23 Mayıs 2025 Cuma

snellman

Em welatekî çawa dixwazin?
Mîna dagirkerên xwe em ê bibin zordest, zalim, faşîst, dîktator
yan em dê li ser zanîn û zanistê geş bibin û bibin welatekî xweşbîn, demokrat, medenî/şareza û modern?
Bêguman…
pirê ji me dê bi quretî bibêjin em welatekî xweşbîn, demokrat, medenî/şareza û modern dixwazin.
Lê berî wê…
divê em xwe ji kultura pûtperestîyê rizgar bikin.
Bi zaneyî bi nezanî, divê em kesan li ser serê xwe mezin nekin. 
Divê em ji herîyê qehremanan çênekin.
Divê em kesî li ser serê xwe nekin Xweda û pêxember û em nebin pez û dewar û mirîdên wan.
Dû re…
ew qehremanên ji herîyê çêbûne, radibin li ser serê me dibin Xweda û pêxember û me jî di nav destên xwe de dikin herî û ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî me ji dilqekî têxin dilqekî.
Divê em wek xwe bimînin, mîna margîse/bûkalemon ji kirasekî nekevin kirasekî.
Axir…
Ez dibêjim qey kêm zêde we hemûyan navê Johan Vilhelm Snellman bihîstîye.
Erê, ez qala feylesofê fînî Snellman dikim, Snellmanê ku fînî ji teresîyê rizgar kirîye û ew hînî demokrasî, medenîyet, modernîte, neteweperwerî û birokrasîyê kirine.
Naxwazim li vir rabim bi dehan hevok qala serpêhatî, vîzyon û şoreşa Snellman bikim. Ciwamêr, ne ji herîyê, bi destê xwe, bi aqilê xwe qehreman çêkirine û bi wan qehremanan bingeha dewleteke medenî, modern û pêşketî danîye.
Bi aqil û vîzyona xwe him welatê xwe ji bin esaret û bindestîya swêdîyan rizgar kirîye, him jî pişta xwe spartîye rûsan, bi hêza rûsan hiştîye welatîyên wî enerjîya xwe li pêşxistina welatê xwe xerc bikin.
Û wer jî bûye. 
Îroj, gelek welat ji bo siberoja zarokên xwe berê xwe didin Fînlandîyayê û hewl didin sîstema wan a perwerdeyîyê ji xwe re bikin nimûne/mestere.
Bi kin û kurdîya kurmancî…
bi sloganan kesên ji herîyê çêbûne li ser serê xwe nekin qehreman û rişma siberoj û azadîya xwe û zarokên xwe nedin destê wan.
Naa…
heger ilhez hûn dê bibêjin em bê qehreman nikarin bijîn jî,
herin yên wek Snellman bibînin, bikin qehreman û bidin pey wan;
dê ji we re civakên azad, serbixwe û xwedan vîzyon ava bikin.

Gotina Dawî
Her qehreman dişibe xwedîyên xwe, loma jî ji bo qehremanên çê û hêja derkevin, hewce ye xwedî anku civak xwe tedawî bikin.

17 Mayıs 2025 Cumartesi

narsîst im lê

Carinan hin nas û heval di nav henekan re anku bi henekî ji min re dibêjin, “Narsîst”.
Li ser çavan, ez narsîst, 
lê… 
heger ez narsîst bim jî, narsîstîya min di ber kurdî û kurdîtîyê de ye, 
lê ya we hinekan?
Narsîzma we, we kurmî dike û bi wê kurmîbûnê jî bêhneke genî ji we difûre.
Quretîyeke vala!
Populîzmeke erzan!
Û kaosa ego û kompleksan!..

Doh ez bi hevaleke xwe ya berê re peyivîm ku ev bîst sal in têkilîya me qut bûbû.
Ev xanim ka ji kîjan qewmî ye nizanim lê wek her welatîyê Tirkîyeyê, dê û bavê wê jî di wext de ji xwe re gotîye tirk û ew jî maye tirk, çendî em nizanibin bezê paş guhê bavê wê ji ku ye jî.
Lê divê meriv bextê xwe neavêje û ûjdanê xwe xera neke. 
Wî zemanî… 
ev jin jineke hêja, durist, dilovan û têra xwe jî xwedan vîzyon bû- nuha çawa ye çilo ye nizanim, lê hefteya pêşîya me em ê hevdu bibînin û qedehek du qedeh araq bi hev re vexwin bê çi li xwe zêde kirîye çi li xwe kêm-
Li Almanyayê ji dawa dêya xwe ketîye û li wir mezin bûye. Piştî bîstsalîya xwe hatîye Tirkîyeyê. 
Xanimeke rûken, kubar, maqûl û têra xwe bedew e.
Axir…
tibabekî em peyivîn û wek her car dîsa mijar hat ser sîyaset û kurdî û kurdîtîyê.
Got:
-Ez tiştekî ji parvekirinê te fêhm nakim. Bala min li te ye tenê tu bi kurdî dinivîsînî, loma jî tênagihêjim bê tu qala çi dikî, çi dibêjî! Ma hewce dike bi vê xezebê meriv li dijî tirkî be û nijadperestîyê bike? Sûcê tirkî çi ye?
Kenîyam…
Min got:
-Berxê, ne ku ez nijadperestîyê dikim, ez zimanê xwe ji nijadperestîya tirkî diparêzim.
Û hew peyivî…

