11 Ekim 2023 Çarşamba

sîyasetvanên jîr û mala xwedê ya cehenemî

Sîyaset bi aqil dixemile. 
Dema kesên jîr û zîrek dikevin nav sîyasetê, bi xêra wan meriv bi çavekî sempatîk li sîyasetê dinere.
Û jixwe ji ber nezan û bêvîzyon û kêmaqilan hemû doz û mesele di pirika sîyasetê de diçerixin, asê dimînin, dixetimin.
Şerê cihû û misilmanan ango şerê israîlî û filîstînîyan dîsa anekdoteke berî bi çend salan xist rojevê:
Di civîneke neteweyên yekbûyî de nûnerekî cihû derdikeve kursîyê û dest bi axaftina xwe dike; lê...
berî li ser mijara rojevê bipeyive, bi haweyekî jîrane di serê xwe de anekdotekê dihûne û bi şêwazeke cidîyane li nûnerên li salona konferansê rûniştine, dinere û dibêje:
-Berî ez dest bi axaftina xwe ya li ser rojevê bikim, dixwazim qala serpêhatîyeke Mûsa pêxember bikim.
Her kes bi meraq û baldarî guhên xwe bel dikin û xwe didin benda nûnerê cihû. 
-Rojekê Mûsa pêxember li tahtekî diqewime û av ji wî tahtî dizê. Mûsa pêxember ji bo xwe bişo, kincên xwe ji xwe dike, wan datîne ser wî tahtî û dihere dikeve avê û kêlîyekê di avê de dimîne. Dû re piştî ji avê derdike, dihere ku kincên xwe li xwe bike, lê kincên xwe nabîne. 
Filîstînîyekî ew kinc dizîne, mixabin.
Nûnerê filîstînî bi hêrs ji ser kursîya xwe çeng dibe ser xwe û diqîre:
-Tu çi eletewş eletewş dipeyivî! Wî zemanî filîstînî ne li wir bûn.
Piştî vê bersivê, nûnerî israîlî di ber xwe de dibişire û dibêje:
-Madem me ev mesele safî kir, êdî ez dikarim dest bi axaftina xwe ya li ser rojevê bikim.
Axir...
Kêfa min ji vê anekdotê re hat, min jî ji Evdilayê me yê ne ji ometa Abdullah re şand.
Ê Evdilayê me yê ne ji ometa Abdullah jî têra xwe heye, haa! 
Ma dibe ez mijarekê vekim û ew jî li ser wê mijarê çend gotin û kelaman zêde neke?
Got:
-Seyda, qedera me kurdan û cihûyan yek e. Ma nizanim tê bîra te, berî nuha bi salan li Misrê radyoyekê dest bi weşana kurdî kir û wek her car dîsa dewleta tirk rabû xwe bi gûyê xwe da û got em qebûl nakin, kirasê xwe çirandin; perçe ji xwe kirin. 
Min got:
-Erê, baş tê bîra min.
Û berdewam kir:
-Dû re...
Dewleta Misrê got, "Heyran, ka werin anuha kurd hene, tune ne?"
Dewleta tirk got, "Na tune ne."
Dewleta Misrê jî got, "Îja çi? Madem kurd tune ne, hûn hatine ser serê me doz û dahweya çi dikin, hi ii?

Got:
-Meta Feso, li ser xêrê be! Tu çûyî mala Xwedê, te Mek û Medîneya pîroz tewaf kirî û bûyî hecî. Wey çavê te ronî be. Çawa bû mala Xwedê?
Got:
-Ji germê em şewitîn şewitîn. Wek cehenmê bû!..

Gotina Dawî
Dû re ez li vê şîroveyê rast hatim:
"Tu rê û rêbaz tune ye ji bo meriv bi Xwedayê cihûyan re şer bike. Şerê bi Israîlê re şerê bi Xwedê bi xwe re ye."

Gotina Herî Dawî
Xelasîya kurdan bi serfirazî û serketina israîlîyan e.
Heger di vê rojhilata navîn a dojehî de israîlî têk herin, Xwedayê ereban ê me daqurtîne.