe xatir xwest û çû.
Oxira wî oxira Filîtê Quto be!
Erê, li gorî gelek kurdan Sirri kesekî xweş û baş bû, lê dema meriv di pencereya kurdekî re li Sirri Sureyya dinere, bêguman meriv piçekî lê disekine,
lewra…
Sirri Sureyya berpirsê projeyekê bû ku bi vê projeyê hewl dida kurdan di nav tirkan de bi haweyekî tirkî/tirkîyetî bimehîne û wan bike dûvikê tirkan
anku Sirri Sureyya ne kurd/kurdîtî, Sirri Sureyya kurdkokentî diparast.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Sirri Sureyya, di eslê xwe de yek ji parêzvanên tirkîyetîyê bû û di tirkîyetîyê de jî kurd tune ye, tirkê bi eslê xwe kurd heye.
Loma jî…
heger problema me bi vê dewletê re tune bûya û em ne di bin dagirkerîya tirkî û tirkan de bûna, wek meriv wek însan me yê jî şîna wî bigirta,
lê mixabin…
kurdbûna min nahêle ez wek kesekî ji rêzê anku nekurdekî tev bigerim û şîna wî bigirim.
Axir…
Gotina Dawî
Nedin pey konforê û di rêya xwebûnê de piçekî tahdê li xwe bikin.
Kurdbûn kirasekî ji êgir e, vî zemanî!..