Û sermîyanên kurdan bêxîret in, mixabin.
Ne kurd in.
Ne bikarakter in.
Ne zana û ne xwedan vîzyon in.
Ne xwedan sekn û ne xwedan helwest in.
Ji sîyasetê fêhm nakin.
Ji dîplomasîyê fêhm nakin.
Ne hayê wan ji paşîya wan heye, ne jî hayê wan ji pêşîya wan heye.
Kî li wan siwar bê, di bin wî de bi çargav dibezin û wî digihînin qonaxa wî, lê ew êdî ji qonaxa xwe dûr in û jixwe qonax jî ne xema wan e.
Yek li defê dixe, yek jî li zirneyê û xweş digere govenda demokrasîyê...
Ji roja komara Tirkîyeyê ava bûye heta nuha hîn jî em hewl didin tenê bi ciwamêrî, bi ehlaqê xwe yê xweş û bi xweşbînî û merivtîya xwe ya mala me xera kirîye, xwe têxin çavê tirkan û ew jî carê bi rûyekî sexte bi me re bikenin û bibêjin, "Eferim kurdo!"
Roja yekşemê hilbijartin e.
Û dîsa wek her car kurdan bi saya serê sermîyanên xwe pê girt!
Êêê...
Heger aqilê meriv ji kîsê xelkê be, pêgirtin jî dibe qeder êdî.
Ji roja roj de em dibêjin HDP proje ye û dewlet bi vê projeyê dixwaze kurdên ku kurd mane jî di nav nekurdan de bimehînin.
Û jixwe mehîyan, dimehin, ew ê bimehin hêdî hêdî.
Bi kin û kurdîya kurmancî, bi vê projeyê:
Ji bo aqilê kurdî dernekeve pêş û ji xwe re sermîyantîyê neke, ji kurdan re aqilekî protez çêkirin.
Heta ew aqilê protez li xwedîyê xwe venegere, kurd ê bi xwe jî yek bi yek bibin protez.
Îja ew ê çi biqewime?
Erdogan ê bê ser text an Kiliçdaroglû yê bê ser text?
Weleh bi qasî zanîn û xwendina xwe ez dikarim bibêjim kî derkeve ser text jî, di bin wî textî de pişt ê li me bibe tert.
Rewşenbîro!
Divê rewşenbîrtî ew qasî ne erzan bûya, lê mixabin di civaka kurd de bi du slogan û du aforîzmayan mumkun e.
Û jixwe civak jî hînî slogan û aforîzmayan bûye, li karakterê napirse,
lê karakter jî divê pîvana esasî bûya.
Îja tu ji kê re dibêjî, heyran!
Û tevna civakê jî xera bûye, mixabin.
Ew rewşenbîrên ku di salên nodî de zarokên xelkê bi fikir û îdeolojîyên pûç û beradayî ji ser rê dibirin û ew li şer û şoreşgerîyê sor dikirin û ji bo siberoja neteweyekê ew dişandin ser mirinê, îroj rabûne ji bo siberoja zarokên xwe, ji zarokên xelkê re dibêjin herin ji bo siberoja Tirkîyeyek bihuzûr dengên xwe bidin filankes...
Piçika namûs û xîretê bi we re tune ye.
Hûn bêehlaq in!
Gotina Dawî
Pozê we yê ji namûs û xîretê dûr ketîye, êdî bi asîta gazoz mazozan jî hew dişewite.