11 Mart 2023 Cumartesi

tevna esl û feslê

Dema ziman asîmile dibe, pê re hêdî hêdî zîhn û zîhnîyet jî asîmile dibe.
Û jixwe heger hat û zîhnîyet jî asîmile bû, êdî vegera li xwe ne mimkun e.
Problema pirê kurdan mixabin ev e; zîhnîyet ji dest çûye.

Heger zana û xwendeyên civakekê guh nedin "XWE" ew civak ê çawa qîmet bide "XWE" û li xwebûna xwe vegere?
Li ser twîtterê ez li twîteke Lal Laleş rast hatim; Lal Laleşê nivîskar û helbestvan û weşanger û gelek tiştên din...
Weha nivîsandibû:
"Saet xweş."
Sihet kiribû saet lê ka îja behsa seeta dest û zendan dikir an behsa seeta dîwaran dikir, nizanim.
Bêguman seetên ser maseyan û yên bikostek ên dikevin bêrîkên îşlikan jî hene.
Heger we ew dît, jê bipirsin bê qesta wî ji seetê kîjan seet bû?
Îja "saet xweş."
La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!

Kurdî, bi qasî ji ber duzimanîyan kişand, ji ber tu kesî nekişand.
Û pirê kesên xwe şoreşger û welatperwer û kurdperwer dibînin, piştî demekê dema fêhm dikin di israrkirina bikaranîna kurdî de populerî û populerbûn kêm e, radibin giranîya xwe didin ser bikaranîna zimanê serdestên xwe û bixwazin nexwazin li hemberî qudret û mezinbûna serdestên xwe kêmbûn û biçkbûna xwe qebûl dikin.
Bi vê kompleksa genî û kurmî, ne karakter çêdibe, ne jî bi vê bêkarakterîyê civakek, neteweyek, welatek rizgar dibe.

Bi kesên bêkarakter re pere heye xîret tune ye, lê bi kesên bikarakter re jî xîret heye pere tune ye, mixabin.
Û dem jî dema kapîtal û kapitalîzmê ye.
De îja were ji van bêkarakteran re bibêje, civakek bi huner û edebîyat û sînema û muzîkê xurt dibe, pêş dikeve û di qada navneteweyî de cî digire.
Heger tu qedrê xwe negirî, kes ê qedrê te negire.
Kes ne lawê bavê te ye!
Îja...
Ma qesr û kulek?
Ma tahjî û maqûltî?

Gotina Dawî
Heramzade pir in û xwîna kurdan jî helal e. 
De îja ka were li ser vê tevna bêbextîyê merşa esl û feslê birêse...
Tew!