Van salên dawîn, ji ber têkçûyîna ekonomîyê, kurdan ji her demê bêtir terka welatê xwe kir/dikin û revîyan/direvin Ewrûpa û Amerîka û Kanadayê.
Tirs û bêçaretîya birçîbûnê ji tirs û bêçaretîya mirinê zortir û dijwartir e, mixabin.
Çi "dîndar" çi "şoreşger" kesên ji pîvazeke genî re nabin (ji bilî hin ciwanik û ciwamêran) xwe li Amerîka û Ewrûpayê diqewimînin.
Wer xuya ye piştî pêncî salên din Amerîka/Ewrûpa û rojhilata nêzîk/rojhilata navîn ê cî biguherin;
belkî jî bi xêra vê koçê bêhemdê xwe em jî bibin perçeyekî vê medenîyeta ku bi salan e di ber wê de em hev kwîr dikin.
Strana Mehmûd Berazî ya bi navê "Li herî jorê" ji eşqa populîzm û qûnalêsîyê her kesî li hev hilanî(!)
Lihevhilanîn?
Yanî yekî ji destê yekî girt ango ji bo bi dest bixin, hevdu di ber nigan de birin...
Bi gotineke din a bazarê:
Dema li bazarê fêkî an sebzeyên xweşik û erzan tên firotin, xelk di nava bêhnekê de wan fêkî û sebzeyan li hev hiltînin ango xelas dikin.
Îja hûn tê gihîştîn bê lihevhilanîn çi ye?
Lê hin fêkîfiroş/sebzefiroş jî bêjî ne, guhê wan dilive.
Fêkî û sebzeyên xwe yên baş û xweşik li pêşîya dezgeyên xwe datînin û muşterîyên xwe werê dixapînin.
Meseleya Mehmûd Berazî jî ev e.
Ne stran stran e, ne deng deng e, ne sewt sewt e, ne melodî melodî ye.
Yek bi haweyê kezebperitî diqîre, hinek jî bi haweyê aborjînan xwe li erdê dixin û hew;
lê...
ciwamêr bazirganekî serketî ye û bi sosyolojî û psîkolojîya civakê baş dizane.
Ji civaka ku bi jahra mirîdtîyê gêj bûye re çi hewce ye?
Çend slogan,
cil û bergên gelêrî/neteweyî/milî
û nîvqeşmerîyek...
Bajoooo!
Mixabin di warê dîplomasîyê de kurd piçekî qels in.
Û dîsa mixabin, li derve raya giştî (ewrûpî) bi manûpulasyonên çepgir û lîberalên tirk dîzayn dibe;
çepgir û lîberalên tirk HDPKKyê wek rêxistineke kurd didin naskirin û ewrûpî jî vê rêxistinê wek temsîlkara kurdan qebûl dikin.
Loma jî pêwist e kurd rişma xwe ji destê çepgir û lîberalên tirk derxin.
Heta ku aqilê kurdan ji kîsê tirkan be, li ser axa welatê xwe kurd ê her û her wenda bin.
Nav navê kurdan e, lê kêf kêfa tirkan e!..
Erê, piştî du rojên din dîsa gelek çepgir û lîberalên tirk û hin kurdên ku kurdî û kurdîtî ne li ser bala wan e, ew ê bibin parlamenter û li ser pişta kurdên belengaz di korîdorên parlamentoyê de bifîkînin.
Vî zemanî heta jin û mêr jî êdî bê hesab û kîtab mahra xwe nabirin û serî danaynin ser bahlîfekê.
Îja ka aqil!
We got Kurdistan!
Heta ku berjewendîyên neteweyî nekevin pêşîya berjewendîyên şexsî, em ê her û her vê stranê bistirên:
"bax û bîstanêm ka ax kurdistanam ka
bax û bîstanêm ka ax kurdistanam ka
dijmin tev girtin ax ka kurdistanam ka
dijmin tev girtin ax ax kurdistanim ka
em anîn cîhan wê, em kirin însan wê
em anîn cîhan wê em kirin însan wê
lê me ew zû berda ax kurdistanim ka
lê me ew zû berda ax kurdistanim ka
bax û bistanem ka ax gulîstanim?
bax û bistanem ka ax gulîstanim?
dijmin tev girtin ax ka kurdistanam ka"
Gotina Dawî
Demokrasî!
Li welatên medenî, modern, pêşketî demokrasî kirasekî rengîn e, lê li welatên nemedenî, nemodern, nepêşketî jî demokrasî fermana zilm û zordestîyê ye.