Gotina Dawî
Bi tu haweyê xwe ez naşibim we, her weha bi narsîstîya xwe jî û bi doxînsistîya xwe jî…


qûndehelbestek

fedîyê bar kir!
xîretê ber avêt!
namûs ji poz xeyidî!
şeref li dera hanê qûnde bû!
kurm ket kesayetê!
karekter teriqî!
mejî virikî bû!
mentiq çilvirî!
ava reş bi çavan de hat!
guh bi çolê ketin!
ziman derket parsê!
lê tenê kurdên terîqetperest wek xwe man; 
hişk! 
şidiyayî! 
xurt!
nehatin guhertin, nayên guhertin, dê neyên guhertin!..

15 Mayıs 2025 Perşembe

çîroka teyra baz a nûgihîştî

Rojekê, li nav daristanekê, li qotê darekê ku serê xwe nêzîkî ezmên kiribû, teyrekî baz ê navosere li teyreke baz a nûgihîştî ku nû bi perîk û baskên xwe dihisîya, rast hat. Bi tena serê xwe di hêlînê de bû, ka çi bi malbata wê hatibû, kes nizane. Bi metirsî li dora xwe dinerî û newêrîbû ji hêlîna xwe dûr bikeve. 
Teyrê baz ê navosere metirsîya wê ferq kir û bi dilovanî çû xwe li hemberî hêlîna wê li ser şaxê darekê danî. Teyra baz a nûgihîştî li hemberî heybeta teyrê baz ê navosere ket nav kelecanekê, kelecaneke germ û xweş.
Teyrê baz ê navosere ji bo wê wêrekîyê lê bar bike û wê fêrî xweşîya erd û ezmên bike, ji ser wî şaxê darê bi firê ket û li dora wê çû û hat, çû û hat…
Piştî kêlîyekê, ji wê şên û kêf û coşa teyrê baz ê navosere sûd wergirt û wê jî baskên xwe hêdî hêdî li hev xistin, li hev xistin û ji nişka ve xwe li hewa dît. Da pey teyrê baz ê navosere û bi hev re baskên xwe li hev xistin û derketin gera xwezayê, li ser erdê û li bin ezmên tu der nema ku lê negerîyan, bi hev re li her tehmê nerîn.
Roj, hefte, meh…
Rojekê, serê sibehekê, teyra baz a nûgihîştî ji xew şîyar bû, hêdî hêdî ber bi teyrê baz ê navosere ve çû, ew şîyar kir û bi haweyekî bi xwe bawer li hundirê çavên teyrê baz ê navosere nerî. 
Teyrê baz ê navosere ji awirên teyra baz a nûgihîştî têgihîşt ku tiştin diqewime, lê bi wê neda hîskirin, tenê xwe da bende ku ya dilê xwe bibêje.
 Teyra baz a nûgihîştî got:
-Te ez mezin kirim, te ez bi firê xistim. mala te ava, lê êdî pêdivî bi te nema, ez azad im û dê bi tena serê xwe bifirim û li vê tehmê binerim.
û bêyî ku li benda bersiva wî bisekine, rabû baskên xwe li hev xistin û firîya. 
Teyrê baz ê navosere li pey wê kûr û dûr nerî û bi xemgînî xwezîya xwe daqurtand û bi dizî di ber xwe de bişirî, bişirîneke şikestî.
Xwe bi xwe got:
-Lê te tiştek ji bîr kir, tiştê herî girîng. Te ew tehm li pey xwe hişt, lew ew tehm, azadîya ku te bi dest xist, ez bi xwe bûm!

Gotina Dawî
Azadî xweş e lê heger meriv bi zimanê wê bizane.

