15 Mayıs 2025 Perşembe

çîroka teyra baz a nûgihîştî

Rojekê, li nav daristanekê, li qotê darekê ku serê xwe nêzîkî ezmên kiribû, teyrekî baz ê navosere li teyreke baz a nûgihîştî ku nû bi perîk û baskên xwe dihisîya, rast hat. Bi tena serê xwe di hêlînê de bû, ka çi bi malbata wê hatibû, kes nizane. Bi metirsî li dora xwe dinerî û newêrîbû ji hêlîna xwe dûr bikeve. 
Teyrê baz ê navosere metirsîya wê ferq kir û bi dilovanî çû xwe li hemberî hêlîna wê li ser şaxê darekê danî. Teyra baz a nûgihîştî li hemberî heybeta teyrê baz ê navosere ket nav kelecanekê, kelecaneke germ û xweş.
Teyrê baz ê navosere ji bo wê wêrekîyê lê bar bike û wê fêrî xweşîya erd û ezmên bike, ji ser wî şaxê darê bi firê ket û li dora wê çû û hat, çû û hat…
Piştî kêlîyekê, ji wê şên û kêf û coşa teyrê baz ê navosere sûd wergirt û wê jî baskên xwe hêdî hêdî li hev xistin, li hev xistin û ji nişka ve xwe li hewa dît. Da pey teyrê baz ê navosere û bi hev re baskên xwe li hev xistin û derketin gera xwezayê, li ser erdê û li bin ezmên tu der nema ku lê negerîyan, bi hev re li her tehmê nerîn.
Roj, hefte, meh…
Rojekê, serê sibehekê, teyra baz a nûgihîştî ji xew şîyar bû, hêdî hêdî ber bi teyrê baz ê navosere ve çû, ew şîyar kir û bi haweyekî bi xwe bawer li hundirê çavên teyrê baz ê navosere nerî. 
Teyrê baz ê navosere ji awirên teyra baz a nûgihîştî têgihîşt ku tiştin diqewime, lê bi wê neda hîskirin, tenê xwe da bende ku ya dilê xwe bibêje.
 Teyra baz a nûgihîştî got:
-Te ez mezin kirim, te ez bi firê xistim. mala te ava, lê êdî pêdivî bi te nema, ez azad im û dê bi tena serê xwe bifirim û li vê tehmê binerim.
û bêyî ku li benda bersiva wî bisekine, rabû baskên xwe li hev xistin û firîya. 
Teyrê baz ê navosere li pey wê kûr û dûr nerî û bi xemgînî xwezîya xwe daqurtand û bi dizî di ber xwe de bişirî, bişirîneke şikestî.
Xwe bi xwe got:
-Lê te tiştek ji bîr kir, tiştê herî girîng. Te ew tehm li pey xwe hişt, lew ew tehm, azadîya ku te bi dest xist, ez bi xwe bûm!

Gotina Dawî
Azadî xweş e lê heger meriv bi zimanê wê bizane.