Selahattîn Demîrtaş dibêje:
"Kujer û qesasên herî mezin dewlet in!"
Êêê?
Yanî çi?
Madem hûn weha difikirin-qesta min ji "hûn" zîhnîyeta wan e-wê çaxê ji pêxîla bêdewletîyan bikevin û kerem bikin herin dewletên dewletîyan hilweşînin.
Ma ne hûn dibêjin "wekhevî"
Fermo...
Wekhevî ev e:
Yan hûn ê hemû dewletan hilweşînin û her kesî mîna kurdan bikin bêdewlet yan jî hûn ê dewletbûna kurdan biparêzin û wan jî bikin xwedan dewlet.
Wekî din hemû rê asê ne.
De haa, de!..
Heger hûn jidil û samîmî ne, em ê jî bi we re şerê wekhevîyê bimeşînin û piştgirî û destekê bidin we, lê...
Em baş dizanin hûn di nav lepên dewletîyan de tenê maşe û pêlîstok in.
Û wezîfeya we jî kuştina ruhê niştimanî yê kurdî ye.
Ji qewla yên mirî:
"Heger ne fen e, ev çi ben e?"
Bînyamîn Netanyahû gotineke qîyametî û qerase kir;
got, "Em ê rojhilata navîn ji nû ve serast bikin/biguherin."
De destê Dawid û Mûsa li pişta we be û xezeba we bibe tofan û bi ser misilmanên hov û barbar de bibare, rebîî!
Haa!..
Bira General Mezlûm Evdî jî gotineke ne kêmî gotina Binyamîn Netanyahû kir, lê heger li ser gotina xwe bisekine!..
General çi got?
General jî got, "Heger tirk êrîşên xwe nesekinînin, em ê jî xwe biparêzin û bi wan de biteqînin!"
Bi Reb!
Heger meriv rep nesekine, li meriv rep dikin; loma jî divê yê meriv jî tim rep be.
Ez ê bibêjim Xweda çêke, lê ew Xwedayê ku me ew bi destê xwe çêkirîye, tişt ji dest nayê û hew dikare tiştekî çêke.
Gotina Dawî
Min got, konfora herî berfireh û mezin azadî ye û azadî jî di nav devê kapitalîzma barbar û devbixwîn de lewitîye.
Ji qewla rehmetîyê bavê min:
"Min di pera nîyho!"
Gotina Herî Dawî
De qey rojekê mirîşkê ji me re jî hêk bike, heger êş û şewb mewb dernekeve û belav nebe!..