13 Mayıs 2025 Salı

romana nîvcomayî

erê delal erê delal
mû bi zimanê min ve hat hingî min go 
delal û delal û delal
ji xew rabûm min go delal
di ser taştê de min go delal
di ser firavînê de min go delal
di ser şîvê de min go delal
ji bo careke dinê li caran zêde bikim
di meha remezanê de bi cenabet min rojî girt
û di paşîv û sihoran de min go delal
lê hezar heyf hezar xebînet hezar mixabin delal
mîna romana apocîyan
romana min û te jî nîvco ma delal
delal û delal û delal
de ka îja em herin xwe biavêjin bextê kîjan helbestvanî
ku bi helbestê re xayîn neketibe
û me li ser baskê helbesta xwe bike bifirîne 
û eşq û evîna me bibe li ezmanê heftan binivîsîne delal
û delal û delal û dîsa delal

Gotina Dawî
Xeyal û hêvî, du têgehên leylanî ne.
Xeyal dine hêvîyê, hêvîyê avis dike, hêvî jî berî biwelide, di meha heftan de ber diavêje!
Bi kin û kurdîya kurmancî,
çîroka PKKê ev e, mîna çîroka min û te…

9 Mayıs 2025 Cuma

helbesteke beravêtî

min jinek dît 
qermîçekên li ser rûyê wê ji temenê wê zêdetir
min jinek dît
qedera wê li ser enîya wê bi destê xwedayekî nexwende bi tîpên hêsîrîyê hatibû nivîsandin
min jinek dît
ji bin mêrekî revîyabû bi cenabet revî revî li kulmek av digerîya 
kîjan kanî vedikir xwîn jê diherikî
min jinek dît
reşikên çavên wê ji qîzanî ketibûn şerm dikir li dora xwe binerin
min jinek dît
bedena wê di bin kirês de şerm dikir pêsîrên wê ji hev xeyidîbûn
min jinek dît
veguherîbû mêrekî berî ku feminîst bi sloganên xwe mêran qûnde bikin
min jinek dît
êdî bêhna cenetê ji nav nigên wê nafûre 
dê derîyê horîstanê lê venebe
min jinek dît
di bin wê xavika xwe ya gemarî de porê xwe veşartibû ji xezeba xwedê
spîyên serê wê rêya qiblê şaş kiribûn
min jinek dît
him kurdunde bû him bêdunde bû 
zimanek qewmek welatek ji ber çûbû

8 Mayıs 2025 Perşembe

elbikek şîrê dê

Seadetê sifra xwe raxist, sinîya pel û kortikên xwe anî danî ser û me dest bi xwarina pel û kortikên xwe kir.
Destê Seadetê di nav sinîya pel û kortikan de, ji nişka ve sekinî û li jor nerî.
Got:
-Ka yê jor nehat!
Min got:
-Ma Xwedê jî ji pel û kortikan hez dike? Min nizanîbû…
Bû niçeniça wê got:
-Law tu meriv dîn dikî! Ferhad Ferhad! Gazî wî bikin, bila dakeve bê şîvê bixwe.

Civat xweş digere. Min û pismamê xwe enîya xwe daye hev, em qala bext û ûjdan û maqûlî û ciwamêrîyê dikin.
Pismamê min got:
-Ji zilaman re pirêze lazim in…
De îja were li ser vê pirêzeyê çîrokan, romanan, helbestan nenivîsîne!..

“Elbikek şîrê dê li min e”
Bi zaroktî şîrê Seadetê kêm bû, loma jî carinan ji ber nebûna şîrê wê ez birçî dimam.
Îja carinan dema ji girî min çember ji ber hiltanî û acizî dida malîyan, radihoştin min ez dibirim mala apê min, emojna min ez şîr didam; ez dibûm şirîkê pismamê xwe; di her pêsîreke emojna min de du kîlo şîr digiha.
Axir…
Vê şevê dîsa mijar bû zemanê berê û em piçekî bi ber bayê bîranînan ketin.
Pismamê min got:
-Tu deyndarê min yê elbikek şîrê dê yî!”

Gotina Dawî
Berê xweş bû lê xweşbûna nuha jî di destê meriv de ye!..

