8 Mart 2023 Çarşamba

rojev û sêla sincirî

Amedspor, di qada navneteweyî de, dikare ji partîyên "kurd" ên bakurê welet bêtir dîplomasîyekê bimeşîne.
Çima Ameda kurdan nebe Barcelonaya katalanan?
Di dema Francoyê faşîst de, serekê Barcelonayê Josep Sunol bi haweyekî hovane hat kuştin; bi çek û selehan lê reşandin. 
Dû re...
Di dîroka Îspanyayê de Barca bû sembola berxwedan û serhildana katalanan; 
loma jî...
katalanî ji Barcayê re dibêjin, "Mes que un clup" yanî Barcelona ji kulûbeke futbolê wêdetir e."
Heger kurdên jîr û zana û kurdperwer di kadroya rêvebir a Amedsporê de cî bigirin, Amedspor jî mîna Barcelonaya katalanan dikare bibe sembola berxwedan û serhildana kurdan, 
lê her weha hewce ye bi haweyekî xurt bê fînansekirin.
Ew fînans li cem kurdan heye gelo?
Erê, heye, lê hewce ye berî her tiştî xîret têkeve pêşîya fînansê...
Mimkun e?
Heger sekn û helwesteke kurdî, kurdistanî xwe bi me bide hîskirin, mimkun e.
Lê...
Bi vê pêla di ser bakur re diqulipe, ew sekn û helwest zor û zehmet e.
Sîyaseta bi salan, qudûmê me bakurîyan şikenandîye û ehlaq têk çûye, mixabin.
Tevna civakê xera bûye û dîsa mixabin, karakter/kesayet mirîye.
Piştî maça bi Bûrsayê re tîma Amedê ya futbolê vegerîya welêt, 
lê welatîyên welêt, ji ruh û karaktera welêt dûr, bi dûrişme û slogan û stranên tirkî tîma xwe pêşwazî kir.
De were kirasê xwe neçirîne!

Li Tirkîyeyê sêl disincire!
Hilbijartin nêzîk e û dema "kî bike kê"yê dest pê kir.
Û heger meriv hesabê xwe neke, tu kes ê jî hesabê meriv neke.
Û jixwe nake jî.
Rastî tahl e, lê rast e...
Heta ku partîyek bi sekn û helwesta xwe, xwe kurd nehesibîne, ew partî ne dikare kurdan temsîl bike, ne jî kesek bi çavekî cidî li wê partîyê dinere.
Nuha rewşa HDPyê ev e, jixwe. 
Ne kurdan temsîl dike, ne jî kesek bi çavekî cidî lê dinere.
Û heger werê dewam bike, ew ê him ji dêrê bimînin, him jî ji mizgeftê.
Îja...
Heger piçika êqil di serê Reîz de hebe, ew ê here xweserîyê pêşnîyarî/teklîfî HDPyê bike, 
lê hewce ye HDP jî çêya kurdan bixwaze, haa!..
Pêşnîyara/teklîfa Reîz ber bi aqilan ve dihere, lê sekn û helwest û daxwaza HDPyê ber bi aqilan ve nare, mixabin.

8ê Adarê!
Roja xwexapandinê!
Ne tenê mêr, jin jî xwe dixapînin, lê ji vê xapandinê kapitalîzm xweş diçêre.
Û pirê jinan jî,
çendî ji vê helwest û samîmîyeta mêran bawer nekin jî, ji bo dîyarîyeke beradayî çavên xwe digirin û ew jî xwe dikin perçeyek ji vê xwexapandinê.
Êê!..
Dinya ketîye ser berjewendî û hesaban, heyran.
Û bê berjewendî, bê hesab mêr jî nikare here nav nivînên jina xwe êdî.
Min go, 
8ê Adarê roja mêrên durû pîroz be!

Gotina Dawî
Erê, çendî rojeva Tirkîyeyê bêtir bala me bakurîyan bikişîne jî, li başûrê welêt dîplomasîyeke xurt dimeşe.
Danûstendinên rêvebirîya Kurdistanê di asteke bilind de dewam dikin.
Ji Amerîka û dewletên Ewrûpayê qefle bi qefle ber bi Kurdistanê ve diherin; şandeyek tê, şandeyek dihere... 
Di bin vê mij û dixanê de pêjna rojê tê; hêdî hêdî roj hiltê...
Û bi min wer tê,
heger rêvebirîya Kurdistanê di Newroza îsal de serxwebûnê ragihîne, divê em şaş nemînin.
Hazir û amade bin. 
Newroza îsal dikare mohra xwe li dîrokê bixe.