19 Ekim 2023 Perşembe

çend mijarên (ne)qerfî

Dema pandemîyê ye.
Hecî Hemê xurifî ye.
Tarî ketîye erdê û Hecî Hemê jî derketîye şaneşînê/balkonê, li jêr li sikaka ku mala pîra Eyşê tê de ye dinere.
Di nava 15/20 deqîqeyan de 10/15 kes diherin û tên; hemû jî bi rûpoş/bi maske...
Hecî Hemê di ser stuyê xwe re dizîvire û diqîre, bang jina xwe dike:
-Lê Hedla! Keçê Hedla!
Pîra Hedla bi rev tê şaneşînê cem Hecî Hemê:
-Xêr e Hecî? Çi qarewar û gazîya te ye?
-Keçê, kirîba min Eyşê nexweş e. Hêleke serê wê werimî ye. Bi paçikan girêdayî ye.
-Kê got?
-Îja kê got! Ev nîv seet e doktorek dihere û doktorek tê; dev û pozê wan girtî, vizeviza wan e di sikakê re diherin û tên...

Remo û Silêman li binya gund sekinîne, li sukurê dinerin.
Remo ne temam e, piçekî sivik e.
Ji jor ve sê jin xwe ji wê sukurê bera jêr didin; ha ku reşên wan dîyar in.
Remo difitile ser Silêman, dibêje:
-Ew a navîn/ortê jina min e.
Silêman bi haweyekî qerfî ku bixwaze jê re bibêje, "berde, bin te erd e." dibêje:
-Mala te xera nebe, Remo. Ma meriv bi zorê wan ji hev derdixe bê ew reş însan in an heywan in. Ma çawa çêbû! 
Remo dibêje:
-Tu têyî em têkevin şert?
Silêman dibêje:
-Erê. Bi ser çi?
Remo dibêje:
-Bi ser gomlek û pantorekî.
Silêman dibêje:
-Gore û qundere jî li ser.
Axir, li hev dikin û xwe didin benda her sê reşan...
Piştî nîvseetekê her sê jin xwe berdidin cem wan. Bira jî yek ji wan jina Remo ye.
Remo dikeve pîyê Silêman û bi hev re ber bi jina Remo ve dimeşin û digihêjin cem wê.
Remo ji jina xwe re dibêje:
-Wextê we xwe ji jor de berdida, kî ji we li pêş bû, kî ji we li paş bû û kî ji we di ortê de bû?
Jina Remo dibêje:
-Weleh Weso dabû pêşîya me, ez li ortê bûm, Hizna jî li pey me dihat.
Silêman bi haweyekî şaş û ecêbmayî li Remo dinere, dibêje:
-Kuro law, meriv ji wê dûrîyê pê dernedixist ka însan in an heywan in. Te çawa jina xwe nas kir, malnexerab?
Remo di bin simbêlan de dikene, dibêje:
-Bîst û pênc salan her şev ez di te nim, ez ê te jî ji wê dûrayîyê nas bikim.

Li ber televîzyonên tirkan nûçeyên li ser şer û pevçûna israîlî û filîstînîyan dişopînim. Heger ez Seadetê derxim wan bernameyan, ew ê ji wan sîyasetvan û rojnamevan û akademîsyenan baştir tehlîl û analîzan bike.
Ku kesayet têk çûbe, xwendin û perwerde û dîploma/bawername pere nake.
Axir...
Heta xera nebe, ava nabe û wer xuya ye ber bi wê qonaxê ve dihere.

Evdirhîmê Hecî Emîn got:
-Lawê xalê min, li Qezê hejmara kûçikan ji hejmara zilaman zêdetir e. Û buhayê çaketan daketîye 10 lîreyan jî kes hew diwêre çakêtan li xwe bike.
Min got:
-Çima?
Got:
-Ez dibêjim li Qezê hejmara kûçikan ji hejmara zilaman zêdetir bûye, tu rabûyî dibêjî çima yaw? Û jixwe wa ye tu jî bê çakêt î, lawê xalê min!..

Gotina Dawî
Tu carî wek vî zemanî Kurdistan nêzîk nebûbû. Û heger kurd filîstînîyan bera ser xwe din jî, israîlî yê rê li ber serxwebûna Kurdistanê vekin!..