3 Mayıs 2025 Cumartesi

seadetê û sirri sureyya onder

Vê sibehê Seadetê rabû taştêya me hazir kir, danî ber me û ez û ew û Huso, me enîya xwe da hev û em filitîn ser sifreyê.
Qeymaxê mêst, penêrê mêrdînî, hêkên bin mirîşkên Seadetê yên kurmancî, zeytûnên dêrikîyan…
Hîn min parîyek du parî nan avêtibû devê xwe neavêtibû devê xwe, bû qarewara telefona min.
Çavên Seadetê li ser sifreyê, guhên wê li min in. 
Axir, ez ê qala telefonê nekim bê kî bû û em li ser çi mijaran peyivîn, jixwe kêm zêde hûn texmîn dikin…
Piştî me xatir ji hevdu xwest, min telefona xwe danî ber çonga xwe û dîsa dest bi taştêya xwe kir.
Seadetê parîyê devê xwe cût cût û daqurtand. Hêdîka serê xwe bilind kir, bi awirên tije pirs li hundirê çavên min nerî.
Got:
-Ma qey mêrên van togan tune ye, çireçira telefona te ye, yek digire yek digere, yek digire yek digere. Ûde! Weleh êdî fedî jî nemaye. Çawa tu qêmîşî bedena xwe dikî bi van jinan re radibî rûdinî!
Min got:
-Seadet wer nebêje. Ev jin jineke baş e. Gunehan li xwe nebarîne, tu misilman î.
Got:
-Bi mêr e?
Min got:
-Na. Mêrê xwe berdaye.
Got:
-Ne bi xêr û ne bi ahla, tew jinên vî zemanî hew dibin. 
Min got:
-Seadet! Tiştê çû nede dû. Berê çû ji berê re. Zemanê we, jinên baş û xweşik dibûn jinên mêrên netiştek. Û wan rebenan heya talîya emrê xwe bi haweyekî kerr û lal jintî ji wan xwelîseran re dikir; bi dilê xwe ne bi dilê xwe, ji ber nerîn û zîhnîyeta civakê zimanê wan kin bû. Çi tahde, çi neheqî, çi zilm li wan bibûya jî, dev li dilê xwe dikirin û bi haweyekî belengaz heya talîya emrê xwe rûdiniştin û tenê bi mezinkirina zarokan û xirecira malê re dadiketin. Êdî dem û dewran guherî, Seadet xanim. Heqê her jinê heye bi dilê xwe bijî. Heqê her jinê li ser mêrên baş heye. Û mêrekî baş jî nikare tenê xwe bike malê jinekê, heqê gelek jinan li ser wî heye. Û wek tu jî dizanî jixwe, ez jî ne mêrekî xerab im.
Got:
-Erê erê, ji xwe re futûyan derxe! 
Û bû niçeniça wê!..

Sirri Sureyya Onder jî bi hemû sir û nepenîya xwe xatir xwest û çû.
Oxira wî oxira Filîtê Quto be!
Erê, li gorî gelek kurdan Sirri kesekî xweş û baş bû, lê dema meriv di pencereya kurdekî re li Sirri Sureyya dinere, bêguman meriv piçekî lê disekine, 
lewra…
Sirri Sureyya berpirsê projeyekê bû ku bi vê projeyê hewl dida kurdan di nav tirkan de bi haweyekî tirkî/tirkîyetî bimehîne û wan bike dûvikê tirkan
anku Sirri Sureyya ne kurd/kurdîtî, Sirri Sureyya kurdkokentî diparast.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Sirri Sureyya, di eslê xwe de yek ji parêzvanên tirkîyetîyê bû û di tirkîyetîyê de jî kurd tune ye, tirkê bi eslê xwe kurd heye.
Loma jî…
heger problema me bi vê dewletê re tune bûya û em ne di bin dagirkerîya tirkî û tirkan de bûna, wek meriv wek însan me yê jî şîna wî bigirta, 
lê mixabin…
kurdbûna min nahêle ez wek kesekî ji rêzê anku nekurdekî tev bigerim û şîna wî bigirim.
Axir…

Gotina Dawî
Nedin pey konforê û di rêya xwebûnê de piçekî tahdê li xwe bikin.
Kurdbûn kirasekî ji êgir e, vî zemanî!..

1 Mayıs 2025 Perşembe

ez û seadet xanim

Min got:
-Seadet! Heq e meriv tivingê têxe enîya Xwedê û wî bikuje, ji jor de bîne xwarê.
Got:
-Tu gunê wî bixwe.
Min got:
-Ma ji dawa te ketîye tu dibêjî, “Gunê wî bixwe”? Tu çawa dizanî nêr an mê ye?
Got
-Offf Devliken! Tu berê qibleyê li ber meriv şaş dikî.

Min got:
-Seadet! Ev 4-5 sert in te li şûnê çi dikir? Meriv dihere nîvseetekê rûdine, fatîheyekê dixwîne û radibe tê mala xwe. 
Got:
-Weleh Emşa, Gula, pîra Fato û Zeyno û bûka xwe jî li wir bûn, civat gerîya, nebû ez rabim.
Min got:
-Heyran! Ya we ne şûn e, aktîvîte ye. Hew şerab û fêkîyên we kêm in.

Got:
-Tarî ket erdê, êvar e û ceryan jî tune ye. Ma nizam mele yê azan bide?
Min got:
-De rabe ser xwe, nimêja xwe bike lê! Îja nizam mele yê azan bide! Ha te deh deqeyan zû nimêj kir, ha te deh deqeyan dereng nimêj kir… ma seeta Xwedê ya cithîzen tune ye rabe te kontrol bike bê Seadetê di wext de nimêj kirîye yan bê wext.
Got:
-Bi Xwedê seeta wî şaş nabe, ne bi pîlan dişixule, ne jî bi tavê, seeta wî tam otomatîk e.
Min got:
-Ma çend Xweda heye ku tu dibêjî, “Bi Xwedê seeta Xwedê şaş nabe?”
Bû niçeniça wê û rabû ser xwe, çû destmêj bigire…