9 Ekim 2023 Pazartesi

te go çi

"Heger rojekê dewleta tirk hilweşe, mala "kurd"an ê xera bibe" min got, lê gelek hevalan fêhm nekir, mixabin.
Lê ez ê ta bi derzîyê ve nekim, lewra pir eşkere ye, heger meriv bi mejîyê xwe re eşkere û li hev be.
Erê, dîsa "bêhna barûdê kete pozê min" ji qewla rolênehilatê Şivan, lê çendî gotin ne yên Şivan bin jî, ma di stuyê wî de.
Û jixwe di jîyana populer de ne yên diafirînin, yên li ber çav dixwin...
Hamasê êrîşî Israîlê kir û bi dehan kes hatin kuştin.
Nuha jî Israîl ketîyê pey heyfê, lê ev ê neşibe meseleya "çû heyfa bavê, qûna dê jî li ser kir"ê, lewra cihû, li ber serê bavê meriv dinin dêya meriv û nahêlin ruhê bav jî bibihîze.
Û li bajarên Kurdistanê, kurdên ku mejîyên xwe di quzê kerê de ji bîr kirîye, gef û fortan li dewleta Israîlê dixwin ku
di vê erdnîgara dojehî de tenê israîlî ji kurdan re azadî û serxwebûnê dixwazin.
"Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fêhm bikî!"
Lê ne xema dîwêr e û ne jî bûk bûkên berê ne û jixwe peyv jî bi serê wan de nare êdî.
Axir...
Piştî me ji bîyanîyan bûk anîn jî, me bi destê xwe agir bera mala xwe da û genetîka xwe xera kir, mixabin.
Ne tenê zarokên me, axa me jî jardadayî bû/dibe...
Lê ka aqil!

Gotina Dawî
Hîn em nebûne tiştek, loma jî heqê me tune ye em xwe bi tiştekî bihesibînin.
Kengî em bûn tiştek, belkî wê çaxê ne tenê em, hinek jî me bi tiştekî bihesibîne.
Loma jî,
ka berê em bibin tiştek, dû re ji bo tiştên xelkê em xwe bizepitînin û bikare bibêjin tiştek.

Gotina Herî Dawî
Ne pişta xwe bispêrin dîndaran, ne jî pişta xwe bispêrin çepgir û sosyalîstan, heger dewleteke we tune be, li her du hêlan jî hûn tenê xwelî ne li bin nigan.